Îranê 2 girtiyên din ên Kurd îdam kir

Hate ragihandin ku rejîma Îranê doh 9ê Îlonê 2 girtiyên din ên Kurd îdam kirin.

Li gorî zanyariyên medya Rojavayê Kurdistanê welatiyekî Kurd yê bi navê Feyzulah Hisên Pur li girtîgeha navendî ya Miyandwaw hatiye darvekirin.

Feyzulah bavê 3 zarokan bûye û xelkê gundê Çiraxewal a bajarê Saîn Qela yê niştecihê Bokanê ye.

Dîsa welatiyê Kurd ê bi navê Silêman Qehreman jî ku xelkê gundê Hesen Lolan a Saîn Qelan a Rojhilatê Kurdistanê ye, li heman girtîgehê hatiye darvekirin.

Her du girtî jî beriya 5 salan bi hinceta kuştina bi qest, hatibûn girtin û cezayê darvekirinê li wan hatibû sepandin.

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *