Mesûd Pizîşkiyan bû serokkomarê Îranê

Namzedê reformxwaz Mesûd Pizîşkiyan ji sedî 53,7ê dengan wergirtin û bû serokkomarê Îranê.

28ê Hezîranê gera yekem a hilbijartinan hatibû kirin û Mesûd Pizîşkiyan û Seîd Celîlî mabûn gera duyem.

Xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê doh ji bo hilbijartina serokkomarê serdema 14an çû ser sindoqan.

Li gorî agahiyên ku Berdevkê Navenda Hilbijartinan a Wezareta Karên Navxwe ya Îranê Muhsîn Îslamî dane, hejmartina dengan bi dawî bûye û Mesûd Pizîşkiyan bi rêjeya ji sedî 53,7an bûye serokkomarê 9em ê Îranê.

Muhsîn Îslamî anî zimên ku derdora 59 hezar sindoqan hatine danîn û bi tevahî 30 milyon û 530 hezar 157 kesan dengê xwe daye.

Îslamî da zanîn ku wezîrê berê yê tenduristiyê û parlamenterê Tewrêzê Mesûd Pizîşkiyan 16 milyon û 384 hezar û 403 deng standine û bûye yekem.

Namzedê mihafezekar Seîd Celîlî jî 13 milyon û 538 hezar û 179 deng wergirtine û bi rêjeya ji sedî 44,4an  bûye duyem.

Li gorî amaran, rêjeya beşdariyê jî 49,8 bûye.

Nifûsa Îranê 88 milyon e û mafê dengdanê yê 62 milyon kesan heye.

Li Îranê serokkomar ji bo 4 salan tê hilbijartin û kesek dikare tenê du serdeman li ser hev bibe serokkomar.

Di gera yekem a hilbijartinan de Mesûd Pizîşkiyan ji sedî 42,5ê dengan û Seîd Celîlî jî ji sedî 38,6ê dengan standibûn.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *