Îlham Ehmed: Di dan û standinên me yên li gel Tirkiyeyê de rola Amerîkayê heye – Video

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê got, “Di meseleya dan û standinên Tirkiyeyê heta yên bi Şamê re de jî roleke sereke ya Amerîkayê heye.”

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê li ser pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, guftûgoyên wan ên bi Tirkiyeyê re û çend mijarên din pirsên Senger Ebdulrehman bersivandin.

Îlham Ehmedê li ser guftûgoyên wan ên bi Tirkiyeyê re got:

“Di meseleya dan û standinan Tirkiyeyê heta yên bi Şamê re de jî roleke sereke ya Amerîkayê heye. Ev demeke dirêj e hewldanên wan her tim hebûn.

Em bawer dikin ku hinek gav hatine avêtin. Bi taybetî ji bo ku di navbera me û Tirkiyeyê de aramî çêbibe ku em karibin pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin.”

Îlham Ehmedê li ser pêwendiyên wan ên bi Herêma Kurdisyanê re de anî ziman:

“Li gel Herêmê jî guhertinek heye. Bi taybetî di lihevkirina aliyên Kurdî de hem rola Herêmê, hem jî piştgiriya ku kir erênî û baş dibînin, cihê spasiyê ye.

Em bi hêvî ne heta ku bi encam jî bibe di vî warî de xwedî roleke xurttir bin.”

Hevpeyvîna Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ya bi Senger Ebdulrehman re:

Rûdaw: Rêzdar Îlham Ehmed hûn bi xêr hatin. Ji bo vê hevdîtinê gelekî kêfxweş im. Peymana ENKS û PYDyê dê kengî were ragihandin?

Îlham Ehmed: Ev demeke dirêj e ku dan û standin di navbera aliyan de ye. Di van rojên dawî de pêwîst bû konferans were lidarxistin. Amadehiyên konferansê berdewam dikin. Ew belgeya li ser daxwazên Kurdan a aliyên Kurd a li ser li hevdû kiriye û dê li gorî wê belgeyê bi Şamê re hevdîtinan bikin jî amadeye. Ji bo îlankirinê gotûbêj û nîqaş berdewam dikin. Amadehî hene ku ev lihevkirin di konferansekê de bê ragihandin. Ez wisa bawer dikim ku ev jî gihîştiye dema dawî. Pêwîst e êdî roj bê ragihandin û roja lidarxistina konferansê bê ragihandin û konferans were lidarxistin.

Rûdaw: Li gorî dîtina we konferans dê kengî pêk were?

Îlham Ehmed: Gelekî kêm maye. Ez bawer dikim û hêvî dikim ku ew xalên ku gotûbêj û nîqaş li ser tên kirin bên çareserkirin û pêwîst di vê mehê de konferans were lidarxistin.

Rûdaw: Li gorî wan dan û standinên di navbera we de hene. Di navbera ENKS û PYDyê de hene. Hûn dê ji Şamê federaliyê bixwazin an nenavendîtiyê?

Îlham Ehmed: Ew bi xwe vê mijarê ragihînin baştir e. Di hin xalan de li hevdû kirine. Ew xalên ku li hevdû kirine bi rêya konferansekê bên ragihandin baştir e. Di çarçoveya çareseriya Pirsgirêka Kurdan a li Sûriyeyê de, çareseriya Sûriyeyê giştî, di destûrê de dê mafên Kurdan çi bin, mafên hemû neteweyan dê çi bin? Dewleteke çawa dê mafê hemû neteweyan di nava Sûriyeyê de biparêze? Li ser vî esasî hin xal hene. Di vê çarçoveyê de ez wisa bawer dikim ku xweserî, xwebirêvebirin daxwaza her du aliyan e.

Rûdaw: Rêzdar Îlham Ehmed, xwebirêvebirin nenavendîtî yan federalî ye?

Îlham Ehmed: Dibe ku ez aniha nikarim navekî lê bikim. Di belgeyê de wan bi xwe gotiye ku Sûriyeyeke nenavendî divê hebe. Di nav vê nenavendîtiyê de dê mafên Kurdan, nasnameya wan, zimanê wan dê çawa bin? Ev hemû xalên rojevên serekî ne ku her du aliyan di nava xwe de nîqaş kirine.

Rûdaw: We behsa destûra Sûriyeyê kir. Destûra demkî ya Sûriyeyê hat ragihandin. Hûn bi destûra nû ya Sûriyeyê şok bûn? Hûn bawer dikin ev destûr li Sûriyeyê were bicihanîn?

Îlham Ehmed: Bi rastî em li bendê bûn ku komîteyek were avakirin, ew komîte her kesî li xwe bigire û tê de Kurd jî hebin. Civaka Sûriyeyê civakeke pirreng e. Gelek netewe tê de hene. Gelek dîn tê de hene û her wiha di hişmendiya xwe de hişmendiyeke nerm e. Li hemberî li hemû baweriyan, çandan pêkhateyan nerm e. Ji ber wê jî diviyabû nûnerên Komîteya Amadekar a Destûrê her kes li xwe bigirta.

Rûdaw: Nûnerê Kurd di nava komîteyê de nîne?

Îlham Ehmed: Na nûnerê Kurd di nava de nîne û ev ne li gorî daxwaza me ye. Diviyabû komîteyeke wisa bihata avakirin. Diviyabû her kes bi awayekî hevbeş nêrîna xwe ya li ser destûrê bianiya ziman. Ji bo ku çend salên din em mecbûr nemana ku careke din vê destûrê biguherînin bi taybetî mafên bingehîn ên civaka Sûriyeyê û bi taybetî yên Kurdan.

Rûdaw: Îlham Xan hûn dixwazin destûr çawa be?

Îlham Ehmed: Divê di destûrê de perwerdeya bi zimanê dayîkê ji bo hemû neteweyên li Sûriyeyê esas be. Nabe ku zimanek esas be û yê din ne esas be. Zimanek fermî be û zimanekî din ne fermî be. Zimanên li nav Sûriyeyê hene çandên li nav Sûriyeyê hene hemû fermî ne. Li wî cihê ku lê ne li wî cihê ku lê dijîn fermî ne. Divê di destûra Sûriyeyê de xaleke wisa hebe ku Kurd bikarin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin, bi zimanê xwe bijîn. Çanda xwe zindî bikin xurt bikin. Gerek were destekkirin. Divê destûr vî mafê bide. Ji derve jî di siyasetê de rol standin, mafên siyasî, neteweyên Sûriyeyê hemû bi azadî û serbestî bikarin tevlî siyasetê bibin û vî welatî îdare bikin.Nûnerên wan di birêvebiriya Sûriyeyê de hebin. Divê Kurd nûnertiya xwe di birêvebiriya Sûriyeyê de diyar bike.

Rûdaw: Aniha ti Kurd di nava Hikûmeta Sûriyeyê de nînin?

Îlham Ehmed: Kurdek heye di nava Hikûmeta Sûriyeyê de. Wezîrê Perwerdeyê ya Sûriyeyê ye. Ew wekî takekes beşdar bûye.

Rûdaw: Ew di nava Hikûmeta Sûriyeyê de nûnertiya Kurdan nake?

Îlham Ehmed: Divê gelê Kurd bi xwe nûnerê xwe diyar bike û bişîne hikûmetê.

Rûdaw: Ew wezîr nûnertiya Kurdan nake yanî tenê wekî şexs hatiye diyarkirin?

Îlham Ehmed: Wekî şexs hatiye diyarkirin û wekî şexs li wir e. Dibe ku hewldanên wî û helwestên wî ji bo Kurdan baş bin. Em ji vê re tiştekî nabêjin. Ji bo îradeya Kurdan di birêvebiriya Sûriyeyê de diyar bibe divê Kurd bi xwe nûnerên xwe destnîşan bikin.

Rûdaw: Hûn dixwazin statuya Rojavayê Kurdistanê wekî herêmek di destûra Sûriyeyê de were naskirin û qebûlkirin?

Îlham Ehmed: Em wisa difikirin ku divê Sûriye, Sûriyeyeke nenavendî be. Ev nenavendîbûn berpirsyariyên wê hene. Erkên wê hene. Em dibêjin divê ev erk bên firehkirin. Di warê aborî de mesele divê ev herêm xwe têr bike. Duyem, di warê asayîşê de asayîşa navxwe, divê asayîşa herêmî be. Her wiha di meseleyên ziman û perwerdeyê de jî herêmî bin. Birêvebiriyên herêmî ne tenê ji bo Bakurrojhilatê Sûriyeyê be. Divê li herêmên din jî hebin bi rastî barê Şamê jî sivik bibe. Her tişt navendî nebe.

Rûdaw: Gelo Şam dê qebûl bike ku herêmên din li Sûriyeyê hebin?

Îlham Ehmed: Wisa xuyaye nêrîneke wan heye lê wisa xuyaye ew nêrîn veşartiye. Ev veşartî ye bi rêya daxuyaniyan zelal nebûye. Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer carekê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew federaliyê qebûl nakin. Li gorî dîtina min ev hîn tam zelal nebûye. Ji ber ku li meydanê destûrek heye pêwîst e ew bi dawî bibe yan jî guhertin tê de bên kirin. Ev tiştê ku hatiye îlankirin pêşnûmeya destûrê ye, ne destûra esasî û dawî ye. Guhertin divê tê de bên kirin. Divê nîqaş li ser wê bên kirin. Ev girîng in ji bo wê jî jê re vekirî bin da ku hem Sûriye yekbûna wê parastî bimîne û hem aram bibe û karibe bi pêş ve biçe û wekî aniha nemîne.

Rûdaw: Îlham Xan, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê çi qasî petrol û gazê dide Şamê?

Îlham Ehmed: Ez nikarim tiştekî nîsbet bêjim lê li gorî bihayê remzî yê ku ew berhem pê derdikeve mesrefên ku lê têne xerckirin berhemekê dide Şamê. Hem ji bo rewşa xelkê Sûriyeyê baş bibe bi taybet ji bo xelkê Sûriyeyê hem jî ji bo ê birêvebiriyê ku bifikire rê li ber çareseriyê veke. Rêya lihevkirinên paşerojê bike, ew dikarin çawa bi pêş bikevin û li ser vê jî bifikirin.

Rûdaw: Li hemberî wê berhema ku tê derxistin Şam mesrefên gaz û petrola Rêveberiya Xweser dide?

Îlham Ehmed: Belê bi wî bihayê tê çêkirin.

Rûdaw: Min fam nekir.

Îlham Ehmed: Min got tê kirin.

Rûdaw: Heta niha nehatiye kirin? Kî dike?

Îlham Ehmed: Wezareta Petrolê ya Sûriyeyê dide Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê.

Rûdaw: Di navbera Şamê û Rêveberiya Xweser de li ser Bendava Tişrînê peyman hatiye kirin? Ew peyman çawa tê bicihkirin?

Îlham Ehmed: Ew peyman heta astekê baş bi pêş ve diçe. Di van rojên pêşiya me de hefteya pêşiya me amadehî temam bibin belkî ew jî were ragihandin.

Rûdaw: Peyman çi ye?

Îlham Ehmed: Peyman ew e ku ev bendav ji şer û nakokiyan were dûrxistin. Ji ber ku projeyeke xizmetguzariyê ye. Xelk jê feydeyê distîne û jiyana wan baş dike. Ew ji şer bê dûrxistin û parastin û agirbest bê pêkanîn. Li ser rêvebirina wê nîqaş tê kirin. Wê ev bendav çawa were birêvebirin? Çawa baştir bikeve xizmetê? Li ser vê jî gotûbêj hene.

Rûdaw: Ez dixwazim hin zanyariyên nû li ser Serê Kaniyê bide min. Li ser Serê Kaniyê çi tiştê nû heye?

Îlham Ehmed: Li ser herêmên dagirkirî; Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spiyê gotûbêj hene. Di peymana li Şamê hat kirin de li ser vegera xelkê biryarek xalek hebû ew kesên ku bi darê zorê derketine dîsa vegerin malên xwe xalek hebû. Lihevkirin heye. Di hevdîtinên dawî de biryar hat dayîn ku komîteyek were pêkanîn li ser vê meseleyê gotûbêj berdewam dikin. Bi taybetî meseleya Efrînê gelekî di rojevê de ye.

Tiştekî baş e ku hejmareke zêde ya ew kesên ketibûn Efrînê jê derketine û çûn û hatin rihettir bûye.

Ji bo vegera xelkê ku vegerin neyên girtin, zordarî li wan neyê kirin, ew komên çekdar ên li wê derê derkevin. Xelkê wê derê di sîstema ewlehiyê ya wê derê de cih bigire. Li ser vê jî li gorî peymanê hewldan hene ku xelk bi silametî derbasî herêmên xwe bibe.

Rûdaw: Îlham Xan, gelo ti metirsî hene ku Şam êrişî Bakurrojhilatê Sûriyeyê bike?

Îlham Ehmed: Çi berjewendiya wan di êrişê de heye? Gelo ji wê êrişê dê çi feydeyê bikin?

Ez wisa bawer dikim ku îro tevahiya xelkê Sûriyeyê hemû xelkê Sûriyeyê li aramiyê digere. Hem jî ji şer westiyaye. Hem jî bi rastî êdî dixwazin xwe ava bikin. Dixwazin ji wê dema borî ya ku her tim dibûn penaber xilas bibin.

Ew kesên ku aniha di birêvebiriya Şamê de ne, dibêjin, ‘em li dijî dîktatoriya Beşar Esed derketine’ ew wisa dibêjin. Rejîma Beasê çi xirabî kirine çi zordarî kirine. Ew dibêjin ew li hemberî wê derketine. Heger li dijî wê derketine, divê hişmendiya xwe, siyaset, sîstem dan û standinê bi temamî li gorî wê yekê ava bikin ku ji gelê Sûriyeyê re aramiyê bîne û li gorî wê bifikirin. Ji bo wê jî wê xeteriyê ewlehiya herêmî beşekî mezin ê ewlehiya Sûriyeyê dibînin û pêwîst e birêvebiriya Şamê jî li ser vê bingehê be.

Rûdaw: Şam jî wisa difikire?

Îlham Ehmed: Heta niha dan û standin hene û me tehdîtek nedîtiye. Xeteriyeke wisa, dijberiyek me nedîtiye. Me hewldana êrişan nedîtiye. Me di nêrîna wan de heta niha tiştekî wisa nedîtiye lê em vê jî dibêjin divê di nav dan û standinan de em bigihên çareseriyekê ji bo avakirina Sûriyeyê. Yanî divê Sûriyeya nû em bi hev re ava bikin. Divê Sûriyeya nû tekalî nebe.

Rûdaw: Îlham Xan hûn agahdar in ku tevgera DAIŞê li Îraqê zêde bûye. Gelo DAIŞ li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî bihêz bûyê?

Îlham Ehmed: Dema êriş li ser herêman hebe, DAIŞ zûtir xwe xurt dike. Ev tehdîd her tim hene bi rastî. Ew hewlanên wan girtiyên DAIŞê ji girtîgehan derxînin yan jî ji kampan ew şaneyên DAIŞê yên razayî xwe bi rêxistin dikin. Ji bo wê jî em nikarin bi temamî bêjin ew tehdîd bi temamî bi dawî bûye. Heta li herêmên bi bin kontrola birêvebiriya Şamê de ne, dîmenên ku kesên bi sembolên DAIŞê ve digerin tên dîtin li aliyê Himsê li aliyê din li sehrayê, tevgerên wisa hene. Em bawer nakin ku DAIŞ li Sûriyeyê qediyaye û tevgera wê bi dawî bûye.

Rûdaw: Yanî metirsî hîn hene?

Îlham Ehmed: Belê.

Rûdaw: Di navbera HSD, Rêveberiya Xweser û Tirkiyeyê de guftûgo hene. Ew guftûgo rasterast e yan bi navbeykariya Amerîkayê ye?

Îlham Ehmed: Di meseleya dan û standinên Tirkiyeyê heta yên bi Şamê re de jî roleke sereke ya Amerîkayê heye. Ev demeke dirêj e hewldanên wan her tim hebûn. Em bawer dikin ku hinek gav hatine avêtin. Bi taybetî ji bo ku di navbera me û Tirkiyeyê de aramî çêbibe ku em karibin pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin.

Rûdaw: Hûn dixwazin li ser çi bi Tirkiyeyê re li hev bikin?

Îlham Ehmed: Bi Tirkiyeyê re bi taybetî ji bo agirbestê, daxistina tansiyonê û bidawîanîna şer em dixwazin li hev bikin ku xalên sereke ne. Tiştê divê bi pêş bikeve, bi pêş dikeve û guftûgo li ser tê kirin û ji bo ev daîmî be, çi tê xwestin, em dikarin gavên çawa li gel biavêjin di van çarçoveyan de guftûgo çêdibin.

Rûdaw: Hûn daxwaza agirbestê dikin?

Îlham Ehmed: Aniha rewş baştir e, ji berê baştir e, aramiyek heye, çalakiyên dijber nînin ku ev jî baş e. Em erênî dibînin û hêvî dikin ku ev daîmî be, ne demkî be.

Rûdaw: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Antalyayê bi Ehmed Şer re civiya. Ew civîn ji bo Rojavayê Kurdistanê û mafên Kurdan li Sûriyeyê çi qasî bi sûd in?

Îlham Ehmed: Her kesek, berpirsek, serokek, nûnerek dema ku bi (Ehmed) Şer re rûdinin wî dilxwaz dikin ku çareseriyê di mafên Kurdan de hem di Destûrê de, hem wekî din bibîne. Ev li gel aliyê din rihetiyekê dide avakirin û rê vedike ku ew bi xwe jî hinekî din rihettir û serbesttir dan û standinan bikin, karibin pirsgirêkê çareser bikin. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê û Îraqê tecrûbeyek bi pêş ketiye. Heta ev tecrûbe bi pêş ketiye gelek zehmetî jî hatine dîtin. Dema ku ev tecrûbe ji aliyê din re jî tên gotin, teşwîqek ji bo vê çêdibe ku çareser bikin cihê spasiyê ye û erênî ye.

Rûdaw: Li Rojavayê Kurdistanê pêwendiyên Rêveberiya Xweser ên bi Amerîkayê û welatên Ewropayê re piştî rûxîna rejîma Beşar Esed bihêz bûye û lawaz bûye?

Îlham Ehmed: Heta niha di dan û standinan de ferqeke mezin çênebûye, hîn wekî berê dan û standin hene. Ji bo diyalog bi Şamê re bi ser bikeve rolek heye.

Rûdaw: Pêwendiyên we yên Amerîkayê û welatên Rojavayê re baş mane?

Îlham Ehmed: Belê pêwendî baş in û em bawer dikin ku ji vir û pê ve baştir jî bibin.

Rûdaw: Pêwendiya we ya bi Herêma Kurdistanê re çawa ye?

Îlham Ehmed: Li gel Herêmê jî guhertinek heye. Bi taybetî di lihevkirina aliyên Kurdî de hem rola Herêmê, hem jî piştgiriya ku kir erênî û baş dibînin, cihê spasiyê ye. Em bi hêvî ne heta ku bi encam jî bibe di vî warî de xwedî roleke xurttir bin. Bi qasî di navbera aliyên Kurdî de pirsgirêk kêm bibin, diyalog xurttir bibin, di hemû aliyan de parvekirin hebe, heta ji bo çareserkirina pirsgirêkan piştgir bin em wisa dibînin ku rê li ber sivikkirina barê li ser milê civaka me jî vedike, moral û hêzê dide. Em bi hêvî ne ku ev têkilî bi pêş bikeve û xurttir bibe.

Rûdaw: Zor spas ji bo derfetê Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Birêz Îlham Ehmed.

Îlham Ehmed: Spas ji bo we jî.

(Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *