Federasyona Navnetewî ya Rojnamevanan (IFJ) raporek belav kir derbarê binpêkirinên mafên mirovan de ku sala 2024an rojnameger tûşî wan bûne.
Di raporê de hate ragihandin ku îsal 122 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatine kuştin ku 14 ji wan jin in. Di raporê de hate xwestin ku “Peymana navneteweyî ya ji bo parastina rojnamevanan” ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bê qebûlkirin.
Di raporê de hate ragihandin ku li Rojhilata Navîn û welatên ereban 77 rojnamevan hatine kuştin. Her weha hate gotin ku di êrişên Îsraîlê de yên ji 7ê cotmeha 2023yan û vir ve hejmara rojnamevanên filistînî yên ku hatin kuştin, bûye 147.
Rojnamegerên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine kuştin
Di raporê de behsa wan rojnamevanan jî hate kirin ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine kuştin, di vê barê de hate gotin ku li başûrê Kurdistanê, Gulistan Tara û Hêro Bahadîn, li Rojavayê Kurdistanê jî Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatine qetilkirin.
Di raporê de hate ragihandin ku li Iraqê bi giştî 3 rojnamevan, li Sûriyeyê jî di 4ê kanûnê de wênevanek hatiye kuştin.
Rewşa li welatên din
Li gorî raporê li herêma Asya-Pasîfîkê; li Pakistanê 7, li Bangladeşê 5, li Hindistanê 3, li Kamboçyayê 1, li Filipînê 1, li Endonezyayê 1, li Qazaxistanê rojnamevanem hatiye kuştin.
Hate ragihandin ku li Myanmarê 3 rojnamevan ji aliyê rejîma leşkerî ve hatine kuştin.
Her weha hate gotin ku li Afrîkayê 10, li parzemîna Amerîkayê 9 rojnamevan, li Ewropayê jî 4 rojnamevan hatine kuştin.
Li gorî rapora IFJyê heta 31ê kanûna 2024an 516 rojnamevan jî girtî ne.
PK