HSD û HTŞ civiyan

Şandeyeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ehmed Şer (Ebû Mihemed El Colanî) re civiya.

Çavkaniyeke ji Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji AFPyê re diyar kir ku şandeya HSDyê doh bi Ehmed Şer re civiya.

Her wiha çavkaniyeke Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kudistanê ji Rûdawê re piştrast kir ku civîn doh li Şama paytexta Sûriyeyê pêk hat û di civînê mijarên ewlehiyê hatin gotûbêjkirin.

Çavkaniya Rûdawê da zanîn ku civîn bi awayekî erênî pêk hat.

Li gorî gotina wê çavkaniya Rûdawê, ev civîneke destpêkê bû û ji bo danîna bingeha hevdîtinên din.

Çavkaniya Rûdawê ya ji Rojavayê Kurdistanê got:

“Her du aliyan li hev kirin ku danûstandinên xwe berdewam bikin da ku bigihên têgihiştinê ji bo paşeroja Sûriyeyê.

Hevserokê Nûnertiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) yê Washingtonê Bassam Îshaq ji Rûdawê re ragihand ku di civînê de mijarên leşkerî hatin gotûbêjkirin.

HSD hêzeke leşkerî ya ku piraniya Rojavayê Kurdistanê û hin deverên ku piraniya wan Ereb in ên wekî Reqqa û Deyrezorê kontrol dike.

MSD nûnertiya rêveberiya siyasî ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dike.

HSD xwedî hêzeke leşkerî ya bibandor e û ji sedî 35ê axa Sûriyeyê kontrol dike.

Roja 8ê vê mehê, çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê tevî komên hevpeymanên xwe, Şama paytexta Sûriyeyê xistin bin kontrola xwe û piştî nêzîkî 14 salan ê şerê navxweyî, dawî li desthilata 53 salî ya malbata Beşar Esed û rejima Beasê anîn.

“Kurd parçeyekî bingehîn ê pêkhateyên Sûriyeyê ne”

Ehmed Şer îro ji televîzyona El Erebiyê re behsa HSD û paşeroja Sûriyeyê kir.

Ehmed Şer ragihand ku dê li Sûriyeya nû sîstema federalî nebe û HSD jî dê bibe beşeke ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê.

Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê li ser paşeroj û rewşa Rojavayê Kurdistanê û HSDyê jî wiha got:

“Brêvebiriya niha ji bo çareserkirina kirîza li bakurrojhilatê welat û piştre tevlîkirina wê di hêzên çekdar ên Wezareta Berevaniyê de danûstandinan bi HSDyê re dike.

Kurd parçeyekî bingehîn ê pêkhateyên Sûriyeyê ne.

Ew rê nadin parçekirina Sûriyeyê û sîstema federal jî nayê qebûlkirin.

Hêzên Kurdan jî dê  di nava Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê  cih bigirin.”

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *