Berdevkê Lîwaya Bakur a Demokrat a HSDyê Mehmûd Hebîb ragihand ku ne hêzên Amerîkayê gelek hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê hene.
Fermandarê HSDyê da zanîn ku hêzên Amerîkayê venekişiyane û gotinên di medyayê de hene nerast in.
Fermandar Mehmûd Hebîn da zanîn ku dan û standinên wan û hikûmeta Sûriyeyê berdewam dikin û HSD dixwaze bibe hêza serekî ya artêşa Sûriyeyê.
Berdevkê Lîwaya Bakur a Demokrat a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mehmûd Hebîb bû mêvanê bultena Rojava ya Rûdawê û behsa pêşhatên dawî yên leşkerî yên li Rojavayê Kurdistanê kir.
Mehmûd Hebîb got, “Hinek komîteyên hevbeş hatine avakirin û ew di navbera xwe de behsa wan babetan dikin ku divê em li ser wan li hev bikin.”
Hebîb diyar kir ku eger HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bibe nav nabe pirsgirêk û got:
“Em navan nakin pirsgirêk, ji bo Sûriyeyê perspektîfeke me ya berfireh heye. HSD dixwaze ji bo avakirina artêşa Sûriyeyê bibe alîkar.”
“Nabe ku HSD çekan dayne”
Berdevkê Lîwaya Bakur a Demokrat daxuyand ku nabe HSD çekên xwe dayne û got:
“HSD hêzeke xwedî tecrûbe ye û dikare li bajaran û li ser sînoran ewlehiyê biparêze. HSD dikare bibe hêza serekî ya artêşa Sûriyeyê.
HSD di şerê li dijî terorê de xwedî tecrûbe ye. Piştî ku desthilata berê hat rûxandin, HSD dikare bibe hêza serekî û bihêz a Sûriyeyê.
Niha li Sûriyeyê ti hêz wekî HSDyê ne rêxistinkirî û ne bihêz e.
Pirsgirêk ne nav e, ka gelo ew hêz çi erkê bistîne pirsgirêk ew e. Niha HSD bi vî navî şerê DAIŞê dike û herêmeke berfireh a Sûriyeyê diparêze.
Eger HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bibe nav nabe pirsgirêk. Em navan nakin pirsgirêk, ji bo Sûriyeyê perspektîfeke me ya berfireh heye.
“HSD dixwaze ji bo avakirina artêşa Sûriyeyê bibe alîkar”
Ji bo parastina ewlehiya xelkê Sûriyeyê ti tişt ji HSDyê re nabe asteng. Li seranserî Sûriyeyê HSD gelekî tê qebûlkirin.
HSD niha li rojhilatê Firatê erkên mezin ên ewlehiyê bi cih tîne. Em dikarin van hêzên xwe ji bo parastina hemû Sûriyeyê bi kar bînin.
Ne durist e ku behsa radestkirina çekan were kirin. Dema tu çekan daynî tu dibî kesekî sivîl.
HSD naxwaze çekên xwe radestî ti kesî bike. Eger çek di destê HSDyê de be û ew çek girêdayî dewletê be ew baştir û pratîktir e.
HSD niha erkê parastin û ewlehiyê li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê bi cih tîne. Eger HSD çekên xwe dayne ka kîjan hêz heye wê erka ewlehiyê bi cih bîne? Hikûmeta Şamê dê çi bike?
Gelo dikarin ew erkê HSD dike bikin? Heger HSD çekan dayne dê valahiyeke mezin a ewlehiyê pêk were. Ev tişt nayê kirin.
Dibe ku ew çekên di destê HSDyê de ne girêdayî dewletê bin lê nabe ku HSD çekan dayne.”
“Hêzên Amerîkayê venekişiyane”
Fermandarê HSDyê Mehmûd Hebîb behsa nûçeyên vekişina hêzên Amerîkayê jî kir û wiha domand:
“Ti axaftin û daxuyaniyeke ku dê Amerîka vekişe nîne. Ya ku di medyayê û ji ser zimanê Trump tê behskirin ne rast e.
Di wê roja ku ew nûçe hat belavkirin, gelek hêzên Amerîkayê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Ne tenê hêzên Amerîkayê, hêzên Almanya û Fransayê û welatên din jî di çarçoveya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê li vê derê ne.
Eger hêzên Amerîkayê vekişin dê hêzên Almanya û Fransayê erkên wan bi cih bînin. Ti guhertin nîne.
Herêm ji bo vekişîna hêzên Koalîsyonê ne guncav e, DAIŞ dikare serî hilde. Tirkiye dikare herêmê têxe bin ambargoyê. Metirsî gelek in û rewş ne baş e.
Pirsgirêka Xezeyê û Libnanê bi dawî nebûye. Hebûna hêzên Amerîkayê ji bo hevpeymanên wê garantiyek e.
Ji bo Îsraîl û hêzên NATOyê hebûna hêzên Amerîkayê gelekî girîng e.
Hejmara hêzên HSDyê ne girîng e, di nava HSDyê de Kurd, Ereb, Sûryan û gelek neteweyên din hene.
Hejmara wan ne girîng e, ya girîng ew e ku 10 salan li dijî terorê û li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê şer kirine.
Heta niha jî erkekî girîng bi rê ve dibe û niha jî dixwaze bibe hêza serekî ya artêşa Sûriyeyê.”
Rûdaw