HOLENDA – Pirtûka ‘Zarokên Zagrosê’ bi Kurdî tê weşandin – Video

Pirtûk berê bi navê “Kinderen van de Zagros” hatibû belavkirin.

Şad Qezazê nivîskarê kitêba Zarokên Zagrosê, li bajarê Ranyayê ji dayik bûye û li Silêmaniyê mezin bûye.

Sala 1997an tevî malbata xwe çûye Holendayê, Şad hingê zarokekî 7 salî bû lê paşê li Holendayê lîsansa felsefeyê standiye.

Berê bi zimanê Holendî hatiye nivîsîn

Şad li Holendayê bi rêya Skypeyê bû mêvanê Diyasporayê û li ser pirtûka xwe got:

“Min sala 2022yan bi zimanê Holendî dest bi nivîsandina pirtûkê kir.

Min piştî nêzî sal û nîvekê qedand û me kitêb belav kir, niha nêzî 600 nusxeyî hatine firotin.”

Şadê ku kurê nivîskarê Kurd Azad Qezaz e, li ser dîroka Kurdan û herwiha olê çendîn pirtûk nivîsandine.

“Dê di demeke nêz de bê weşandin”

Şad diyar kir ku fikra wergera Kurdî ya bavê wî bûye û da zanîn:

“Piştî ku min pirtûka xwe bi zimanê Holendî kuta kir, bavê min biryar da ku pirtûkê wergerîne zimanê Kurdî.

Rabû kitêb wergerand û qedand û dê di demeke nêz de bê weşandin û bigihêje destê xwêneran.”

Şad da zanîn ku naveroka pirtûka wî qala dotmîreke Kurd dike ku xanimek e û ji aliyê bavê xwe yê padîşah ve tê erkdarkirin da ku piştî mirina wî cihê wî dagire.

Li gel ku çend birayên wê xanima dotmîr hene û ji wê mezintir in jî ew hatiye erkdarkirin, loma jî keçik razî nabe û bi nobedarekî re direve û piştî wê gelek bûyer diqewimin.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *