Piştî serhildanê, rewşa navdewletî ku ji bo Kurdan derket holê, derfet peyda kir ku Kurd karibin hîmê hikumdariyekê damezrînin ku dawiya dawî bibe bingeha dewleta Kurdistanê li navçeyê. Lê ji ber wê paşxaneya xwînî ya di navbera PDK û YNKyê de, ev derfet hê ji pêşiyê ve ji dest çû. Wek rewşeke neçarî ji malzaroka wê rewşa guncaw, awayekî nerast ê hikumdariyê ji bo Kurdistanê hat nexşandin.
Bê guman, her tiştê ku bingeha wî bi xirabî hat danîn, paşê rastkirin û çêkirina wî tiştî, ger ne estem be jî karekî herî zehmet e. Avabûna hikûmeta Kurdistanê li ser bingeha (wekheviyê) ji bo wan her du hêzên siyasî ku hemû stratejî û bernameya wan li ser bingeha kar û karvedana li hember hev bû, ev modela hikumdariyê berhem anî ku em vêga nêzî dawiya wê bûne.
Vêga, dibe ku ne hêsan be ku em wêneyekê ji bo vê yekê xêz bikin, eger ev her du hêzên nakok ji destpêkê ve li Kurdistanê nebûna û hêzine siyasî yên din li şûna wan hebûna yan hêzeke siyasî ya tenê hebûya yan jî eger em wêneyê bi vî awayî xêz bikin, di rewşa hebûna van her du hêzên rikber de jî ger yek ji wan desthilatdar û ya din mixalefet bûya yan li şûna lihevkirina (50 bi 50) bi awayekî din li hev kiribûna û her çar salan yekê ji wan rêveberiya Kurdistanê kiribûya, rewşa Kurdistanê dê çawa bûya?
Ez piştrast im ku piraniya xwendevanan di wê baweriyê de ne ku her yek ji van egeran dê ji bo Kurdan şanseke baştir bûya ji bihevre hikumdariya PDK û YNKyê, ji ber ku ji aliyekî ve berdewamiya hevrikî û nakokiya di navbera van her du partiyan de, herwisa ji aliyê din ve mehkûmbûna bi parastina celebekî hevsengiyê di navbera wan de, Kurdistan pir bi paş xist. Gelek derfet jî peyda bûn ku dikarîbûn pirsa Kurd û hikumdariya Kurdan ber bi qonaxeke baştir ve bibin lê ji dest çûn. Ne tenê wiha lê ji ber nakokiyên PDK û YNKyê gef û metirsiyên mezin ketin ser paşeroja hikumdariya wan û çarenivîsa gelê Kurd jî.
Serpêhatiya 32 salên ezmûna hikumdariya Kurdî, modela hikumdariya hevpar a PDK û YNKyê di serdema nebûna baweriyê di navbera wan de 1992-1994, şerê navxweyî 1994-1998, du rêveberî heta sala 2005an, peymana stratejîk û tevlihevkirina rêveberiyê heta 2014an, ji nû ve derketina nakokiyan û veguhestina hevrikiyên xwe ji bo nav hikûmetê. Li bin sîwana yek navî û dabeşkirina hikumdariyê li ser du navçeyên siyasî, me ev hemû şêwaz û modelên rêveberiya Kurdistanê dît, encam jî ev e ku em niha tê de ne û ne bi dilê şêniyên Kurdistanê ye.
Li vir çawa ne hêsan e ku em wêneyeke rast ji egerên 30 salên derbasbûyî re xêz bikin, ger ev her du hêz nikaribin bi hev re hikumdariyê bikin, ji bo siberojê jî ne hêsan e ku em bizanin paşeroja Kurdistanê dê çawa be. Nexasim ji ber ku her du alî xwedî erdnîgarî, hêzên leşkerî, ewlekarî û aborî yên taybet in û nakokiyên wan gihîştine astekê ku derfeta bihevre mayîna hikumdariya wan tê ku bixitime.
Zimanê ku pê mixatebeya hev dikin bi awayekî ye ku ji şerê navxweyî û bi şûn de cara ewil e bi vî rengî rûbirûyî hev dibin. Ji ber ku em li pêşberî pêvajoya hilbijartinê ne, tê çaverêkirin ku rewşeke rageştir di navbera wan de pêk were û qelş û derzên wan bi radeyekê mezintir bike ku derfeta gotûbêja di navbera wan de ya piştî hilbijartinê jî nehêle. Nemaze ji ber ku her du alî li dijî hev di çeperê de ne û dixwazin vê hilbijartinê bikin derfeta şikandina rikberê xwe û dûrxistina wî ji desthilatê.
Li kêleka vê rewşa siyasî ya xerab li hundirê Herêma Kurdistanê, hevkêşeyên herêmî bi awayekî ne ku egera kutabûna bihevre hikumdariya PDK û YNKyê ber bi dawiyê ve dibin. Tê çaverêkirin ku hikûmeta bê ya Kurdistanê û nexşeya siyasî berovajî 32 salên borî be û Kurdistanê bibe qonaxeke nû ku modeleke din derkeve holê ku yekê ji van her du hêzên rikber di desthilatê de bihêle û hêza din di siyê de bihêle.
Ji ber ku birêvebirina hilbijartinê di destê wan de nemaye, nikarin birêvebirina neşxekêşiya piştî hilbijartinê bi hêsanî têxin destê xwe. Ev jî wer dike ku proseya siyasî bi hêlekê de here ku derfeta riqakirin û pînekirina mîna berê ji PDK û YNKyê re nehêle ku carinan şeş meh di ser hilbijartinê re derbas dibûn, seba mehkûmbûna hikûmeta bihevre, nikarîbûn hikûmetê pêk bînin.
Bi taybetî jî ku hilbijartin di rewşekê de tê kirin ku nakokî gihîştine gupîtkê, wer naxuye wek hilbijartinên berê destê xwe têxin destê hev, bi egereke mezintir destbadan û hewldana şikandina hev dê xurttir be, tenê dibe ku di du rewşan de bikarin bi hev re bimînin ku ew jî dê ne hêsan be. Ya yekem ew e ku rêkeftineke pêşdem bikin û berî hilbijartinê nexşeya bê ya hikumdariyê diyar kiribin bi guhertina di pêgeh û navendên desthilatê û parvekirina wê di navbera xwe de, ku ev jî ji bo qonaxa niha ya hevrikî û nakokiyên wan dûrî ketwarê ye.
Ya duyem jî, wek rewşa neçarî ew e ku encama hilbijartinê û dabeşbûna kursiyan li ser hêzên siyasî bi awayekî be ku bêyî beşdariya bihevreyî ya PDK û YNKê ne pêkan be ji nîvî zêdetirê parlamentoyê bê komkirin. Tevî hebûna berjewendiyên hevpar di navbera wan de lê ji bilî van her du rewşan ti asoyek ji bo bihevre hikumdariya PDK û YNKê nemaye.
Nexşeya siyasî ya Îraqê, asayîbûna paşguhxistina serkeftiyê hilbijartinê (Sedr) wek mînak, pêkanîna rêveberiya xwecihî ya Kerkûkê li Bexdayê bêyî beşdariya pêkhateyeke wek Tirkmenan, wek daneyekê ji me re dibêje ku nexşeya siyasî ya bê ya Kurdistanê jî dê li ser bingeha piranî û hindikahiyê be û dê ne mehkûmî ragirtina hevsengiya hêzê di navbera PDK û YNKyê de be.
Ger PDKyê û yên ku amade ne pê re hikûmetê pêk bînin bikarin zêdetirî nîvê kursiyên parlamentoyê bibin, dê hikûmetê bêyî beşdariya YNKyê pêk bînin û di rewşa herî baş de dibe ku postên çend wezîran jê re bihêlin. Li milê din, eger YNKyê û yên ku amade ne pê re hikûmetê pêk bînin bikarin ji nîvî zêdetirê parlamentoyê kom bikin, wekî rêveberiya Kerkûkê, dê hikûmetê bêyî beşdariya PDKyê pêk bînin û tenê çend wezîran jê re bihêlin.
Ji ber vê rewşa tal a Kurdistanê û monopola siyasî, cografî, ewlehî û leşkerî ku li ba van her du hêzan heye, sêwirandina hikûmeteke bêyî beşdariya her du aliyan nola xeyalê tê dîtin lê hevkêşeyên niha yên deverê û rewşa navxweyî ya Kurdistanê siberoja hikumdariya Kurdistanê xût ber bi wê qonaxê ve dibe.
Arif Qurbanî
Rûdaw