Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Serokê Meclîsa PWK Ewropayê Baran Boskan, endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Ferhad Boskan, Berpirsê Belçîkayê yê PWKyê Ahmed Alan pêk hatibû, roja 12.11.2024ê,  Seroka Damezraner a Komela Têkoşer Li Brukselê û Seroka ewil a damezraner a Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, Seroka Buroya Kurdî Li Brukselê, rewşenbîr û xebatkara doza miletê Kurd, keça Ekrem Cemîlpaşa, Pervin Cemîlpaşa xanimê li mala wê ya li Brukselê zîyaret kir.
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, ji ber vê pêşewazîyê spasîya Pervin Cemîlpaşa xanimê kir û di derbarê PWKyê de agahdarî da û di doza miletê Kurd de, rola xebatên Malbata Cemîlpaşa yên Amedî û grîngîya ked û xebatên Pervîn Cemîlpaşa xanimê yên li dîasporayê anî zimên.
Pervîn Cemîlpaşa xanimê jî ji ber vê seredanê spasîya heyeta PWKyê kir û kêfxweşîya xwe anî zimên.
Hevdîtina heyeta PWKyê ya li gel Pervîn Cemîlpaşa xanimê di atmosfereke germ, dostane û berhemdar de pêk hat.