Cano AMEDÎ
Îro li seranserê Kurdistanê (Bakûr, Başûr, Rojhilat û Başûrê Rojava) metirsîya herî mezin hewldanên guhertina demografya Kurdistanê yê. Li hemû beşên Kurdistanê bi plansaziyek hevbeş demografî tê guhertin, bi tevna civatê dileyizin û nifûsa milletê kurd kontrol û belav dikin; bi rêya karên narkotîk û qaçaxiya mirovan, nifûsa ciwanên Kurd, bi plansazîyekî kûr ji Kurdistanê dûr dixin.
Her sal bi hezaran malbatên kurd li ser sinoran an jî di behran de jiyana xwe ji dest didin. Bazarek, borsayek mezin çêkirine, mîlyon dolar û ewro dest diguherînin. Xort û keçên kurd, dikişînin kolanên Ewropa, Emerîka û Qanadayê…
Sîmsar û taciren vî karê rêş, li pêş civatê dijberîya hev dikin, lê li pişt perdê şirîkên hevin. Dijberî û şerê wan ji bo berjewendî û pereyê reş in. Êdi bendergehên (lîman) wan, balafirgehên wan hene; keştî û balafirên wan hene. Bi tonan maddeyên tiryakê/narkotîkê di bin destê wan de ye. Xwe xwedîyê her tiştî dibînin. Hêzên wan yên hevbeş hene, pirsgirek û nakokîyên xwe bi rêya hêzên brokrasî û ewlekarîyê yên şirîk çareser dikin.
Hemû qadên jiyanê li gorî hukmên mafyayê parsel parsel ji hev cuda kirine. Sîstem ji jor de heta jêr bi şaxê jahrî bi hevre hatîye girêdan. Sîstemê bi rêya bazara narkotîkê hemû beşên civatê tevizandiye, tirsandîye û bi şêweyekî bi xwe ve girêdaye. Sîstemê bi rêya kar û xebatên narkotîkê, bi rêya xewn û xeyalên dewlemendîyê, dijberên xwe kedî kirîye û kiriye şirîkê xwe. Ji ber wê yekê jî her diçe ev hişmendî di nav civatê de kûr û belav dibe.
Êdî di kolan û bazaran de peydekirina maddeyên tiryakê ne zehmet e, bi hêsanî peyda dibe; di bin çavdêrîya fermi de tê belav kirin û temîn kirin. Temen û rêjaya bikaranîna wan maddeyan ketîye asta 12 an 13 salîyê. Êdî zarokên dibîstanan bûne “muşterîyên” herî aktîf. Kolan, cafe, restorant an derdorên dibîstanan, tax û bajarok, bi îhalan di nav “baronan” de dest diguherînin.
Her roj di quncikeke tarî de, ciwanekî/ka me jiyana xwe ji dest dide. Êdî malbat nikarin serî bi zarokên xwe re derxin, êdî cînnet û bûyerên bi vî rengî bala medyayê nakişînin jî. Medyaya serdest û bindest weke li hev kiribin, ji hev re çîrokên li ser “ker, lal û kor” bûnê dibêjin. Tu ji wan bipirsî, sond dixun bi heft telîsên peran, dibêjin: “Me ne bihîstîye, nedîtîye û em nizanin!” Lê mixabin her roj di wargehên belangazîyê de, di wargehên feqîrîyê de û li çeperên bajaran, dengê hawar û qêrîna dayîkan, axîn û fîgana xwişk û birayan deng vedidin.
Ji sedemên aborîyê, ji sedemên ewlekarîyê û ji bo dahatûya xwe, xort û cîwanên me qefle qefle berê xwe dane kolanên Ewropayê. Her diçe nifûsa cîwanan kêm dibe. Dewlet wê valahîyê bi “penaberên” biyanî tije dike; demografya Kurdistanê bi plansazîyeke kûr û dirêj diguherîne. Ji bo aborîya heremê têk bibe, hemû derfetên xwe bi kar tîne. Bi zext û çavsorîyê erd û zevîyên cotkarên Kurd ji destê wan derdixe. Cotyaran bi rêyên fermi deyndar dikin û pişt re bi rêya mehkeme û îcra dest datinin ser mal û mulkên cotyarên Kurd. Arazî û zevîyan, difiroşin kesên biyanî yan jî dewlemendên ji derdora Herêma Behra Reş in… Eger hinek rojnamevan an lêkolîner, an jî beşeke medyayê, bixwazin rastîya bibînin, divê li ser aborîya Herêma Behra Reş, li ser têkilîyên narkotîkê, li ser têkilîyên grûbên mafyayê û têkilîyên bi dewletê ve hene, raweste! Ji dema damezrandina Komara Tirk heta niha, têkilîyên brokrasî û mafyaya Herêma Behra Reş wê gelek tiştên veşartî derxe hole. Lê mixabin xuyaye bi giranî herkes ji rewşa xwe memnûn e! Kirasekî “sîyasî”, nasnameyek e “sîyasî”, ev kiras û dem ji bo bi destxistina mafê rûniştinê têr dike, piştî wî herkes li mala xwe, li pey berjewendîyên xwe yên şexsî dimeşe.
Piştî şerê Xendekan û lîstoka 15 Tîrmehê şûnda, karên qaçaxçîtîya mirovan, karên narkotîkê û parselkirina cîhên rantê ji nû ve hatin organize kirin. Îro ew kar û xebatên narkotîkê ji yek navendê ve birêve diçin. Ji ber wê yekê, mirovên me, xort û cîwanên me bi keştîyan, bi TIR û wasitayên naklîyê, qefle bi qefle, derdixin dervayê welat. Lê ji alîyekî ve jî, du qatên wan kesên çûne derve bîyanîyan ji welatên din tînin li Kurdistanê bi cîh dikin. Ev metirsîyeke mezin e û ji bo siberojê tahlûkeyeke giran derdixe hemberî civata Kurd. Divê hemû beşên civatê, lê bi taybetî karsaz û sermeyadarên civatê li ser vê mijarê bi hûrgilî rawestin, rê û rêbazên çareserîyê peyda bikin û li ser civatê û dewletê ferz bikin.
Ez naxwazim mijarê dirêj bikim, lê bi kurtayî dixwazim bala we bikşînim ser têkilîyên grûbên narkotîk û dewletan.
Berîya 12ê îlona 1980an li Tirkîyê baron û navdarên mafyayê ji herema Behra Reş (Karadeniz) bûn. Bekir Çelenk yek ji wan Baron û nîjadperestê Tirk bû; hemû karên reş, di bin desthilatdarîya wî û hevalên wî de bûn. Ew û hevalên xwe yên Ulkucu, nijadperest, li Bulgaryayê, di bin desthilatdarîya dewleta “sosyalistan” de hîmaye didîtin û bi şirîkatî qaçaxîya navbera Asya û Ewropayê dikirin. Bulgarya ew dewlet bû ku hinek “rêxistinên çep”, qaşo ji bo şoreşê “perwerde” dikirin. Eger lêkolînerekî/ê xwedî pîvan û wêrek hebe, dikare secera têkçûn û pûçkirina têkoşîna civakî bi belge û îspat raxe ber çavan. Lê mixabin ev mijar, mijarek leflefokî û jahrî ye, zû bi zû kes cesaret nake ku, pirsan bike. Lewra berîya dewletê, hinek alîyên peywender derî li mirov digirin û dorpeç dikin ku deng dernekeve û kes bi siran nehise û ne bihîze!
Kurdino, ji xewa mirinê şiyar bibin, civat dirize, pûç dibe, her diçe keştîya me av digire.
Li xwe, li welatê xwe, li ziman û çanda xwe xwedî derkevin!
Rê nedin hinek xêrnexwaz bi tevna civata we bileyizin!
Hişyarbin, baldêrbin û li welatê xwe xwedî derkevin!
04.07.2024
Cano Amedî/AMED