Hevpeymanî: DYA bi rik e ku Pêşmerge bibe hêzeke modern û profesyonel

Fermandarê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê General Joel B. Vowell got, “DYA bi rik e ku hêzên Pêşmerge bibin hêzeke modern û profesyonel.”

Fermandarê Hevpeymaniya Navneteweyî Vowell pirsên Rûdawê bersivandin.

Joel B. Vowell diyar kir ku reformên ji bo yekkirina hêzên Pêşmergeyan didomin, lê belê di vê pêvajoyê de hin pirsgirêk hene.

“Reform diomin”

Fermandarê Hevpeymaniyê diyar kir ku hin aliyên siyasî li ber pêvajoya yekkirina hêzên Pêşmerge dibin asteng û got: “Hêzên Pêşmerge ber bi guherînê ve gavên gring avêtin. Reform didomin, lê belê ji aliyê nûkirina hêza xwe û avakirina binyata xwe ve rastî astengiyên mezin dibin.”

“Welatên Rojavayî Kurdistanê diparêzin”

Joel B. Vowell amaje nakokiyên polîtîk kir ku nakokiyên polîtîk li ber reforman dibin asteng û dom kir:

“Welatên Rojavayî ji bo parastina ewlehiya Kurdistanê xwedî dîrokeke kevnar in. Ji bo guherînên kevneşopî û çandê, pêdivî bi demê heye.”

General Joel B. Vowell bi bîr anî ku li ser guncivîna hêzên Pêşmerge ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Herêma Kurdistanê de, peymanek heye û dema wê heta 2026an e.

“Zor be jî em dikarin bi ser bikevin”

Fermandarê Hevpeymaniyê diyar kir ku DYA piştgiriyê dide yekkirina hêzên Pêşmerge û got:

“Hin kêmasî hebin jî em ji bo guncivandina hêzên Pêşmerge bi pêş ketin. Ji bo em bigihin armanca xwe, pêdivî bi disîlpîn û vîneke siyasî heye. Zor be jî em dikarin bi ser bikevin. Bipêşketina heta niha bandor li min kir, em dikarin bi pêgeheke bihêz bigihin vê armancê.”

“DYA piştgiriyeke xurt dide hêzên Pêşmerge”

Joel B. Vowell diyar kir ku piştgiriya DYA dide hêzên Pêşmerge gring e û domand:

“DYA piştgiriyeke xurt dide hêzên Pêşmerge çimku, hezeke profesyonel û yekbûyî ya Pêşmerge, dikare aramiyeke baştir saz bike.

Em û hevkarên xwe yên Kurd, wekî hêzeke hevpar, alîkariyê didin aramî û ewlehiya vê herêmê û ev jî di berjewendiya hemû aliyan de ye.”

“Em piştgiriyê didin Îraqeke yekbûyî”

Joel B. Vowell pirsa, “Gelo Iraq dibe asteng ku DYA alîkariya leşkerî û çekan bide hêzên Pêşmerge?” wiha bersivand:

“Ji bo DAIŞ bi tevahî têk biçe Em piştgiriyê didin Iraqeke yekbûyî û aram û em ê bi Hewlêr û Bexdayê re ji bo vê yekê bixebitin. Iraq welatekî serwer e û ew dikare li ser biçekkirina hêzên xwe biryarê dide.”

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *