Cano Amedî
Di pêvajoya dîrokê de, mixabin em di warê pêkvejiyanek hevrêzî, hevahengî, civakî û demokratîk de, tu helwest û nimûnek erînî ji alîyên desthilatdarên dewleta Tirk, Ereb û Farisan de nabînin.
Wan hebûn û jiyana xwe her li ser sîyaseta dagirkerî, qetilkirin û talankirinê domandine. Di xapandin û karên bêbextîyê de xwedî huner û pispor in. Çand û karekterê wan dişibe hev. Di heman demê de karbidest û rêvebirên tirk, ereb û farisan desthilatdarîya xwe li ser şer û xwînê domandine. Pirê caran çand, rastî û karektera xwe ya talankirin û xenîmetê di binê kirasê olî de domandine. Ev çand, li ser bingeha qetlîam û jenosîdan hatîye avakirin û meşandin. Ev çand, pirî caran di bin navê ENFAL û FETİHê de jiyana netewan û mirovahîyê serûbin kirîye; rê li ber trajedî û travmayên civakî yên kûr vekirîye. Zalim û dîktatorên wan welatan, li gorî naveroka hinek ayetan jî, ji xwe re fetwayên tawankarî afirandine û civata xwe jî kirine şirîkê van kiryarên xwe!
Gava em li rûpelên dîrokê dinhêrin û dixwînin, em dibînin ku desthilatdarîya hersê alîyan jî li ser çanda wêrankirin û talankirinê geş bûye. Fikra “fetîhê” xala wan ya hevbeş e. Loma jî felsefe, ol û bawerîyên wan bi “fetîh”ê ve girêdayîye. Felsefe û naveroka fetîhê bi xwe li ser stûnên talan û dagirkerîye dimeşe. Hevoka GANÎMETê jî weke bertîlek efsûnî û pîroz, civatên nezan û paşdemayî cezb dike. Zalim û dîktatorên wan civatan, ji bo milet û xelkên din kedî bikin û li gorî desthilatdarîya xwe birêve bibin, hedef û wargehên şer zîndî dihêlin; civata xwe bi tirsê dorpêç dikin û weke civatek şervan her gav amade û mobîlîze dikin.
Weke nimûne; di dema jenosîda HALEPÇEyê de hinek hemwelatîyên ji Filistînê û hinek welatên ereban, hem li ser navê fetwayên dînî, hem jî bi şowenîzma erebî û di binê navê ENFALê de, li Başûrê Kurdistanê beşdarî qetlîam û komkujîyan bûn. Rêvebirên sîyasî û delegasyonên wan welatan di hemû qadên navnetewî de li gel Sedam Husênî cîh girtin. Piranîya dewletên mezin û çepgiran û heta dewletên ku xwe bi navê sosyalistîyê didin nasîn jî li hemberî vê barbarî û jenosîdê bêdeng man û çavên xwe ji vê tewana mirovî re girtin.
Di 5ê Nîsana 1991ê de, bi biryara Neteweyên Yekbûyî, ji bo ‘’herêma bakûrê parelela 36an” qedexeya firîna balafiran hate îlan kirin û di bin navê “hêza mîrkut” de hêza parastinê hate tayîn kirin. Ev herdu biryar jî, di eslê xwe de, ji bo parastina gelê Başûrê Kurdistanê bûn û rê ji destkeftinên Dewleta Federe yên îro re vekir. Di wê demê de, li himberî ‘’hêza mîrkut’’, bi navê ‘’anti-emperyalîzmê’’ bertekên herî mezin alîyên îslamî û çepgirên welatên dagirkerên Kurdistanê ne nîşan dan û li dijî vê biryar û helwestê derketin. Ji dervî PKKê, hemû partî û rêxistinên kurdan kêfxweşîya xwe îfade kirin û piştgirî dan biryara Netewên Yekbûyî û ew biryar û hemleya navnetewî weke gaveke erênî nîrxandin. Lê mixabin piranîya beşên civata dewletên dagirkerên Kurdistanê li gel dewleta xwe cîh girtin. Herweha piranîya îslamî û çepgirên van welatan, bi zanîn an ji ber tengfikrandina îdeolojîyên xwe, gotina ‘’antî-emperyalîzmê’’ weke mertaleke sîyasî bi kar anîn. Di encamê de, di cepheya ku li dijî mafên kurdan de cîh girtin. Qaşo, ew kiryar û hewldanên hanê, lîstîkên hêzên emperyalîst bûn, bi wî awayî jî parastinek êrîşkar ji bo veşartina karektera xwe ya şoven û nijadperestî bi kar anîn. Em baş dizanin, hinek ji van alîyên ku em behsa wan dikin, her dem piştgir û aqilmendên dewleta xwe ne; weke propagandîst û telalê taxê, dixwazin karekterê dewleta xwe, hewldanên emperyal û dagirkerîyê veşêrin û ew weke erkdarên pasevanîyê tevdigerin.
Di dagerkirina KERKUKê ya 16ê cotmeha 2017an de jî nîjadperestîya li dijî miletê Kurd carek din hate dubare kirin. Hêzên leşkerî yên Iraq û Lubnanê teva grûbên cîhadîst beşdarî vê dagirkirîyê bûn. Herweha, di dema êrîşên DAÎŞê û dagirkirina EFRÎN, Girê Sipî û Serê Kanîyê de jî cardin me dît ku di bin navê FETÎHê de gelek grubên tûndrew û cîhadist di bin banê Fetîhê de li dora “xelîfê çavbirçî’’ kom bûn, dest bi talan û kuştinê kirin. Ji darên Zeytûnan bigirin heta mirîşk û elokan jî talan kirin. Gava mirov li sosyolojîya wan dinihêre, mirov dibîne ku ji hemû welatên qaşo misilman in, komê talanê li hemberî gelê Kurdistanê şer dikin. Me rojekê nebihîst û nedît ku cemeata ulemayên wan welatan li dijî van kiryar û sîyasetên hovane bertek nîşan dabin. Berevajîjîyê wê, diyanet û saziyên wan yên olî û civakî fetwayên piştgirîyê dane wan. Dîrok şahidîya bi hezaran bûyer û kiryarên hovana dike. Heta nuha me nedîtîye, nexwendîye, nebihîstiye û em pê nehisîyane ku ji xeynî çend kes û grûbên biçûk, çepgir oldarên tirk, faris û ereban li dijberî van êrîş, zilm û neheqîyan helwest nîşan dabin.
Îro jî em dibînin ku piranîya wan qaşo li dijî neheqî û hewldanên emperyalizmê tevdigerin, lê naxwazin kiryar û pratîkên dewletên xwe, zilm û neheqîyên desthilatdarên xwe bibînin. Bi sed salan e ku sîyaseta jenosîd û talankirinê; qetlîam û nefîkirin li erdnîgarîya Kurdistanê kêm nebûye, her ku diçe zêdetir dibe. Heta îro tu dijberîyek girseyî li hemberê neheqîyan nehatiye nîşan dan! Her tim; karekterê kerr, kor û lalbûnê pejirandine. Em dibînin û dizanin ku li gelek welatên cuda rewşenbîrên azad û xwedîbext, hêzên muxalif û dijber li hemberî kiryarên dewleta xwe, li gel mazlûman cîh digirin û ji bo sîstema desthilatdar têkbiçe tevdigerin. Lê mixabin piranîya çepgir, rastgir û oldarên van dewletên ku Kurdistan di nav xwe de dabeş kirine, yan li himberî van zilm û neheqîyan bêdeng dimînin, yan jî li gel zalimên xwe cîh digrin. Bêgûman, dost û hevalbendên milletê Kurd ne mixatabên van rexneyan in! Em her dem wan cihê dibînin û rêzê li wan digrin. Gotinên me ji wan alîyên durû, li hemberî neheqîyê bêdng û mîsyoner re ne.
Ji ber ku ew di warê bîrûbawerî û dadwerîyê de ne azad in, bi aqilê desthilatdarên xwe tevdigerin ji bo wê, em dibêjin piranîya hêzên îslamî û çepgirên tirk, ereb û farisan fêhm nekirine ku heta miletê kurd azad nebe, gelê wan jî dê azad nebin; dê li ser erdnîgarîya vê navçeyê xweşî û aramî geş nebe!
Ew alîyên ji sîstema FETÎHÊ diçêrin, berjewendî û dahatûya xwe bi dagirkeriyê ve girêdane, tu carî naxwazin ev sîstem têkbiçe. Ji ber van sedeman e ku ev beşên civatên dewletên dagirker ku em behsa wan dikin, bi hev re dibêjin: “Xwedê zewalê nede dewleta me, ger dewleta me têk here, cîhekî em lê bistirin tuneye!” Ev psîkolojî û hişmendî bingeha sereke ya tirsa sîstema dagirkerî û talankerîyê ye. Ev hişmendî, tirsa wendakirina bazar û qezencên ji neheqî û dagirkerîyê tên bixwe ye. Ev wêneya ku hemû xwe têde dibînin û îfade dikin, pergala FETÎHÊ bixwe ye! Ji ber vê yekê jî gava mijar dibe pirsa kurd û Kurdistanê, hemû yekser bi hev re hevkarî û tifaqên hevbeş yê dijberîyê ava dikin.
Ev rastîyên hanê carek din, dide îspatkirin ku heta em weke milet tevnegerin, bi hişmendîya netewî gav navêjin; heta ku em xwe ji qeyd û bendên îdeolojîk, berjewendîyên hizbî û kesayetî azad nekin, wê êşa me bi dome û birînên me her tim bên xurandin. Ne îdeolojîyên tundrew, ne bîr û bawerîyên teng û ne jî çîrokên doyin ji me re nabe derman. Pêwîstîya me bi hişmendîyek netewî, bi sînerjîyek milî û kelecanîyek welatparêzî heye. Ji Dîaspora bigirin heta hemû beşên Kurdistanê, li ser bingeha hişmendîya welatparêzî divê pêlên têkoşînek hevbeş û kelacanîya hestên netewî geş bikin.
Divê em ji bîr nekin, heta ku qeyd û bendên dagirkerî û bindestîyê di sitûyê miletê Kurd û kurdistanîyan de bin, dê gelê tirk û ereb û faris jî nikribin azad bibin; dê ew jî nikaribin ji qeyd û bendên xwe azad binin û dê ew jî nikaribin xweşî, azadî, aramî û demokrasîyê bibînin.
04.10.2024 .