Hemas: Em amade ne bi şert ji Xezeyê derkevin

Endamê Mekteba Siyasî ya Hemasê Basim Naîm ragihand eger şertên wan bên qebûlkirin ew dikarin ji Xezeyê derkevin.

Basim Naîm got, wan ji bo bidawîkirina bombebarana li Xezayê bi awayekî rasterast bi Amerîkayê re dest bi dan û standinê kiriye.

Endamê Mekteba Siyasî ya Hemasê amaje bi wê jî kir ku Hemas dixwaze guherîna dîl û girtiyên navbera Îsraîl û Filistînê pêk were.

Berpirsê Hemasê diyar kir ku ew dixwazin hêzên Îsraîlê ji Xezayê derkevin, rê ji karwanên alîkariyê re bê vekirin û Xeze bêyî ku niştecihên wê koç bikin jinûve bê avakirin.

Wî berpirsê Hemasê ji medyaya Almanyayê re ragihand ku wan ji Amerîkiyan re gotiye, eger daxwazên wan bi cih bên, ew amade ne dev ji Xezayê berdin.

Basim Naîm got, “Me ji Amerîkiyan re ragihand ku eger şer bi dawî bibe, em amade ne dev ji kontrola Xezayê berdin.”

Îsraîl ji 2yê Adarê ve rê li ber hatina alîkariyên mirovî yên ji bo Kerta Xezayê digire ku hejmara niştecihên wê 2, 4 milyon kes in.

Piştî agirbesta du mehî 18ê adarê Îsraîlê dîsa dest bi êrişan kir.

Rêxistinên navbeteweyî yên wekî Bijîşkên Cîhanê û Bijîşkên Bêsînor û Oxsfam,  14ê Gulanê hişyarî dan ku eger êriş û astengkirina hatina alîkariyan ji bo Kerta Xezeyê berdewam bike dê mirina bi kom a ji ber birçîbûnê li Xezayê çêbibe.

Trump: Ez dixwazim Xezeyê bikirim

Serokê Amerîkayê Donald Trump, doh ragihand ku ew dixwaze Xezeyê bikire û bike herêmeke azad.

Trump di sefera xwe ya Qeterê de behsa paşeroja Xezeyê kir û got, “Dîtineke min a gelekî baş ji bo Xezayê heye, ew jî kirîna wê wekî herêmeke azad.

Ez şanaziyê dikim eger Amerîka xwedîtiyê lê bike û wê bigire û bike herêmeke azad.”

Tevgera Hemasê jî di bersivê de ragihand, “Xeze beşeke cudanebûyî ya axa Filistînê ye û ne milk e ku di bazara azad de bê firotin.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *