Min gotinê pêşiyan tenê ji devera gundê xwe(Gundê Qerto) berhev kir. Ev gotinên ku min berhevkirinin hinek gotin bişibe gotinên heremê dinan jî lê min dîsa berhev kir. Ji bo ku gotinê pêşiya ji nav gel derkeve holê ku lêkolîner gotinan bidin berhev ku çavkaniyek ava bibe. Keremkin bawer dikim hûnê pir sûd jê bigrin. Paşa Amedî
- Bêhna bava tê ji apa, bêhna dêya tê ji xaltiya
- Bêhna Xwedê fireh e
- Bi aran xwe pa, bê aran jî got: “Em bê ar in”
- Bi bendê xelkê nere avê
- Bi du tengasiyê firehî heye
- Bi kerê nikarin li kuriyê dixin
- Bi xwe xwedî kir, berda canê xwe
- Bi zimanê xwe bigre cihê xwe bikire
- Bila mirîşka min spî be bila qe hêka neke
- Bila ne bi dilê me, be ne bi milê me be
- Bîne, bibîne lê derdê hêwiyê nebîne
- Bira mirin hebe bira yextiyarî tunebe
- Bûk ji sêrgo dewlet ji Xwedê
- Çavê bizinê tim li çilo ye
- Çiyê mêran jibîr neke
- Çûk dibêje: “Goştê min pariyek gunehê min barek”
- Derdê hêwiyê giran e, mîna jana dizana ye
- Derziya wê bi serî wî re ye
- Destê xwesiyê nagîhîje keziyê
- Dev ji şîrê germ şewutiye pifê dew dike
- Devê pisikê negihîşt parzin, got : “Bira xêra dê û bavê min be”
- Di rêya mirov de çi heye wê bibîne
- Dijminê xwe bi doskî dikuje
- Dîn e lê dînan baqil dike
- Dinya etariye çi dipirsî heye
- Dinya ji kesekî re namîne
- Dinya xweş bûye, însan ne rind bûye
- Diriyan bi destê meriva derdixe
- Dît nedît bi xwe de rî
- Dixwe û narî
- Diz ji dizan dizî, erd û ezman lerizî
- Ê ku fêkiyan dipejrîne tav e
- Ewlad guz e torn kakil e
- Firî alçax ket
- Giyayê hewşê tahl e
- Golikê malê ji gayê mezin natirse
- Hay haya wî çûye, way waya wî maye
- Hê bîna sîra ji dev tê
- Hê hesp tune afir çê dike
- Her meywe di wexta xwe de xweş e
- Herkes bi refê xwe re ye
- Heya heriya jin û mêr ji hev nebe hevdu nagre
- Hinekên bikin hinekên bixwin
- Ho deve, ho deve, milikê min û te her tim biheve
- Îşê jina weka îşê mirîşkê ye
- Ji bo ku însan hevdu nas bike; tu ya bi cîran bî an bi heval bî
- Ji bo nefsê, xwe avêt hepsê
- Ji tirsê sûc, ji sûcê ceza çê dibe
- Jin malan çê dike û xerab jî dike
- Kê kiro kê xwaro
- Keran çêkir hespa jî xwar
- Keran kir, hespan xwar
- Kerê xurt ço bi xwe nake
- Kevçî ma bi kodê, mal ma bi hodê
- Kî baş e ji xwe re baş e
- Kî bûk e ew berbû ye
- Kî çiyî bike ji xwe re dike
- Kosî hêkan dike, hêkan dixe erdê û dere
- Ku hat diyarê, wê were nav malê
- Ku şev li pişt be îş çi tişt e
- Kuriyeke mirov hebe bar li erdê namîne
- Li kerê siwar e li kera xwe digere
- Li mala bavê teq û req, mala mêr timû req
- Li zarokan bigurijin lê lê mexin
- Ma tu serê pisikê yî
- Mîna malê bavê xwe bixwe
- Mirov bi çekan, can bi eşya, heywan bi goşt xweş e
- Mirov bi xûyê heywanê xwe zane
- Mirov ku ji yekî hez bike ji kuçikê wî jî hez dike
- Mirovan bi pemî serjê dike
- Mirovê ku bi nîşanî dibe êleka xwe darda dike
- Mirovê xerab weka qîra Şamê ye ji meriv zû jê nabe
- Nan dan ber, ço dane ser, nan bidin ber ço bidin ser
- Nanê mêr bê mînet e
- Ne ji defê re ne ji zirnê re dibe
- Neyarê bavan nabe dostê lawan
- Nifir bi nivî ye
- Nifir di carekî de naqewime
- Nigê xwe li koda xwe dixe
- Paş stûyê xwe xurand û çû
- Pîrê bawernekir mêr bike, dawa heştekê kir
- Qe nebe wê Xwedê bidyê
- Qey pêlê hêka dike
- Rizqê salê bi salê re ye
- Roviyê geriyayê ji şêrê veketî çêtir e
- Sola goşkar her tim qetiya ye
- Tehm bike fehm bike
- Ter û hişk bi hev re dişewute
- Têr xwar tê hilda
- Tir li bin goha ketiye
- Tiştê bi nêvî jê neke hêvî
- Tiştê çû nede bi dû
- Xêran bike lê ne bi malê min
- Xwarin keviran nerm dike
- Xwedê li çiyê mêze dike berfê dibarîne
- Ya xwarinê xal û xwarzî, yê piştê ap û birazî
- Yê ku nemre wê bibîne
- Yên ku malan xera bike bê mal dibe
- Zarok mirovan dibe ber deriyê dijmin
- Ziman xweş e, lê zik reş e
Amedekar: Paşa Amedî-ÇANDNAME