Di dîrokê de kî bi hêz bûbe, çi malbat, çi eşîr, netewe an dewlet dest danîne ser mal û mulkê yê qels û ew ji xwe re kirine kole û bende. Hinekan gava vêya bi darê zorê nikarîbûne bikin, bi fen û fûtan hinek ji wan kirîne û ew bera hev dane, ew ji taqet xistine û pê li hustuyê wan kirine…
Serpêhatîya Wekîl Mistefayev û Kurdistana Sor yek ji vê mînakê ye. Mistefayev dibê: “Ji bo ku di 1991 de Azerbaycan sexwebûna xwe îlan kir û xwe perçeyekî Turkîye dît, Rûsya û Ermenîstan jî bangî min kir û gorin: `Li Laçîn, Kelbejer û derdora wê Kurdistana Sor ava bikin, çi alîkarî lazim be emê bikin.` Me jî 1992 de Kurdistana Sor îlan kir. Li ser pêşniyara Ermenîyan, min jî wê gafavê têkilî bi serokê PKK A. Ocalan re danî û alîkarîya 200 gerêla jê xwest… ji alîkî de li Moskova nûnerên Komela Mala Kurd li ser navê dewleta Azerbaycan `ku ez bêjim ev der ne parekî Kurdistanê ye, erda Azerbaycan e, wê Azerbaycan 3,5 mîlyon Dolar û li Moskova xanîyekî bide te!` Ji alî din ve, nûnerê PKK yê Sovyet û Balkan Mahîr Welat diçe Baku û bi hukumeta Azerbaycan re dikeve têkilyê, berdêla 4 mîlyon Dolar û hejmarek çek dibên; `emê Wekîl Mistefayev ji vir bi dûr bixin!”1
Rola Wekîl Mistefayev û PKK di vê bûyerê de çi ye li alîyekî, lê ya rastî her du dewlet jî dixwazin Kurdan ji holê rakin û ji bo berjewendîyên xwe bi karbînin û ji xwe re bidin şerkirin. Ji sala 1988 ve her du dewlet li ser vê heremê heq îdîda kirin û dest bi şer kirin. Gund û bajarên Kurdan kirin qada şer, her du dewlet, bi deh hezaran Kurd kuştin û koçber kirin. Lê di hevdîtinên aştî û li hevhatina navnetewî de jî kes behsa Kurdan û mafê Kurdan nake.
Ez ne şaş bim sal dawîya 1977 bû, rêvebirekî me bi navê Hemîd kurê serekekî eşîreta Sindî ku fermandarîya desteyek pêşmergê “Qîyada Muweqet” dikir, pê li mayinekê kiribû, ji navê û berjêr tev birîn bûbû û panîya wî derizî bû. Li ba me tîmar dibû. Rojekê ez hatim mal, nameyek pêş min kir û ji min re got: “Tu zine bê ev nameya ji kê hatî ye?” min got: “na, ma ezê ji ku zanibim!” Got: “evê nameya Saddam ji min re şandîye! Ji vê nameyê, ji hemû serek eşîr û kesên sereke û giregir yê beşdarî tekoşîna Qîyadê bûne re jî şandîye! Tê de dibê: `ger hûn dev ji Qiyadê û tekoşîna Kurdistanê berdin, ezê zevî, xanî, Erebeyek Mersecedes bidim we û heta mirinê mûçe ji we re girêdim!” Min jî bi bişirîn lê vegerand: “gelo te çi bersîf da Saddam?” wî jî bi aramî got: “Ma ezê çawa Kurdistanê bifiroşim û xîyanetê bi serokê xwe Mele Mistefa re bikim!”
Heta wek dewlet xwedî û otorîteyek neteweya Kurd tune be, hinek li ser navê eşîran, hin li ser navê mezheb û terîqetan, hin li ser navê partî û rêxistinan, hin jî ji bo meqam û mûçeyekî wê Kurd û Kurdistanê bifiroşin.
1 (http://zernews.net/azeri-ermeni-kurdistan-paylasim-savasi-basliyor/#comment-548)
2 (http://ararat-welat.blogspot.nl/2010/10/ermenistan-azerbaycan-catsmasnda-kzl.html)
3(http://gelovchulular.jimdo.com/hejare-%C5%9Famil-k%C4%B1z%C4%B1l-k%C3%BCrdistan/)