Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev 11ê Mijdarê bi Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Cemal Reşîd re hevdîtin pêk anî.

AZERTAC radigihîne ku Serokomarê Iraqê derq COP-29-a got, ew giringiyeke taybet didin guhertina avhewayê û mijarên jîngehê, bal kişand ser giringiya cîbicîkirina rêkeftina li ser guherîna avhewayê. Mêvan got ku, şer û pevçûnên leşkerî xetereya herî mezin li ser jîngehê ye. Ebdulletîf Cemal Reşîd tekez kir ku welatê wî di COP29- de ji aliyê şandeke mezin ve hatiye temsîlkirin. Serokomarê Iraqê kêfxweşiya xwe ya li hember pêşketina serkeftî ya peywendiyên navbera Azerbaycanê û Îraqê yên dualî nîşan da.

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev destnîşan kir ku, Azerbaycan muzakereyên encamgir tercîh dike û destnîşan kir ku, welatê me hewl dide hevgirtinê çêbike û li ser guherînên avhewayê yên global di navbera welatan de piran ava bike. Li ser girîngiya diyarkirina armancek darayî ya nû di COP29-de, serokê dewletê got ku nêzîkî 70,000 kes ji bo beşdarbûna vê bûyerê tomar kirine. Serokomar Îlham Aliyev got ku Azerbeycanê wek mazûvan di demeke kin de amadekariyên COP-ê di asteke bilind de kir, wek ku dibêjin di nav bajarekî de bajarek ava kir û got ku materyalên ku, di cihê konferansê de têne bikar anîn bi tevahî li hev dikin, pêdiviyên domdariyêye.

Serokê dewleta me destnîşan kir ku, li dijî Azerbaycanê di mêdyaya rojavayî de êrîşên nehiqûqî yên ku COP wekî hincet nîşan didin, têne kirin.

Serokê dewletê li ser peywendiyên di navbera Azerbaycan û Îraqê de jî diyar kir ku, komîsyona navdewletî ya dualî aktîf e. 

Tahir Alîev

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *