Ercan Yilmaz: Ji ber çarenebûna pirsa kurdî binpêkirinên mafên mirovan zêdetir dibin

Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê da zanîn, di 6 mehên pêşî yên sala 2024an de li Bakurê Kurdistanê 3895 binpêkirinên mafên mirovan rû dane. Mafnas jî balê dikêşin ku sedema sereke ya zêdebuna binpêkirinan çaresernebuna pirsa kurd e û pêla nijadperestiyê jî her ku diçe belav dibe.

Komeleya Mafên Mirovan derbarê binpêkirinên mafên mirovan li Bakurê Kurdistanê de raportek amade kir ku karvedanên wê raporê berdewam in. Li gorî raporê 6 mehên pêşî yên îsal de li Bakurê Kurdistanê 3 hezar û 895 binpêkirinên mafên mirovan rû dane. Mafnas bi çaresernebuna pirsa kurd ve girêdayî dibêjin ji ber ku bi awayeke pergalî kesên mafên mirovan binpê dikin tên parastin binpêkirin jî her ku diçe zêdetir dibin û rewşa siyasî jî dema ku bandorê li qada darazê bike bivê nevê binpêkirin derdikevin holê.

Serokê Komeleya Mafên Mırovan ên Şaxa Diyarbekirê Ercan Yılmaz ji K24ê re got: “Çaresernebûna pirsa kurd bandorê li hemû qadan dike ku ev yek di warê mafên mirovan de jî xwe dide der. Bi taybetî piştî pêvajoya çareseriyê û ragihandina rewşa awarte û bi biryarnameyan gelek maf hatin binpêkirin. Di qada darazê de jî ji ber ku li gorî konjonktura siyasî biryar tên dayîn û tawanbar nayên sizadan binpêkirinên mafên mirovan her ku diçe zêdetir dibin.”

Li gorî raportê 6 mehan de 88 jê zarok 1164 kes hatine binçavkirin, 527 xanî û kargeh rastî serdegirtinê hatine, bo 520 welatiyan lêpirsîn hatiye vekirin, bo 56 welatiyan sizayê zindanê hatiye birrîn. Mafnas bang dikin ku divê hember vê tabloyê Tirkiye nêzîkî Yekîtiya Ewropayê bibe û dawî li nijadperestiyê bîne.

Serokê Weqfa Mafên Mırovan a Dıyarbekirê Murat Aba dibêje: “Wê çawa binpêkirin kêm bibin ? Di salên 2004-5-6an de Tirkite dixwest bikeve Yekîtiya Ewropayê de û li gorî wê yekê yasa derdixist. Lê niha yasayên neyînî derdixe. Her wiha nêrîna ser zimanê kurdî bi awayeke nijadpeserst xwe nîşan dide, zimanê kurdî qebul nakin.”

Mafnas balê dikêşin ku bo dawîlêhatina binpêkirinan divê pirsa kurd çareser bibe, divê makezagonek sivîl were çêkirin û qada darazê xwedî têgihiştinek wisa be ku mafên mirovan ser her tiştî re were girtin.

Mahîr Yuksel 

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *