ENKS ji nav Îtilafa Sûriyeyê derket

Feysel Yûsif ragihand ku ENKS ji nav Îtilafa Sûriyeyê derketiye.

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif ragihand ku ew ji nav Îtilafa Sûriyeyê derketine.

“Êdî şoreş qediya”

Feysel Yûsif vîdeoyek belav kir û got:

“Êdî şoreş qediya, Rejîma Beasê hat rûxandin. Qonaxeke nû dest pê kir û me biryar da ku em ji nav Îtilafa Sûriyeyê derkevin.”

Berdevkê ENKSyê qala diyaloga bi birêvebiriya nû ya Şamê re kir û anî zimên:

“Qonaxeke nû li pêşiya me ye ku em dan û standinê bi vê desthilata nû re, bi desthilata Birêz Ehmed Şer re bikin da ku mafên miletê Kurd bi cih werin.”

“Ji aliyê me ve ti kelem nînin”

Feysel Yûsif bal kişand ser “helwest û nêrîna Kurdan a hevbeş” û diyar kir:

“Em li hêviya aliyê din in ku em pê re rûnin, ji aliyê me ve ti kelem nînin.

Em çavdêran û Cenabê Serok Mesûd Barzanî agahdar dikin.”

“Qonaxeke nû dest pê kir”

Feysel Yûsif li ser sedemên vekişîna ENKSyê ya ji nav Îtilafa Sûriyeyê wiha axivî.

“Piştî îro rejîm bi dawî hat û rejîma Esed hate rûxandin, rejîma Beasê hate rûxandin ti rola wan aliyên ku ji bo rûxandina rejîmê dixebitîn nema. Ev 10-11 sal in ku em di nav Îtilafê de bûn.

Îro me biryar da ku em vekişin. Ji bo demokrasî û mafên miletê Kurd qonaxeke nû dest pê kir.

Em tekeziyê li ser karên hevbeş ên bi welatparêzên Sûriyeyê re dikin.”

Feysel Yûsif ragihand ku ew dê bi hemû miletê Kurd re bixebitin û ew dê ji bo ku şandeyeke hevbeş a Kurdan were avakirin hewl bidin.

Îtilafa Sûriyeyê sala 2012an li Qeterê hatiye avakirin û navenda wê li Stenbolê ye.

Ji hinek aliyên cuda yên mixalif ên li dijî desthilata Esed pêk tê ku ENKS jî yek ji wan aliyan bû.

Îtilafa Sûriyeyê heta niha jî heye û Hadî Behre serokê wê ye.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *