ENKS: Em dengê Efrîniyan digihînin Tirkiye û aliyê navdewletî -Video

 

Li dijî kiryarên grûpa Emşat di derheqê kurdên gundê Kaxirê yê Efrînê de, nûnerên ENKSê di Itîlafa Opozisyona Sûriyeyê de, civînên Itîlafê baykot kirin û daxwaza derxistina nûnerê Emşat ji Desteya Giştî ya Itîlafê kirin.

Karvedanên aloziya gundê Kaxirê berdewam in, çi li ser asta siyasî û çi jî di nava rewşnbîr û welatiyên Rojavayê Kurdistanê de. Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) dibêje, ENKSê binpêkirinan di derheqê welatiyên kurd de red dike û ew ê her tiştê pêwîst bike ji bo rawestandina wan binpêkirina, bikin.

Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif got: “Tiştê ku li gundê Kaxirê çêbûye, me bi xurtî şermezar kir û me dengê xwe gihand aliyê navdewletî jî ta ku alîkariyê bi me re bikin. Hevalên me di Desteya Giştî ya Îtîlafê de gotin ku divê ev binpêkirinên bên rawestandin û civînên xwe sekinandin. ENKSê dê berdewam be di karê xwe de ji bo rêgirtina li van binpêkirinên ku dibin. Em dengê xwe digihînin aliyê di nava Îtîlafê û derveyî wê û Tirkiyeyê jî ji bo ev binpêkirinên li Efrînê tên kirin rawesîtnin. Efrîn beşek e ji deverên kurdî û em ê berevaniyê lê bikin.”

Ji aliyê xwe ve, Yekîtiya Niviskarên Kurdistan – Sûriya dilgiraniya xwe derbarê kiryar û binpêkirinên çekdarên opozisyona Sûriyeyê nîşan dide û dibêje, ji ber ku ENKSê beşek ji Itîlafê opozisyonê ye, divê helwesta wê tundtir be.

Nivîsak Ebdilsemed Mehmûd dibêje: “Tiştê ku îro li gundê Kaxirê dibe, komkujî ye li dijî miletê Kurd. Ji bo rawestandina karên ku tên kirin

Li dijî kiryarên grupa Emşat diderheqê kurdên gûndê Kaxirê yê biser Efrînê ve, roja sêşemê nûnerên ENKSê di Itîlafa Opozisyona Sûriyê de civînên Itîlafê baykot kirin û daxwaza derxistina nûnerê Emşat ji desteya giştî ya Itîlafê kirin.  Ji bo ev kar bên rawestandin, divê em yekhelwest bin û ev yekhelwestî ji cem ENKSê dest pê dike ku bikare fişarekê bike û van kiryaran rawestîne.

Li dijî kiryarên grûpa Emşat di derheqê kurdên gundê Kaxirê yê Efrînê de, nûnerên ENKSê di Itîlafa Opozisyona Sûriyeyê de, civînên Itîlafê baykot kirin û daxwaza derxistina nûnerê Emşat ji Desteya Giştî ya Itîlafê kirin.

Grûpa çekdar a bi navê Sultan Silêman Şah (Emşat) çend roj in gundê Kaxirê yê Efrînê dorpêç kiriye û hejmarek gundî girtine û hewl didin dest deynin ser dar û mal û milkên kesên ku ji gund koçber bûne, jinên gundê jî ev yek bi xwepêşandanekê red kirin, lê çekdaran li jinan dan û gule jî reşandin û hejmarek jin jî birîndar bûn.

Kiryarên vê grûpa çekdar bû sedema karvedanên tund li ser medyaya civakî û gelek çalakvan, sazî û partiyên Rojavayê Kurdistanê ev yek bi tundî şermezar kirin û daxwaza derxistina çekdaran ji nava gund û bajaran kirin û bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyeyê û çekdaran li ser Efrîn kirin.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *