Ehmed Hesen ji Rûdawê re got, “Li Efrînê hejmara çekdaran kêm bûye, gelek ji wan dev ji çekên xwe berdidin û diçin.”
Piştî ku destilata Beşar Esed nema çavên gelek kesan lê ye ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rewş baştir bibe lê gelek Kurd hîn jî nikarin vegerin cihên dagirkirî yên wekî Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê.
Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen ji Rûdawê re da zanîn ku hinek malbat vedigerin Efrînê li rastê astengiyên komên çekdar tên.
Ehmed Hesen got, “Derdora 4 hezar malbatan vegeriyane Efrînê” lê eşkere kir ku dema vedigerin rastî pirsgirêkan tên.
“Li Efrînê rewş weke xwe ye”
Ehmed Hesen ragihand ku çekdar ji Kurdên ku vedigerin Efrînê pereyan dixwazin û bacê li ser wan ferz dikin.
Wî got, “Li Efrînê rewş weke xwe ye, girtin û bac hene. Li hinek gundan zextê li xelkê dikin” û diyar kir ku çekdar bi taybetî lêkolînan li ser ciwanan dikin.
Li gorî agahiyên ku wî dane, çekdar bi taybetî ciwanan digirin niha jî gelek ciwan di zîndanên wan de girtî ne.
“Mesele bûye pere”
Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê amaje pê kir ku derdê çekdaran pere ne û anî zimên:
“Mesele bûye pere, ji bo wan berdin pereyan ji ciwanan distînin.
Zîndanên Sûriyeyê spî bûn lê hîn jî haya zîndanên Efrînê ji nemana Esed nîne.
Carinan ji malbatan bi hezar dolaran dixwazin.”
Ehmed Hesen diyar kir ku li gelek deverên herêma Efrînê zext li ser Kurdan hene û got:
“Hinek malbat tên lê dibînin ku Ereb di malên wan de ne.”
Wî diyar kir ku Ereb jî ji Efrînê diçin û daxuyand:
“Gelek malbatên Ereb ji Efrînê derketine, li gundan malên vala hene.
Li nava Efrînê jî hejmara Ereban kêm bûye.”
“Çekdar jî diçin”
Ehmed Hesen amaje pê kir ku çekdar jî ji Efrînê derdikevin û got:
“Li Efrînê hejmara çekdaran kêm bûye, gelek ji wan dev ji çekên xwe berdidin û diçin.”
Dagirkirina Efrînê
Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.
Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.
Rûdaw