Partiya Yekîtî Ya Demokrat A Kurd Li Sûriyê / حزب الوحـدة الديمقراطي الكردي في سوريا (يكيتي)
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (312):
/121/ rêbendên ewlehî û leşkeriyê, El’emşat û El’hemzat talankirin û dijayetiyan berdewan dikin, vêrgiyin ji bo valakirina malên ên vegerîne
Di heman dema gurkirin û hurhutandina ragîhandinî, siyasî û leşkerî ya ku niha li dijî Kurdan li Sûriyê dibe de, Turkiya dagîrker û Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” binpêkirin û tewanan di dermafê Herêma Çiyayê Kurmênc/Efrînê û xelkê wê de berdewam dikin, weke ku Sûriyê derbasî asteke nû nebûye, û nejî têrma Rijîmê – Rikberiyê hatiye guhertin; Û em mercên guncaw ji bo vegereke aram û bi rûmet ji yên jê zorane koçber bûne re nabînin, û hîn bi hezaran malbatên ku di vê heyvê de vegerîne rastî danûstandineke nemirovane tên, di nav heyameke tirsê û zehmetiya peydakirina pêdiviyên jiyanê de, bi ser de piştî dandina vêrgiyên bilind jî, çetiniya vegerandina malan û malmewdanan, an jî nayêne vegerandin. Û herweha jî pêngavine ewlehî yen hişk di derabarê yên vegerîne de têne kirin, lîsteyin bi navên ji aliyê keyan/mixtaran ve têne sazkirin û radestî Istîxbaratên Turkiyê têne kirin, lêkolîn li ser wan û bi wan re tê kirin, û girtina bi sedan ji wan û bi behane û tewanbariyên çêkirî û derew ên siyasî, mîna (têkelî bi partiyê re, yan bi Rêvebiriya Xweser a berê ya ku heft sal di ser dawîkirina wê re derbas bûne re, yan jî bi ya ku Herêmên Şehba’i re – Gundewarê Heleb ê Bakur)!
Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Rêbendên ewlehî û leşkeriyê:
Piştî dagîrkirina Herêma Çiyayê Kurmênc/Efrînê li Avdara 2018an. Z, perçe – perçe hate parvekirin û her perçak jê milîseyeke “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” desteser kir, ên ku rêbendên xwe li ser riyên sereke û derbasgeh û jêdergehên hemî bajar û bajarok û gundan avakirin, bi ser de jî biryargeh û leşkergehên xwe, û biryargeh û rêbendên Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” û “Asayêşa Sivîlî” yên ku wê salê hatine damezirandin, û herweha jî belavbûna Artêş û Istîxbaratên Turkiyê li cîgeh û biryargehên taybet pê; Û bi ser niştecîkirina dora/650/ hezar nişteyî ji malbatên çekdar û anîndeyan de li herêmê, û ew çavdêrîkirina nişteciyên resen ên Kurd dikin (ên ku hejmara wan ta niha hîn /175/ nişteyî ji reseniya dora/750/hezar nişteyî derbas nekiriye), danûstandin bi xelkê Efrînê re bi awakî ewlehî hişk hate kirin û ta niha berdewam e, û daxuyanên wan ên kesayetî hatin belgekirin, bi riya pabendkirina wan bi rakirina nasnameyên kesayetî yên ku encûmenên xwecihî derdixin, û şandina lîsteyên wan ji Istîxbaratên Turkiyê re, di nav de jî lîsteyên taybet bi hezaran girtiyên ji wan, bi ser de jî lêkolîn û xwendinên ewlehiyê û qedexekirina wan ji hilgirtina çekan re; Ev jî cîgehên /121/rêbendên belakirî li ser rûbera /2500/KM2 ya Herêma Efrínê ne:
– /11/ rêbendên serekîn ên hevbeş ji Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” û “Asayêşa Sivîlî” û Istîxbaratên Turkiyê (herçar derbasgehên Bajarê Efrînê, derbasgeha Bajarê Cindirêsê ya Rojhilat, Kefercenê/Derbasgeha Efrînê ji aliyê Ezazê ve, çateriya Gundê Kokanê – Navça Mabeta, çateriya Gundê Metîna – Navça Şera, Gundê Qestelê Cindo – N. Şera, Çateriya Şera li ser Riya Nebî Horî, Şêxorzê).
– /21/rêbend li Navça Cindirêsê (“Yalanqozê, Çateriya Hemamê” – Ehrar El’şerqiyê, “Axcelê, Dêrbelûtê” – Asayêşa Leşkerî û Sivîlî, Derbasgeha Cindirêsê a Rojava – Asayêşa Leşkerî û Sivîlî, di navbera Cindirêsê û Gundê Tilsilorê de – du rêbendên Ehrar El’şam, Çateriya Tilsilorê û Dêwa – Feyleq El’şam û Istîxbaratên Turkiyê, Bajaroka Celemê – du rêbendên Feyleq El’şam, “Bajaroka Kefirsefrê, Çateriya Hechesna, Çateriya Hesîrkê, Remedana” – Lîwa’i Semerqend, Kora/Miskê – Ehrar El’şam, Gundê Sindiyankê – El’şerqiyê, Deveyol – El’emşat, “Çateriya Hemêlkê, Aşkê Şerqî” – Zenkî, “Çateriya Tilhemo, Gundê Qijûma” – El’hemzat).
– /10/ rêbend li Navça Şêrewa (Kibêşînê – Feyleq El’şam, “Bircqasê, Hirşê Soxanekê, Zaretê, Bircebdalo, Bajaroka Basûtê, Çiyayê/cebel El’ehlam” – El’hemzat, Xezîwê – du bend ên Feyleq El’şam, Kurzêlê – El’emşat û El’hemzat).
– /7/rêbend li navça Navenda Efrînê (“Enderiyê, Çateriya Tilifê, Keferşîlê, Çateriya Kokebê, Coqê” – El’hemzat, Qîbarê – du bendên Firqit/Tîpa El’mu’itesêm).
– /4/rêbend li Navça Şiyê (“Derbasgeha Şiyê, çateriya Gundên Çeqela, Tirmûşa, çateriya Gundê Xelîl” – El’emşat).
– /17/ rêbend li Navça Reco (herçar derbasgehên Bajaroka Reco – Asayêşa Leşkerî, Gundê Şediya – Ehrar El’şerqiyê, G. Umera – Muntesêr Bîlah, G. Me’imila – Mihemed El’fatêh, Çateriya Etmana – El’hemzat û Asayêşa Sivîl, G. “Qude, Berbenê, Hecxelîl” – El’hemzat, G. Qopê – Muntesêr Bîlah, Tonêla G.Maseka – Asayêşa Leşkerî, G.”Xirabê Silûk, Meydanekbezê, Curq/Xilalka” – Feyleq El’şam).
– /17/ rêbend li Navça Mabeta (G.”Bajaroka Mabeta, Qenterê, Hisê, Kaxirê” – El’emşat, Rûta – Lîwa’i Semerqend, G. “Dargirê, Satiya” – El’hemzat, Çateriya Emara – Ehrar El’şerqiyê, G. “Ereba, Çateriya Şeytana, Kurkê Jorin” – Mihemed El’fatêh, “Ênhecerê, Sêmalka” – Sultan Mûrad,G. “Emara, Şêxûtka” – Artêşa/Ceyş El’nuxbe, G. Gemrûkê – El’emşat, G. Avrazê – Lîwa’i El’şemal).
– /23/ rêbend li Navça Şera (G.”Çateriya Meşalê, Qurtqilaqê, Elkê, Qerecurnê, Sînka, Be’irava, Leşkergeha Kefercenê” – Sultan Mûrad, Xirabê Şera – Melêkşah, çateriya G. Gemrûkê – El’emşat, G.Qestelê Cindo – El’cebhe El’şamiyê, “G.Dêrsiwanê, G.Îkidamê, Çateriya G. Şîlte’itê” – Sultan Mûrad, Bendava Meydankê – du bendên Sultan Mûrad, Pira Romanî/Guvêşgeha Menan Fayêq – Asayêşa Leşkerî û Feyleq El’şam, Nebî Horî/Çateriya G. Ebodanê – Ceyş El’nuxbe, G. Diraqliya – du rêbendên Sultan Mûrad, G. Derwîş – Sultan Mûrad, G. Umer Simo – Asayêşa Leşkerî û Ceyş El’nuxbe, G. Hesendêra – Asayêşa Leşkerî û Feyleq El’şam, G. Meryemînê – El’emşat).
– /11/ rêbend li Navça Bilbilê (Bajaroka Bilbilê – du rêbendên Asayêşa Leşkerî, G. “EBodanê, Heftêr, Kurdo, Jarê” – Ceyş El’nuxbe, G. “Kotana, Qestelê Miqdêd, Çateriya Bêlê, Şingêlê” – El’hemzat, G. Kerê – Sultan Mûrad).
Li rex wan jî parêzxaneyên li dehan gundan.
= Li Gundê “Kaxirê” – Navça Mabeta:
Li êvara 26.12.2024an. Z, Milîseyên “El’emşat” hejmarek ji hemwelatiyan “Mes’ûd Mihemed Ebdela Ubêd /21/sal, Şiyar Cemîl Ebo /27/sal, Hemo Mihemed Hesen Xoce /40/sal, Cemîl Mihemed Îso /70/sal” bi behaneya ku wan bermaya vêrgiyên werza zeytûna ya li ser wan nedaye girtin, û piştî dandina xwediyên sisiyan ji wan /1500/Dolar Emrîkî li ser her yekî û zepkirina makîna “Cemîl Îso” ew berdan; Û ta niha El’emşat zextan li ser ên ku nikanin vêrgiyên bilind ên li ser wan ferzkirî bidin bi kar tîne, û ji ber vê sedemê hin ji gund revîn.
Were zanîn jî ku silef jinina ji meriv û xisimên wan girtiyan li pêş wê geroka leşkerî a “El’emşat” sekinîn û nehîştin girtin çêbibe, lê li dawiyê wê bi zorê kanî ew bigirtana û biguhestana biryargeha xwe û ew mekin îşkence bikirana.
= Li Gundê “Hêkiçê” – Navça Cindirêsê:
Milîseyên “El’emşat” fişarên xwe li ser ên ku nikanîne vêrgiyên bilind ên werza zeytûna bidin mekin dikin, ji nav wan jî Hemwelatî “Fereh El’dîn Hesen Ibrahîm /40/sal” ê ku rastî îşkencekirineke mekin hatiye, ji ber ku nikaniye vêrgiya /14/hezar Dolar a li ser malmewdanên wî û birayên wî yên ne li wir ferzkirî bide, herweha jî ji bo lêkolînê û zextkirinê li ser wan wesandin dû çar jinan, da ku hevjînên wan neçar bikin ku vêrgiyên li ser wan mane bidin. Û ji aliyekî din ve jî, ji çend rojan ve, Milîseya “Asayêṣa Leşkerî” xort “Mihemed Hikmet Şêxo Îbrahîm /22/sal” bi tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re girt, dema ku tevî xwediyê xwe ji herêmên penaberiyê vedigerî gundê xwe.
= Li Gundê “Anqelê” – N. Şiyê:
Bi ser ku Hemwelatî “Esmet Birîm Hevêdî /45/sal” /18/hezar Dolar Emrîkî -vêrgiya werza zeytûna ya ji aliyê Milîseyên “El’emşat” ve li ser ferzkirî- daye jî, dîsa jî berpirsiyarê gund û bi beşdariya mixtêr, li pêş6 hevjîna wî lêxist û sixêf jêre gotin, bi behaneya ku “Esmet” vê ragîhandin û erêkirina wî ya pêşinde rabûye girêbesta kirîna zeviyeke zeytûna li navenda navçê belge kiriye.
= Li Gundê “Kurzêlê” – N. Şêrewa:
Dora /10/malbat ji nişteciyên resen vegerîn cî û warê xwe, lê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” malên wan radestî wan nakin, bi ser ku hinek ji yên dest danîne ser hin malan bar kirine, û keyayê gund li ser zimanê wan milîseyan ew malbatên vegerîne agahdar kirin, ku gerek bi kêmanî ta piştî du heyvan bi malên xwe neramin/nefikirin.
= Li Gundê “Kûra” – N. Reco:
Di navboriya hefta borî de, Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” piropogandek derewîn li ser hebûna şaneke Partiya Karkirên Kurdistanê belav kir, û “Ebo Memdûh – berpirsiyarê gund” û birayê wî “Wedah” ên ji “Xota – Şam” rabûn hin mal basmîş kirin, jê malên herdu hemwelatiyan “Mihemed Ehmed” û “Selam Eros“, bi armanca tengasîkirina xelkê û zextkirina li ser herdiwan ji bo wergirtina vêrgiya /30/hezar Dolar ji wan; Weha jî “Ehrar El’şerqiyê” li ser hin xelkê Bajaroka Reco -yên ku nikanin vêrgiyên werza zeytûna yên mane bidin- zext dike ji bo wergirtina wan vêrgiyan.
= Li Gundê “Dêrsiwanê” – N. Şera:
Destlatên Dagîrkeriya Turkiyê hin ji yên vegerîne çend rojan girtin, û piştî ferzkirina vêrgiyine diravî ew berdan, û Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” jî vêrgiyeke di navêna /200 – 5000/Dolar Emrîkî ferz dikin, beramberî radestkirina mala malbeteke vegeriye; Weha jî malbeteke ji anîndeyan ji sala 2018an. Z ve dest danîbû ser mala Hemwelatî “Elî Henan Hisên“, dema ku ji gund çûye, rabû hemî tiştmiştên di malê de û tevî derî û penceran jî dizîn, ji ber ku tu kes nedît ku beramberî valakirina malê tibabeke peran bidiyê.
= Li Gundê. “Mersa” – N. Şera:
Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” vêrgiya /200/Dolar Emrîkî li ser her malbeteke ji /6/ malbatên ku li vê dawiyê vegerîne ferz kir, û keyê/muxtêr jî lîstak bi navên endamên wan malbatan amede kir û li ser daxwaza Istîxbaratên Turkiyê radestî wan kir.
= Li G. “Bircebdalo” – Şêrewa:
/4/ malbat vegerîn û neçar bûn ku tevî merivên xwe rûnin, ji ber ku anîndeyên dest danîbûn ser malên wan red dikin ku vala bikin, berî ku beramberî her malekê /1500/Dolar Emrîkî didin, û bê zanîn jî ku Milîseyên “Firqit El’hemzat” gund desteser dikin.
= Li G. “Dumiliya” – N. Reco:
Milîseyên “Lîwa’i 112” gund desteser dikin, û dema ku anîndeyek (ê ku ji sala 2018an z ve, dest daniye ser mala “Bedrî Hemo” yê bi zorê koçberbûyî) rabû tevaya tişmiştên hundir malê û tevî derî û penceran jî dizî.
= Li Gundên “Aqûbê, Bênê, Zaretê” – Şêrewa:
Gundên ku li destpêka vê heyvê ji aliyê Milîseyên Hêza Hevbeş (El’emşat, El’hemzat) ve hatine dagîrkirin, bi şev ger tê qedexekirin, da ku endamên wan malmewdanên hemwelatiyan (alav, pez, dewar zêtê zeytûna û hin tiştên din) bidizin, wek nimûne: Dizîna kilfetora ajotinê ya Hemwelatî “Niyazî Xobarî” li Gundê “Bênê”, û tibabeke genim e yekî ji heman gundî, ye ku di bêjingeha Bajaroka Dêrcimêlê de.
= Vêrgiyên “El’hemzat”:
Li gor jêderine xwecihî û perçevîdiyeke belavbûyî, li 23.12.2024an. Z, “Ebo Nedîm” berpirsiyarê nivîsgeha abortiyê ya Milîseyên “Firqit El’hemzat” li Gundê Maratê, xelkê bi dehan gundên di çarçewa bandoriya wan de (yên li Başûr û Rojavayê Bajarê Efrînê) bi riya keyan agahdar kir, ku gerek ew li nivîsgehê vegerin û “girêbestên” rêvebirina zeviyên zeytûna yên hemwelatiyên ne li wir nû bikin, beramberî dandina Dolarek Emrîkî li ser her darekê, û ji berî 31.12.2024an. Z, di bin gefa radestkirina wan malmewdanan ji yê ku ew guncaw dibîne re, bi hatina 01.01.2025an. Z re, û tevî ku piraniya malmewdanên kesên ne li wir berê desteserkirî ne.
Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” di wergirtina vêrgiyan û ferzkirina yên zêdetir de dilezînin, û herweha jî dizîna tiştê ku kanin ji malmewdanên xelkê Gund û Bajarokên Çiyayê Kurmênc/ Efrînê, ji tirsa ku tiştin awerte çêbibin û guhertinin di desteseriya wan de werin çêkirin, û fersendên talan û dizînê li herêmê wenda bikin.
28.12.2024. Z – 2636. K
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– Şeş rêbendên li Herêma Çiyayê Kurmênc /Efrînê.
———————————————
Malpera Fermî: www.yek-dem.net , Êmail: info@yek-dem.net |