Rewşenbîrê Kurd Dîcle Anter da zanîn ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê asîmîlasyoneke mezin heye.
Serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî dê heta 17ê Sibatê berdewam bikin.
Li dibistanên fermî yên girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê di nav dersên nemecbûrî de zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî jî hene.
Xwedekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarin heta 17ê Sibatê dersên Kurdî hilbijêrin.
Dîcle Anterê kurê Mûsa Anter bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Mihemed Îzedîn ên li ser mijarê bersivandin.
Dîcle Anter diyar kir ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê asîmîlasyoneke mezin heye û bi awayên cuda rê li ber hilbijartina dersên Kurdî jî tê girtin.
Dîcle Anter bal kişand ser qedexeyên ku li ser Kurdî hebûn û da zanîn ku ne qedexe bûya dê bavê wî 40-50 pirtûkên bi Kurdî binivîsanda û got:
“Bavê min gelekî li ser Kurmancî disekinî lê dema bavê min bi Kurmancî dinivîsî doz lê dihat vekirin.”
Dîcle bi gotinên “Hebûna me nasname û zimanê me ye” û “Ziman û nasname bingeha gel in” bal kişand ser girîngiya zimên û bangî dê û bavan kir ku bixwazin zarokên wan li dibistanê jî fêrî Kurdî bibin.
Wî da zanîn ku Kurdî li Bakurê Kurdistanê di warên çapemenî û nivîsê de bi pêş ketiye lê di nav gel de bi paş ketiye.
“Mamoste hene lê wan tayîn nakin”
Dîcle Anter bal kişand ser astengiyên li ber hilbijartian dersa Kurdî û got:
“Dibêjin dersa Kurdî heye lê dibêjin mamoste nînin. Mamoste hene lê wan tayîn nakin.”
Anter amaje pê kir, dema ew diçe Nisêbin û Êlihê dibîne ku gelek bêjeyên Tirkî tev li Kurmanciya zarokan bûne û got, “Kurmanciya zarokan bûye tirşik.”
Rewşenbîrê Kurd diyar kir ku wî heta 14 salî bi Kurdî nizanîbû û paşê xwe fêr kiriye.
Wî ji malbatan xwest ku bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin û destnîşan kir ku ew û hevjîna xwe bi keça xwe re bi Kurmancî û Kirmanckî diaxivin.
Rûdaw