Dengbêjiyê de heyama serhildan û trajediyên Kurdan

Di çarçoveya edebiyata dengbêjiyê de di heyama salên ewil ên Tirkiyê (1921/1938) de serhildan û trajediyên Kurdan
 

Du Têgeh: Horgof û Mala Mirinê

Dengbêjan di heyama serhildanên Kurdan de ku ên salên ewil ên Tirkiyê de qewimîne, polîtîkayên dewletê ên li hemberê gelê Kurd hatine meşandin, bi du têgehên afirîner lê trajîk pênase kirine:

Horgof û Mala Mirinê.

(Dengbêjan piştî serhildanên ewil yên li Tirkiyê qewimîne, zilm û zexta dewletê a li hemberî gelê kurd bi du têgehên afirîner lê trajîk pênase kirine: Horgof û Mala mirinê

Ji ber ku serhildanên Kurdan biserneketine û di hêla hedefê de bêencam mane, piştî têkçûnên serhildanan dewleta Tirk bi hemû hêza xwe bi polîtikayên weke kuştin, sirgûn, ceza, qirkirin û asîmîlekirinê  maxdûriyeteke bingehîn, berfireh, û sîstematîk pêk anîyeJi ber wê ev herdû têgeh rasterast ji hêla dengbêjan de ji bo kirinên dewletê hatine sêwirandin. Bi gotineke din ji maxdûriyet û şerpezetiyên Kurdan ên ji hêla dewletê ve, hatine vegotin. Em dikarin bi gelemperî bibêjin ku kilamên serhildanê bi giranî li ser trajediyê ava bûne, ji ber wê jî ev herdû têgeh ji hêla dengbêjan ve li ser şînî, pêsîrtengî, tengezarî û şerpezetiyên Kurdan hatine afirandin an sêwirandin.

Lewra di navbera trajedî û bîra kollektîf de ji hêla edebiyata dengbêjiyê de diyalektîkeke rasterast heye. Weke di mînaka Kor Husên Paşa de tê xûyan ku kesekî her çiqas serhildêr nebe jî lê ji ber ku ew jî bûye mexdûrê dewletê li ser wî jî dengbêjan kilam strane. Ji ber van sedeman ev herdû têgeh nûnerê edebiyata dengbêjiyê ên li ser mexdûriyet û trajediyên Kurdan ên ji hêla dewletê ve pêkhatine, dikin.

Em bi kurtî li wate û naveroka van herdû têgehan binêrin.

Horgof: Ev têgeh di gelek kilamên dengbêjên Serhedê de ji bo Kurdên ku ji hêla dewletê ve bê komkirin û bên cezakirin, hatiye bikaranîn. Gelên Kurd ên di herêma şer de bûne, di çarçoveya biryarnameyên dewletê ve qefle bi qefle an jibo kuştinê an ji bo sirgûnkirinê hatine komkirin. Dengbêjan ev rewş bi têgeha Horgof pênase kirine. Ev têgeh di kilamên hin dengbêjan de, lê bi taybetî ên Şakiro de bi awayeke zelal di vê wateyê de hatiye bikaranîn.

Weke mînak, dema girtina Şêx Seîd herkes hizir dike ku dê wî bibin Horgofê (kampa Komkirinê), loma dengbêj vê rewşê weha dibêje:

bi destê Kekê Xiyasedîn digirtin kelemçe dikirin

dane pêşiya cote cendurme sunguliya lo lo

berê wî dane Enqerê Horgofê nava hezar u pênsed mêrê di girtiya[1]

Di berawirdiya tekstên ku ev têgeh derbas dibe de çarçoveya vê têgehê di wateya ku me li jor ravekiribû de bi zelalî em têdigêhêjin.

Mala Mirinê: Ev têgeh di kilama Bavê Lalo lê di varyanta Mehmûdê Hesê de derbas dibe. Bavo Lalo yek ji serhildêrên Kurda ye. Lê dema ku bi hîlebaziyên burokrasiya Tirkiyê berê wî didin navçeya Kopê, herkes dizane ku birina serhildêrek birina ber bi kuştinê ye. Dema ku dewlet wan kesên serhildêr ji xwe re weke talûkeyeke daîmî dibîne û bi awayekê dixwaze  wan ji holê rake. Ew aqûbeta bi vî rengî wê demê di nav gel de têra xwe tê zanîn. Dengbêj jî vê rewşê, rewşa ku an kuştin an sirgûnkirin an mehkûmkirinê weke rewşeke “diçe êdî nayê“, pênase dike. Lewra ji xeynî ên tên îdamkirinê, ji ber şertên polîtîk ên tên sirgûnkirin an tên mehkûmkirin jî îhtîmal zêde ye ku venegerin. An dibe ku ji ber şert û mercên curnaliyê, sirgûnkirinê bi nexweşiyên dijwar an ji bêderfetiyên tedawiyê jiyana xwe ji dest bidin û venegerin.

Dengbêj Mehmûdê Hesê wê dem û atmosfera Kurdan a dijwar bi vê têgeha metaforîk, Mala Mirinê, îzah dike:

du heb cendurmê tirka

bi destê Bavê Lalo, Siwarê Kuvî, Kekê Elî Eşref girtin

ma avêtin darê kelebçê bi qamçiya lê dixin

bi tirkî dibên `haydê Kurdo yurî`

heger berê wî dane Kopa malikşewitî, Mala Mirinê

sêdara berxê Mala Emer danîne Kopa malikşewitî

bo Xwedê dizane dardakirî [2]

Di aqûbeta Bavê Lalo de jî encama vê pênasekirinê bi awayeke trajîk derdikeve pêşiya me. Bavo Lalo piştî ku binçavkirin û îfadegirtinê, tê dardakirin. Dewlet serda jî nahêle ku ti kes û malbat alîkariya zarok û malbata wî bike. Familya Bavo Lalo jiyana xwe di nav xizanî, goşegirî û bêsiûdiyê de berdewam kirine.

Lê ev têgeh hem ji pratîka dewletê hem jî ji atmosfera siyasî ya dewletê ya wê demê hatiye afirandin. Ne ew têgeha ye ku ji polîtîkayên herêmî hatibe bikaranîn.

Di asoya dengbêjan de nêrînek giştî li serhildan û serhildêran û dewleta Tirk

Di navbera zêdebûna kilamên Dengbêjiyê û dema serhildanên Kurdan de paraleliyeke rasterast heye.  Serhildan qewameke herî sereke ye ku bandoreke kûr û bêterîf di nav civatê de dihêle. Civat di dema serhildanan de bi serûbiniyên civakî ên polîtîk, aborî, exlaqî re rûbirû dimînin. Dengbêj jî hem bi refleksa Kurdekî hunermend hem jî bi hesta rêya heq a Kurdewariyê van qewamên dîrokî dirêsin, di forma edebiyat û mûzîka dengbêjiyê de ji nûve saz dikin.

Hem trajediya aqûbeta serhildêran hem jî berbelavbûna tevkujiyan bû sedem ku di nav civata Kurd de bîr û hafizeyeke hevpar a şînî saz bibe. Bîra şînî weke qanûneke hevpar a civakî hemû Kurdan bi hev re aresteyê hesteke neteweyî, hesteke lixwevarqilandinê dike. Bi taybetî jî di vê sazkirina bîra kollektîf de Dengbêjan roleke sereke lîstine. Dengbêjên wê demê û ên paşîvan li ser Serhildanan û encamên wan ên civakî partekê mezin kilaman ristandine. Ev kilamên li ser serhildanan û li ser serhildêran bi awazên qibe, bibandor, dilşewat û bi naverokeke kurdperwer, dij-dagirker, xwedîlêderketina li serhildêran li her derê Kurdistanê belav bûne û hatine guhdarîkirinê.

Dengbêjan qeder û aqûbeta serhildêran û ya civakê yek dîtine, serhildêran weke temsîlkarên Kurd û Kurdayetiyê dîtine, parêzvanên welatê Kurdan dîtine. Dîsa dengbêjan bi zimaneke rewan nifirên herî bijarte li ser dewleta Tirkiyê û tevê rayedarên wê, li dewleta Îranê û rayedarên wê reşandine. Piştgiriyeke manewî bi awaz û edebiyata xwe motîvasyoneke bêhempa dane serhildêran.

Doza Heq

Helbet dengbêj di serî de serhildanên Kurdan li ser rêya heq dozeke heqdar dîtine. Bi nêrînek giştî li ser kilamên dengbêjiyê meriv dibîne ku dengbêj hunermendên terefgiriya heqîqetê û edaletê ne, li hember zulm û zordariyê xwediyê sekneke zelal in. Îcar serda jî zulm û zordarî ji hêla dewletê ve bi awayeke sîstematîk gava hatiye meşandin, dengbêjan jî li hember vê rewşê reaksîyonên hunermendî/rewşenbirî nîşan dane. Hebûn û xwezaya Kurdan di çarçoveya nasnameyeke neteweyî, erdnîgarî û xwemalî de nîşan dane. Li ser zext û zulma dewletê, pênaseyên balkêş ji bo dewletê û civaka Tirk kirine.

Weke di vê metna jêrîn de derbas dibe, di serî de nezaniya rayedarên dewletê aşkera dike, paşê li hember dewletê parastina Kurdan dike, yeko yeko serhildêran dide nasîn û wan weke parêzvanê Kurdan destnîşan dike:

Nedai Beg, Fewzi Paşa, Qazî Kemal nezan e

digo: “Bajone pêşiya car Kurdane”

heyran were rûnê li serê têl û telgirafane

ez ji te ra bixwûnim secera Kurdane:

em ne çar Kurd in

ev heye cerda Seyidxan û Elican e

hicûmê wan li ser pişta hespan e

gullê wan tê meriva ji xeyban e

hewariya wan tê, merû dizane melaketê di asîman e

şerê wan ne fenanê şerê Yezîd û Merwan e

fenanê şerê dewra berê, Qehreman û Dêwan e

were rûnê li serê têlan û tegirafane

ji te ra bixwûnim sûretê tela

ji evar da bidim yek bi yek methê mêran e[3]

Weke di vê kilam/metnê de jî xûyaye dengbêj serhildêrên Kurd dişibînin Qehremanan mîtolojîk leşkerên dewletê jî dişibihînin Dêwan ên ku bi xirabiyê û neheqiyê têne naskirin. Dengbêj bi vê awayê di asta herî jor de pesindayîn û piştgiriya serhildêran dike.

Sedemên Şer: dewlet û rayedarên dewletê, zagonên dewletê

Dengbêj baş destnîşan dikin ku sedemên şer û pevçûnên di navbera Kurd û dewletan de (Tirkiye û Îran) siyaseta dewletê ya xirabiyê bixwe ye. Di serhildana Azadî de digel dijîtiya Kurdan dijîtiya Dînî jî weke sedemeke şer tê diyarkirin. Lê di serhildanên din ên hem gelemperî û herêmî de sedema şer bi tevahî polîtikayên dewletê ên li dijî Kurd û Kurdistanê ne, ku bi şid hatine tehkîmkirin û meşandin. Dengbêjan dewleta Tirkiyê weke Cûmhûra Teze jî bi nav kirine û baş têgîhêştine ku ev dewleta nû bi qanûn û polîtîkayên xwe ên pratîk li ser qirkirina Kurdan dimeşîne:

hey malmîrat!

çima tu nizanî çend salê me temam bû hukumeta Cumhûriyetê

li sirgûnkirina çolix û çocix û birîna serê me digere[4]

Di kilama li ser Seyîdxanê Mala Ûsivê Seydo de dengbêj bi awayeke zelal sedema şer girêdide polîtîkayên dewleta Tirkiyê:

bi kavirtî têr neçeriyayo, bi berxtî têr nemijiyao

le vê sibengê ji siyaseta hukûmata Tirkiyê tu sêr bike

di dêrisê gunda da malxirabo ji xwe ra eman û sitara xwe nediyo

tu sêr bike şevekî di nava cî û nivîn û yataxê xwe da ranezao[5] 

Di kilama Geliyê Zîlan de dengbêj bo sedem û failê şer û kuştina Kurdan îşaretê qanûna Tirkan dike :

heya fermana me li qanûna Tirka da rabe

ez ji te ra sond bixwim ve sibengê

ez dizanim heya sax u silamet bim di nava eşirê da ve sibengê

derd û kulê me bi serê Geliye Zîlan be[6]

Di kilameke din ya li ser Seyîdxan de dengbêj balê dikişîne ku fermana ji bo Kurdan digêhêje dewra Osmanîyan, yanê ji berê de ev siyaseta biferman li dar bûye:

li me ferman e, li me ferman e…

fermana me rabûye di wexta Osman û Mistefa Kemal Paşa da

fermaneke bi nîşan e [7]

Bêsebebiya dijmintiya dewletê a li hember kurdan jî di metnên dengbêjiyê de xaleke girîng e. Esasen dewlet bêsebeb dijmintiya Kurdan dike. Ji ber ku dewlet ji bo dewleta yeknijadîyê  ava bike xwe dispêre polîtîkayên bêedalet û dermirovahiyê ên bi rengê asîmîlasyonî. Dengbêjan gelek baş çavdêriya vê rewşê kirine û bi zelalî kifş dikin ku bingeha sedema polîtîkayên li dijî Kurdan tuneye, bi gotineke din xirabiyeke tercîhkirî ye û polîtîkayên xwe jî bi gorê vê tercîha xwe bi zor û zerp dimeşîne.

Weke mînak di Kilama Şerê li Xana Emir Tûman de sedemên şer û pevçûnên di navbera Kurd û dewletê de diqewimin, tenê fermana dewletê ya bê bingeh e ku li dijî Kurdan hatine îlankirin.

Di vê mijarê de xaleke girîngtir jî ew e ku dewlet ne tenê fermana serhildêran rakiriye, fermana hemû eşîrên bi hêz rakiriye û xwestiye eşîrên Kurdan ji hêz de bixîne, têxe bin kontrola xwe û bêserî û bêsemyan bihêle.

Lewma jî dengbêj rasrerast balê dikişîne polîtîkayeke navendî ya dewletê:

Lo lo lo Mîro sibe ye serê min dêşe

de tu bala xwe bidê dilê min bi deman e

Mistefa Kemal Paşa rûniştiye li Anqerê, li Milî Mudafê, li Daxiliyê li serê van têlan e

mi bala xwe dayê li gava dinê de cem xwe da derxistiye fermana serê eşîran e  [8]

Weke di metnê kilama Teyrê Îspîrê de jî xûyaye, jêderka polîtîkayên dewletê rasterast serokomariya dewletê ye:

Kê û kê kir

agire kulê bikeve mala Misto Kemal Reîsê Cûmhûrê kir

bi destê Bavê Şêx Elî Riza Şexê Îrşadê

dîrega dînê Îslamê Îslamê, Teyrê Îspîrê girtiye

li sûka bajara Diyarbekir

sed siwarê bir ber daraxacê

dusid suwarî dane destê Huruman u Tatan u Laza

serê van şêxan û murşîda ji xwe ra bi balta jêkir

neminim[9]

Weke me li jorê behs kiribû, di Serhildana Azadî de li gel sedemên serhildanên neteweyî sedem û motîfên dînî jî rû daye:

qebûl nakim dîn u mezhebê Misto Kemal, bê şewqê vê zalimî[10]

Weke di gelek kilamên din de jî ferdên bi vê awayê hem rastiya sedema şer, naveroka polîtikayên nijadperest ên dewletê ku bûne sedema şer hem jî nêrîna dengbêj ravayê me didin.

Nifirên li dewlet û rayedarên dewletê: Tam di vir de ji ber ku sedema şer û trajediyên Kurdan dewlet û polîtîkayên wê ên neheq in, dengbêj hem weke berdevkê hest û ramanên civakê hem jî li ser navê xwe hemû nifirên bibandor li dewlet û rayedarên dewletê û tevê Kurdên hevkarên dewletê dikin, wan şermezar dikin, li hemberê wan nirxên Kurdî û mirovî derdixe pêş.

agirê kulê di mala Roma virek dadayê [11]

ew agirê kulê bikeve mala cendurmê Sînanê

mifreza Bismilê, eşîra Badika, giregirê jê di Xiya [12]

agirê kulê bikeve mala Seyara gelê bi Kopê, Mûş û Milazgirê, Xinûsê

tevî başibozixa Kosorê, Ûsivê Mamokî ji xwe ra hilanî mudurê Lîzê

siwariya Elcewazê, cendurme Xelatê[13]

agire kulê bikeve mala Misto Kemal Reîsê Cûmhûrê kir [14]

                                     kilama Teyrê Îspîrê/Şakiro

bila kula Xwedê bi kul be, têkeve serê sebeba[15]

Dengbêjan bi qasî ji dewlet û rayedarên dewletê re nifiran kirine, ewqas jî nifiran li sîxur û hevkarên dewletê ên Kurd kirine. Di vî babetê de yek ji kilamên herî balkêş kilama Xidoyê Sajlixê ye. Xido wê demê ji dewletê re sîxuriyê dike, dibe sebebê kuştina serhildêran. Lê Xido qîma xwe bi vê jî naîne û sîxuriyê ji xwe re dike dergeha aboriyê. Gefan li gundiyan dike ku pez û mal bidin wî da ku giliyê wan neke. Bi vî awayê gelek dewlemend dibe. Di gel hemû îkaz û hişyarkirina derûdorê jî guh nade kesî, xwe dispêre atmosfera serdestiya dewletê û zextan li gel dike. Dawiyê de serhildêrekî wî dikuje. Dengbêj kuştina wî bi şahî pêşwazi dikin, li wî nifirên giran dikin:

rehma Xwedê li te nebe[16]

cihê te li herdû dunya qe tunebe

Dema Xido birîndar dibe û hê nemiriye dengbêj ewil teswîreke li ser bedena wî dike:

De Xido lawo li devê te dinêrim devê dîna

Li pozê te dinêrim mîna qaltaxê zîna

timtêl û girêdana Xido ne mîna kerê nav mehîna

û paşê jî bang li hekîman dike daku Xido bi layîqê wezifeya sîxuriyê bê dermankirin.:

cinazê Xido bînin deynin ser sergîna

birînê wî xedar in,

jê ra bînin zîrça mirîşka, rêxa gamêşa, gûyê san

bike melhemê van birîna

Di nêrîna dengbêj de mirovên weke Xido dema dimirin ti kesê ku xêrxwaz, bixîret li pey wan nagirîn, berxwe nakevin ji xeynî hin rehwilan:

li pey cinazê te bibe zarezarê tûlan û tajîyan û bonciya

Xido / Sidîqoyê Resûla

Dengbêj sîxurî û hevkariya dewletê di du dabeşan de disenifîne.

Ya yekem hin kesên ku di heyamekê de ji hin sedemên nezanînê, tirsê, berjewendiyên cûrbicûr li hember gelê xwe hevkariya dewletê kirine.

Ya duyem jî weke nexweşiyeke takekesî lê li ser bingeheke dîrokî hevkariyê dikin. Di vê cûreya hevkariyê de poşmanî, lixwevarqilîn an vegera ser nirxên mirovî, exlaqî tuneye. Kirasê koledariyeke dilxwaz li xwe kiriye, şûr û mertalê kolonyalîstan li ser serê gelê xwe dihejîne.  Dengbêj ji bo vê cûreyê tesbîteke balkêş dikin ku ev takekesan di qebra xwe de jî dixwaze derfet bikeve destên wan û ew karê hevkariyê berdewam bikin. Xido jî ji van kesan e:

de gava Xido dikuştin, daxilê qebrê dikirin

li ser serê Xido dibû reperepa topizê zebaniya

Xido ji mezel da rabû piya

ji wî turê cendurmê Romî ye

bikeve pey Mala Bişar û Mala Seydo bi çil taviya, bêbextiya

Xido / Sidîqoyê Resûla

Di tekstê de herdû malbatên navên wan derbas dibin malbatên serhildêr bûne, dewlet tim û daîm li pey wan bûne. Lê ji bo îstîxbaratên esasî wergirin alîkarî ji Xido û ên wek wî standine. Xido jî ev daxwazê jidil qebûl kiriye û ji hêla fikrî de daguheriye kesayetiyeke asîmîladosî. Êdî ti îlac û derman vî birîna kirasguhertina kesayetiyê tedawî nake.

hûn bala xwe bidine bêbextiyê Kurda, kedereke giran e heta roja mirinê[17]

Wesfa Lehengên Kurd

Dengbêj serhildêrên Kurdan bi lehengî diwesifînin, çi wesf û taybetmendiyên wan di rêya Kurdeweriyê de hebin dengbêj wan derdixin pêş teswîreke kesayetiyên serhildêran berpêşê me dikin. Em çend pêşeng û serhildêrên Kurdan mînak bidin:

Şêx Fexrî: Bave Beced, Şêxê Kubar, Siwarê Kuvî, emekdar, Şêxê Delal, xwediyê terza girêdanên bêhempa

Şêx Seîd: Keke Xiyasedîn, Şêx Seîd Efendî, Gula Şêxan, Şêxê Kurdan, dîrega dînê îslamê, Bavê Şêx Elî Riza, Şêxê Îrşadê, Teyrê Îspîrê, Kalê Nûranî, Qutbê rûzemîn,

Seyîd Riza: rayber, kokim

Xalid Begê Cibrî: Bavê Eşîrê, Padişahê Kurdistanê, Kewê Ribat,

Feyzo: Berxê Mala Hecî, Bave Îpegê, Kela Kevirîn

Evdilhemîd: Şêrê Bigulî

Fesîhê Mihê: peletek ewrê asîman,

Seyîdxan: Seyîdxanê Kal, Seyîdxanê Kerr, Bavê Sulhedîn, teyarê mêran, Gula Mala Ûsivê Seydo, Şêrê Zozana, cegerrisas, gurçikpola

Ferzende: Bavê Elfesya, Siwarê Eznawir, mêrê bi sed mêra, Berxê Mala Emer, tragûn,

Keremê Qolaxasî: mêrê mêrxas, mêrê roja oxilma giran

Meriv dikare lîsteyê dirê bike. Bi vê awayê pesn û lehengiya hemû serhildêr û pêşengên Kurdan di tekstê dengbêjiyê de hene. Dengbêjan yek bi yek li ser kesayetiyên pêşeng û serhildêran sekinîne û wesfên wan ji guhdaran re dana nasîn.

Dengbêjan dewleta Tirk jî weha pênase kirine: Roma reş. Roma virek. Roma xayîn. Xwediyê qanûnên zor î zerp. Neîslam. Xwediyê zagona Nîkolayî (zagona herî paşverû). Siyaseta qirkirina Kurdan dimeşîne, dixwaze erz û eyalê Kurdan payîmal bike. Kurdan dikuje, sirgûn dike, darda dike. Rayedarên dewletê nezan in, namûsfiroş in. Mistefa kemal û rayedarên dewletê ên bilind Sufyan in ku qesta ji vî teşbîhê desthilatdariyeke hişk î kujer û xwînxwir e. Hukûmeta Tirka bi derewan û viran fermana kuştina Kurda derdixe.

Bandorên qewamên serhildanan ên li ser civakê:

Dengbêj weke rojnamevanên herêmî di nav gel de geriyane, hest û ramanên wan ên derbarê Serhildan û serhildêran de ji nêzîk ve çavdêrî kirine. Serhildanên Kurd ên di dema salên ewil ên Cûmhûriyeta Tirkiyê (1921-1938) bandoreke pir bingeh li ser civaka Kurd kir, serûbiniyeke civakî ên siyasî, çandî, eşîrî, rêxistinî, perwerdehî, demokrafîkî di van civakê de pêk anî. Forma civaka Kurd ji binve leqiya. Dengbêj di hêla derûniya civakî de vê bandora bingeh tînin ziman û diyar dikin ku ev tevkujiyên wek Geliyê Zîlan heta hetayê wê dilêşiyeke Kurdan be:

ez dizanim heya sax û silamet bim di nava eşîrê da

vê sibengê derd û kulê me bi serê Geliyê Zîlan be[18]

Di navbera jiyana serhildêran a mexdûrkirî û mexdûriyeta derûniya gel de pevgirêdaneke û pîvaneke sîmetrîk xûya dike. Mexdûriyeta serhildêran derûniya gel di hêla negatif de kûrtir dike:

ya ku hatine serê van xweşmêra

bira neyê serê darûbera, gurê serê di çiya ne

de min berê xwe dabû Kela Milazgirê

min bala xwe daye çil gundê Mala Emer mane di wêrane[19]

 Zext û miemilê qirêj ên dewletê ên li ser gel dema zêde dibin bandoreke mezin li derûniya serhildêran dike.  Tevkujiya Geliyê Zîlan ji Seyîdxanê serhildêr re bûye mijareke trajîk a neteweyî ku piştî têkçûna Serhildana Agirî welat neterikandiye û xwestiye heyf û tola Geliyê Zîlan bistîne:

ne xurimî axao, ne heliyao

le kula hêsîrên Geliyê Zîlan di zik da mao

eger wexta teresê Tirka çolix û çocixê kurmanca dabûn ber singûyao

ha wey axao axao [20]

Cûdakirina Dînê heq û dînê Desthilatdariyê: Ev mijareke qedîmî ye. Di her dem û dewranê de, lê bi taybetî jî di her heyamên dîrokî de otorîteya dewletê bi gorê xwe rastî û prensîbên dînî tewandiye, xistiye bin xizmeta desthilatdariyê. Di serhildanên Kurdan ên piştî Şerê Cîhanê ya yekemîn de li hemberê Kurdan dewleta Tirkiyê û Îranê hewl dane ku alim û saziyên dînî weke hêmayeke meşrûkirina dewletê arasteyê xizmeta dewletê bike. Lê esasen alim û saziyên dînî ên Tirk jixwe bi giranî di meşrûkirina kirinên dewletê ên der-mirovahiyê de, di qetliam û tevkujiyan de roleke esasî hildane. Di arastekirina dijî Kurdan de heman tiştî kirine.

Di kilamên dengbêjiyê de balkêş e ku dengbêjan bi feraseteke berfireh dînê di bin xizmeta dewletê de û dînê heq ji hev cûdakirine. Di wateya Horkheimerî de “hişê di bin desthilatdariyê de“ li alîyê din  “hişê demokratîk.“

Di vî warî de di kilama Kekê Xiyasedîn[21] de qiyaskirina statûya Şêx Seîd û Xoce Îlyas gelekî balkêş e. Di cûdakirina dînê di bin xizmeta dewletê de û dînê heq de mînakeke berbiçav e.

Bi gorê dengbêj, Şêx Seîd li ser rêya dînê heq e, dîrega dînê îslamê temsîl dike, gula şêxa ye, li hemberê qanûna ters î giran ên Mistefa Kemal têkoşîn dike. Û bi îdamkirina Şêx Seîd keleka dînê Îslamê werdigeriyaye. Ew şêxê Kurda ye û doza Kurda jî dozeke heq e. Ji ber vê statûya Şêx Seîd, bi îdamkirina wî ji bo me hemiyan (hemî Kurdan) heta dunya ava be keder û mereqeke giran e.

Lê li aliyê din Xoce Îlyas li kavilya Enqerê rûdine ango xwe dispêre Enqerê, qanûna nû ya ku dişibihe qanûna Nikolay (Nîgalo) diperijirîne. Di esasê vê qanûnê de jî qirkirina hemû fikrên muxalif heye. Xoce Îlyas jî dixwaze medreseyên Kurdan jî êdî van qanûnan qebûl bikin, ji Kurdî û Kurdatiyê dûr bikevin, têkevin nav çerxa tirkîfikasyonê ango guhertina nasnameya neteweyî. Bi van gotinên xwe Xoce Îlyas ji rêgez û prensîbên Îslamê ên ku hemî mafên neteweyan wekhev dibîne, dûrdikeve. Lewma jî dengbêj êdî Xoce Îlyasî xoceyê dînê Îslamê nahesibînin, ew ji rêgezên edaletê û esasên mirovahiyê dûr ketiye. Ew êdî bûye Xocê Cûmhûriyetê.

Bi vê awayê dengbêjan têkoşîna Kurdan a li hemberê dewletê têkoşîneke heqdar, esasî, parastina welatê xwe, parastina erz eyalên Kurdan, parastina neteweya Kurd dibîne. Di çarçoveya vê nêrînê de dengbêj di wê baweriyê de ne, ku melaketên asîmanê jî alîkarên serhildêrên Kurda ne

hewariya wan tê, merû dizane melaketê di asîman e[22] 

wele milaîketê asîmana ji xwe ra hatiye lo vê ser selatê [23]

Bêtifaqî û trajedî: Dengbêjan şert û mercên dema serhildana ji her hêlê ve baş çavdêr kirine. Dengbêjên wê demê ên weke Mistefa Xelê Heyran, Ferzê, Reso ji nêzîk ve şahidîtiya qewamên serhildaniyan kirine. Bêtifaqiya Kurdan wan êşandine, lehengiya Kurdan jî wan şanaz kirine. Dengbêjan jî hemû rewş û ruhê wê demê ên sayasî û civakî di nav kilamên xwe de berfireh vegotine.

Nebûna yekîtiya Kurdan wê demê pirsgirêka herî mezin bûye û ev rewş yekser bûye sedema bêhêvîtîya Kurdan.

çi bikim destê Kurdan e li ber rûyan e

eşîr ji xwe re hêsîr mane[24]

Li vir qesta ji eşîrê eşîrên ku tev lê serhildanê bûne ne.

Weke di kilama navdar Ez Rebenim de ji bo Bavê Salih weha tê gotin:

mabû li welatê xerîb bêpiştmêrî keko li kesîriyê da[25]

Bêpiştmêrî weke rastiyeke pirsgirekeke civakî û siyasî rû daye. Serhildêr jî vê rewşê didin ber çavên xwe û ji xeynî berxwedaneke tund ti rêyeke din nabînin û hevdû ji bo berxwedanê jî motîve dikin:

Silêmanê Ehmed bi sê denga bang dikirî

go: Ferzende, Keremê Qolaxasî bavê bavê mino bo

hûnê mêrê mêr bin, çê bin çê bixebitin[26]

Encam: li ser trajediyên hevpar avakirina bîra civakî a hevpar

Meriv nikare îdîa bike ku qewamên serhildanî ên qewimîne tenê mijareke rabirdûyî û dîrokî ye, naxêr mijareke îroyîn a aktûel e jî. Piştî têkçûna serhildanan ji hêlekê ve gelê Kurd bi hemû polîtîkayên dewleta Tirk ên hişk, ên înkariya neteweya Kurd, nemirovî, asîmîlasyonîst re rûbirû mane. Dewlet qetlîam û tevkujiyên mezin pêk aniye. Li hêla din jî rewşenbîr, pêşeng, giregir û serokên Kurdan an hatine kuştin an hatine zîndanîkirin û hejmarek ji wan jî ji mecbûriyetan welatê xwe terikandine. Û forma civakî ya heyî jî jihev belav bûye. Di encamê de trajedî, şop û bandora van qewaman weke atmosfereke şînî hemû herêmên Kurdistanê dagirtiye.

Di wê atmosfera şînî de dengjbêjên demê û dengbêjên dûajo ji hemû qewamên serhildanê dîrokekê devkî di edebiyata dengbêjiyê de ava kirin. Di encama van kilamên serhildanî de lîteratureke berfireh jibo pênasekirin û nêrînên gelek balkêş derbarê serhildan û serhildêran de, sîxûr û gilîkaran de, dewlet û rayedarên wê de hatin afirandin. Dîrok û qewamên serhildanê ji nûve hate şîrovekirin, pêşengên serhildanan ji nûve hatine wesifkirin.

Li hemberê teoriyên dewletê ên bo dîroka fermî dîrokeke rasteqînî vegotin. Li hemberê berovajîkirinên dewletê ên bo Serhildanên Kurd yek bi yek çîrok û qewaman bi eslê xwe vegotin. Bi kilamên xwe li hemberê tezên dewletê antîtez a Kurdan vegotin. Li ser trajediyeke hevpar hestên neteweyî di rojeva xwe de hertim zîndî hîştin ku ev jî bû sedem ku bîreke kollektîf ya civakî, siyasî saz bibe. Serhildan û trajediyên Kurdan ji qalibê mijara rabirdûyê derket, bi vê awaya tematîk bû sedem ku weke mijara îroyîn di nav civatê de aktûel bê mayîn.

Çavkanî

[1] Antolojiya Dengbêjan 2, Dengbêj Şakiro, Ömer Güneş / Îbrahim Şahin, Nûbihar, Çapa pêncem, Istanbul 2023, r.58,

[2] Antolojiya Dengbêjan 2, Dengbêj Şakiro, Ömer Güneş / Îbrahim Şahin, Nûbihar, Çapa pêncem, Istanbul 2023, r.58,

[3] Antolojiya Dengbêjan 1, Dengbêj Reso, Ömer Güneş / Îbrahim Şahin, Nûbihar, Çapa sêyem, Istanbul 2022, r.37,

[4] Antolojiya Dengbêjan 2, Dengbêj Şakiro, Ömer Güneş / Îbrahim Şahin, Nûbihar, Çapa pêncem, Istanbul 2023, r.47,

[5] Antolojiya Dengbêjan 4, Dengbêj Mehmûde Hesê, Ömer Güneş / Îbrahim Şahin, Nûbihar, Çapa yekem, Istanbul 2023, r.50,

[6] Antolojiya Dengbêjan 2, Dengbêj Şakiro, Ömer Güneş / Îbrahim Şahin, Nûbihar, Çapa pêncem, Istanbul 2023, r.49

[7] Antolojiya Dengbêjan 4, Dengbêj Mehmûde Hesê, Ömer Güneş / Îbrahim Şahin, Nûbihar, Çapa yekem, Istanbul 2023, r.41,

[8] Kilama Şerê Xana Emir Tûman / Dengbêj Nûroyê Meter

[9] Antolojiya Dengbêjan 2, Dengbêj Şakiro, Ömer Güneş / Îbrahim Şahin, Nûbihar, Çapa pêncem, Istanbul 2023, r.67

[10] Antolojiya Dengbêjan 2, Dengbêj Şakiro, Ömer Güneş / Îbrahim Şahin, Nûbihar, Çapa pêncem, Istanbul 2023, r.61

[11] Antolojiya Dengbêjan 2, Dengbêj Şakiro, Ömer Güneş / Îbrahim Şahin, Nûbihar, Çapa pêncem, Istanbul 2023, r.45

[12] Antolojiya Dengbêjan 2, Dengbêj Şakiro, Ömer Güneş / Îbrahim Şahin, Nûbihar, Çapa pêncem, Istanbul 2023, r.55

[13] Antolojiya Dengbêjan 2, Dengbêj Şakiro, Ömer Güneş / Îbrahim Şahin, Nûbihar, Çapa pêncem, Istanbul 2023, r.53

[14] Antolojiya Dengbêjan 2, Dengbêj Şakiro, Ömer Güneş / Îbrahim Şahin, Nûbihar, Çapa pêncem, Istanbul 2023, r.67

[15] Antolojiya Dengbêjan 1, Dengbêj Reso, Ömer Güneş / Îbrahim Şahin, Nûbihar, Çapa sêyem, Istanbul 2022, r.41

[16] Me rêzîkên vê kilamê ji kilama Xido ji Dengbêj Sidîqoyê Resûla deşîfrekirin.

[17] Kilama Şecera Kurdan / Dengbêj Nûroyê Meter

[18] Antolojiya Dengbêjan 2, Dengbêj Şakiro, Ömer Güneş / Îbrahim Şahin, Nûbihar, Çapa pêncem, Istanbul 2023, r.49

[19] Kilama Şerê Xana Emir Tûman/ Dengbêj Nûro

[20] Antolojiya Dengbêjan 4, Dengbêj Mehmûde Hesê, Ömer Güneş / Îbrahim Şahin, Nûbihar, Çapa yekem, Istanbul 2023, r.44,

[21] Antolojiya Dengbêjan 2, Dengbêj Şakiro, Ömer Güneş / Îbrahim Şahin, Nûbihar, Çapa pêncem, Istanbul 2023, r.58

[22] Antolojiya Dengbêjan 1, Dengbêj Reso, Ömer Güneş / Îbrahim Şahin, Nûbihar, Çapa sêyem, Istanbul 2022, r.38

[23] Antolojiya Dengbêjan 2, Dengbêj Şakiro, Ömer Güneş / Îbrahim Şahin, Nûbihar, Çapa pêncem, Istanbul 2023, r.84

[24] Antolojiya Dengbêjan 2, Dengbêj Şakiro, Ömer Güneş / Îbrahim Şahin, Nûbihar, Çapa pêncem, Istanbul 2023, r.81

[25] Antolojiya Dengbêjan 2, Dengbêj Şakiro, Ömer Güneş / Îbrahim Şahin, Nûbihar, Çapa pêncem, Istanbul 2023, r.106

[26] Antolojiya Dengbêjan 2, Dengbêj Şakiro, Ömer Güneş / Îbrahim Şahin, Nûbihar, Çapa pêncem, Istanbul 2023, r.60

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *