Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Halîse Aksoyê birî

Dadgeha li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Halîse Aksoyê birî. Halîse Aksoy dayika Egîd Îpek e. Hestiyên Ipek di qutiyekê de bi kargoyê radestî Halîse Aksoyê hatibû kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dadgehê bi îdiaya ku “endama rêxistinê ye” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Aksoyê birî.

Her weha ji ber îfadeyên îtîrafkar Akbiyik, Halîse Aksoy di 28ê Nîsana 2023an de hatibû girtin û piştre hatibû serbest bûbû.

Danişîna 7emîn a doza Halîse Aksoyê li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin.

Halîse Aksoy serbest bû
Halîse Aksoy serbest bû
19 Nîsan 2024

Halîse Aksoy tev li danişînê nebû lê parêzerên wê Zeynep Karayilan û Necat Çîçek amade bûn.

Di danişînê de dozger nêrîna xwe pêşkeş kir û xwest Halîse Aksoy bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin.

Parêzera Aksoyê Zeynep Karayilanê li dijî nêrînê parastin kir û diyar kir ku îfadeyên Akbiyik nabin delîlên şênber lewma divê îfadeyên wî esas neyên girtin.

Halîse Aksoyê peyam şandiye: Serî ji vana re  netewînin
Halîse Aksoyê peyam şandiye: Serî ji vana re netewînin
4 Gulan 2023

Parêzer Necat Çîçek jî diyar kir ku divê hukm li gorî îfadeyên Akbiyik neyê dayin û gelek kesên ji ber îfadeyên wî dihatin darizandin beraet kirine. Çîçek, çendek ji van biryaran pêşkeşî dadgehê kir û daxwaza beraeta miwekîla xwe kir.

Piştî parastinan şandeya dadgehê bi îdiaya ku “endama rêxistinê ye” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehêHalîse Aksoyê birî. (BK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *