Dadgeha Bilind a Îranê serlêdana ji bo rawestandina biryara bidarvekirina Pexşan Ezîziyê red kir

Hat ragihandin ku serlêdana ji bo biryara bidarvekirina girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîziyê ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatiye redkirin.

Parêzerê Pexşan Ezîziyê, Emîr Reîsiyan di nivîsa xwe ya li ser Xê de ragihand ku serlêdana wan a ji bo biryara bidarvekirinê ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatiye redkirin.

Reîsiyan diyar kir ku di 25ê Çileya 2025an de serlêdana wan a ji bo darizandina ji nû ve hatiye redkirin û ev biryara dadgehê di 5ê Sibatê de hatiye ragihandin. Reîsiyan diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li biryara bidarvekirinê û ji bo darizandina ji nû ve, ew ê careke din serî li Dadgeha Bilind a Îranê bidin û  daxwaz kir madeya 477ê bê sepandin.

Mehmûd Emîrî Muqedem ê birêvebirê Saziya Mafê Mirov a Îranê (IHRONGO) jî derbarê vê yekê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de tê diyarkirin jiyana Pexşan Ezîziyê di bin metirsiyê de ye û weha dirêjî pê tê dayîn:

“Redkirina daxwaza betalkirina biryara bidarvekirinê ya li dijî Pexşan Ezîziyê nîşan dide ku Komara Îslamî ji bilî bidarvekirin û zilmê, ne xwediya tu çareseriyeke din e. Metirsiya bidarvekirina Pexşan Ezîziyê cidî ye û encax bi xwepêşandanên gel û zextên navneteweyî çêdibe ku bê astengkirin.”

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *