‘Çûme Qersê hatime Qaxizmanê!’

Berî 2 mehan ez li Stockholmê çûm konsera hûnermenda operayê a Pervîn Chakar. Berî konser dest pê bike, me li resepsiyona salona konserê ligel hin hevalan deng dikir. Min nihêrî kurdekî çeleng ber bi min ve hat û silavek da min, xwe bi min da naskirin. Navê vî hevalî Azad Dilgeş bû, ji Mêrdînê, Nisêbînê bû. Berê ez bi rêya Twitterê rastî navê Azad Dilgeş dihatim, me ji dûr ve hev nas dikir, hev dişopand, lê rû bi rû em ne hatibûn ba hev. Wî piştî ku xwe bi min da nasandin, derkete holê ku wî di navbera salên 2007-2012an de li bajarê min Qersê Zanîngeha Qefqasê beşa konservatuvarê xwendiye û bûye mamosteyê muzîkê. Dema min qala bajarokê Qaxizmanê kir ku ez li wir mezin bûme, wî got ku ew û hevalên xwe çûne Qaxizmanê jî û bi hevkariya zanîngeha li wir konserek pêşkêş kirine. Dema min bîranînên Azad Dilgeş xwendin du rêzên straneke kurdî hatin bîra min: “Çûme Qersê hatime Qaxizmanê!” Dema ew li Qersê bûye, ji bo agahî û zanyariyên xwe yên di derbarê bajarê Qersê de pêşta bibe, lêkolîna min ya bi navê Kurdên Qersê jî bi dest xistiye û xwendiye. Dema li Qersê û derdorê wê geriyaye, Azad Dilgeş gelek wêneyên xweş jî girtine. Piştî vê hevdudîtinê, min ji wî tika kir ku ew bi çend rûpelan van bîranînên xwe rokê ser kaxiz û ji min re bişîne. Demekê şunda wî bi kêfxweşî ev bîranîn ligel çend wêneyên Qers û Qaxizmanê ji min re şand. Niha em van bîranînên Azad Dilgeş raberî we xwendevanan dikin û êvîdar im ku wek min, kêfa we jî bi van bîranînan re bê. Gelekî spas Azad Dilgeş ji bo ku te bi zarekî xweş Mêrdîn nêzîkî du navendên Serhedê, Qers û Qaxizmanê kir!

***

Ji Mêrdînê heta Qersê li ser şopa Muzîkê

(Bîranîn)

Azad Dilgeş

“Qersa Azad Dilgeş” Şeveke spî li Qersê di nav berfê de û çend avahiyên ji Dewra Rûsan

Dibistan û perwerde di jîyana mirovan de tiştê herî giring e. Herwiha pişti dibistana seretayi mirov hêdi hêdi jiyanê baştir nas dike. Û hêdi hêdi ber bi jîyanê ve diherike. Êdi tiştên ku di pêşerojê de dixwazî, xeyal dikî.

Li bajarê ku ez ji dayik bûm ango li Nisêbinê wê demê min dixwest ez bibim yan futbolîst yan jî muzîkjen.

Herwiha min dem deman bi awayekî amatorî di tîmên dibistan û bajêr de dilîst.

Paşî perwerdeya liseyê êdi xwesteka muzîkê hêdi hêdi bi bal min mezin dibû. Piştî liseyê bi gîtarê min dest bi muzîkê kir. Demekê li Stenbolê li Navenda Çanda Mezopotamyayê min berdewamî perwerda muzîkê kir. Vê rewşê heta sala 2007an berdewam kir. Paşê min biryar da ku ez bi awayekî akademik karê muzîkê bidomînim. Di sala 2007an de min li ser ezmûnên konservatuvaran lêkolin kir da ku ez bi rêya konservatuvarê karê muzîkê berdewam bikim.

Pişti lêkolinên xwe ji bo ezmunê min biryar da ku ez herim bajarê Serhedê, Qersê.

Sedema ku min biryar li bajarê Qersê dabû ew bû ku Konservatuvara Qersê perwerdaya Muzîka Rojavayî dida. Ew ji bo min biryareke di cîh de bû.

Bi rastî dema ez çûme Qersê û min bajar dit min ewqasî texmin nedikir ku ji aliyê mîmarî û stratejik ve ewqasî wê nêzi bajarê min, Mêrdinê be.

Wekî avahiyên kevin ku bi keviran hatibûn çêkirin bêhna Mêrdinê ji wan dihat. Atmosfera bajêr jî nedihişt ku ez li Qersê xeribiyê bikşinim.

Jixwe Qers jî wekî Nisêbinê li ser sinor bû li aliyeki Ermenistan û li aliyeki Gurcistan disekinî. Bajarê dirokî Anî jî di kêleka çemê Arpaçay de bû û sînorê navbera Qersê û Ermenistanê diyar dikir.

Herwiha pirrengiya bajêr geleki dişibiya ya Mêrdinê.

Gelên cuda weki kurd, azeri, terekeme, malakan, tirk û di demên berê wek alman, swisrî û hin gelên ewropî li bajêr jîyabûn.

Ev ji bo min kêfxweşiyeke mezin bû û ez bi moraleke mezin ketim ezmunê. Êdi min behtir dixwest ez li Qersê bimînim û perwerdeya muzîkê li vir berdewam bikim.

Tevî ku ez bi moralek û motivasyoneke mezin ketibûm ezmunê diyar bû ku min ezmun qezenc kiriye ê êdi ez karim ji bo perwerda ku min xeyal dikir ez li Qersê bi cih bibim.

Sala yekemîn hêdi hêdi min derdor û hevalên cuda nas dikirin. Sedema motîvasyoneke din ji bo min ew bû ku avahiya konservatuvara min ji kevirên reş hatibû çekirin û dîrokî bû.

Jixwe Rusyayê nêzi 40 salî li vê heremê hikim kiriye û gelek avahiyên bajêr ji aliyî rusan ve hatibûn çêkirin.

 

Azad Dilgeş li ber Kelha Qersê û li ser pireya dîrokî ya bajêr

 

Li taxa Yusufpaşa ango li herêma ku konservatuvar lê bû gelek avahiyên dîrokî hebûn, yek ji wan jî “Kar’s Hotel” bû.

Ew jî hema miqabilî konservatuvarê bû.

Ez bi hevalê ku li resepsiyana hotelê kar dikir bûbûn heval, car caran dema me navber dida perwerdê ez diçûm cem vî hevalî.

Jixwe romana “Kar’’ (Befir) ya ku Orhan Pamuk nivîsîye li vê herêma Qersê derbas dibe.

Hevaltiya min û vî hevalî heta îro jî berdewam dike, me pirtûk dîyarî hev dikirin.

Jixwe min ji pirtûka Orhan Pamuk ya “Kar”’ wê demê xwend û ji ber ku roman li wê herêmê de ku ez her roj li wan kolanan wê dimeşiyam derbas dibû, min xwe car caran di nava romanê de didît.

Bi saya romanê ez bûme şahidê gelek insan ji derveyi welêt dihatin da ku bajêr baş nas bikin û li Qersê digeriyan.

Dema min dixwest ez derdorê Qersê baştir nas bikim, herwiha min pirtûka nivîskar Rohat Alakom a bi navê “Kars Kürtleri” (Kurdên Qersê) jî xwend.

Jixwe nifusê kurdan li bajêr ji gelên din hin pirtir e.

Herwiha çanda penirê kaşar, gravyer ku min dît gelekî pêşketibû. Ew min di dîroka Qersê de xwend ku ev çand ji swisriyan derbasî gelê Qersê bûye.

Hingivê bajêr jî dewlemend e û dikanên ku penir û hingiv difroşin li navenda sûka bajêr pir in.

Di sala duyemin de ez bi bajêr ve gelekî hatime girêdan û êdî dema ku zanîngeh dihat girtin jî ez li bajêr dimam.

Ez bûbûme endamê kuluba sînemayê û her hefte me fîlmek hildibijart û me tevî endamên sinemayê li sînemaya bajêr li filman temaşe dikir û paşê ku fîlim diqediya me li ser film nîqaş dikir. Ew jî aktîviteyeke baş bû bo min.

Havîna Qersê hênik e û mirovan aciz nake, ew jî sedemek bû ji bo min ku ez havinê jî li vir bimînim.

Di heman demê de ez bûbûm endamê sîteyeke li ser internete ku navê wê “Couchsurfing” bû. Bi riya vê siteyê xortên ku ji welatên cuda dihatin û dixwestin 1-2 rojan li cem min bimEinin da ku em ji hev fêrEi ziman, xwarin û tiştên cuda bibin. Ez bûbûm rêberek û paşê min ew li Qers û derdora wê digerandin. Dema em diçûn kelha Qersê, bajêr hemû xuya dikir û zivistanê her der spî dibû.

Hema di bin keleha Qersê, Dêra 12 Hawariya ku îro wekî camîyê tê bikaranin ji aliye ermeniyan ve hatiye çêkirin.

Dema ku em bi hev re di nava bajêr de dimeşiyan û min gelek silav li insanan dikir, ew mirovên ku bi min re matmayi diman digotin çawa dibe tu ewqas însanan nas dikî! Min jî ji wan re digot êdi ez qersî me û em bi hevra dikeniyan.

Zivistanê jî bi taybeti Qers geleki xweş e û ji derve gelek insan ji bo kaşûn û gerê dihatin bajêr.

Şevên spî yên Qersê dema ku berf hêdî hêdî dibariya û tevî hevalan em di bin berfê de li kolanên dirokî dimeşiyan û me bi kulma destê xwe tiji berf dikir û diavête hev gelekî xweş bû.

Tarik Akan ji bo filmê ‘’Deli Deli Olma’’ di wê demê de hatibû Qersê û beşek ji film li konservatuvarê digirtin. Gelek caran êvarê dema em derdiketin kolanan Tarik Akan jî bi tena ji xwe re li kolanan di bin berfê de digeriya.

Min ji ji xwe ra digot ez bawer im ew ji stresa dinyayê û ji insana aciz bûye loma dixwaze bi tena ji xwe ra bigere.

Û min dixwest wî fahm bikim.

Li zanîngehê mamosteyê min bi giştî azerî bûn ango ji Azerbeycanê hatibûn. Ew jî ji bo min dewlemediyeke mezin bû. Gerek ji aliye ziman û gerek ji aliye perwerdeyê jî gelek tiştan ji wan fêr bûm.

Ji hêla Muzîka Rojavayî de ew gelekî serkeftî bûn. Sedema wê jî ji ber ku ew ji perwerda ekola Rusyayê dihatin.

Mamostê min yê branşê ku heta îro têkiliya me berdewam dike bi awayekî ku ji bo min bûbû weki surprîzekê. Ew niha li Zaningeha Mêrdinê karê xwe dimeşine. Dema ku ez diçim welat em hev dibînin.

Sala sêyemin de ez êdî ber bi navçeyên bajêr ve diçûm.

Jixwe me tevî konservatuvarê li Qaxizmanê konserek li dar xist. Sevên Qaxizmanê, gwîz û hirmiyên Qaxizmanê gelekî bi tahm in. Min ji wan hez kir.

Beşa konservatuvarê ya Unîversîteya Qefqasê li Qaxizmanê (Azad Dilgeş di rêza here dawî de xuya dike)

Li Dîgorê çend heval min nas kiribûn yek ji wan dengbêj Engîn bû. Bi rastî dengê wî gelekî xweş bû û car caran em tevî hevalan diçûn Dîgorê û wî ji me re kilam digotin. 

Dengbêj Engîn jî dixwest xwe ji aliye muzîkê ve peş bixe loma ji hevalê min Fırat Karakoç ê ku bi eslê xwe ji gundê Xoçvanê bû û em bi hev ra li konservatuvarê bûn dersa taybet distand.

Ji ber vê yekê tekiliya me bihêztir dibû.

Herwiha gelek xortên din jî dixwestin werin mala me û dersên muzîkê ji me bigirin û xwe ji aliyê muzîkê ve pêş bixin.

Car caran mala me dibû mîna salona daweta. Li her odeyekê enstrumanên cuda hebûn.

Dema me dixwest em bi hevra biriqesin carna me ji cirana hişyarî distand.

Lê disa jî bi gişti têkiliyên me bi cîranan re baş bûn.

Govendek piştî konsera Qaxizmanê li zozaneke Serhedê

Zivistanê ji bo kaşûnê bi hevalan re carekê me xwest em herin Sarikamişê.

Di jiyana xwe de heta wê rojê me kaşûn nizanibû û nekiribû. Yani em ecemî bûn.

Em çûn û qasî 2-3 saetan me li keviya pîsta kaşûnê xwe fêrî şemitandinê dikir.

Paşê em hinekî fêr bûn û hevalê min go em herin jor me xwe avête teleferîkê.

Dema ku me xwe ji jor de berda û em dişemitîn kêfê li yekî dida û yekî dixwest hin behtir bi lez bişemite. Bi qasi 200-300 metreyan dema min derbas kir min denga xwe winda kir û ez bi ser milê xwe yên rastê ve ketim. Milê min yên rastê şikest lê ji ber ku birîn germ bû ez hin pê nehisiyame.

Pişti çend deqiqeyan min xwest ez rabim û berdewam bikim xwe bişemitînim lê min ferq kir ku taqeta min nemaye û ez nikarim berdewam bikim. Me tevî hevala riya nexweşxanê girt.

Di encamê de doxtor got ku mile te şikestiye û mudaxele kir.

Ez nêzi meheke li mal mam û min kaşûn careke din li xwe tobe kir.

Bi hevalan re gelek caran em diçin Gola Aygirê.

Gola Aygirê di nav sinorên navçeya Susuzê de dimine. Gol zivistanê ji ber ku qeşa digre me qeşa dişkand û masî digirtin. Paşê ku me têra xwe masî digirtin, me li keviya golê agir pê dixist û hem me xwe germ dikir û hem me masiyên xwe li ser agir çêdikirin. Ew ji di jiyana min de ji bo min bû tecrubeyeke mezin.

Di sala dawî ya zanîngehê de her çiqas min ne dixwest jî êdi hêdi hêdi mecbûr bûm ji bo xatirxwestinê xwe amade bikim.

Vî bajarê ku 5 salan gelek tiştên xweş daye min û ez di jiyanê de kirim xwedî tecrube her çiqasî ez niha jê veqetim jî ew ê hertim li bîra min de be!

Beriya ku ez ji Qersê veqetim min xatir ne tenê ji hevalan xwest.

Min xatir ji kelha Qersê jî xwest ji bo ku ez her wext diçûm ser kelhê û min li bajêr mêze dikir.

Min xatir ji diwarên konservatuvarê jî xwest ji bo ku wê ew derfeta perwerdê da min.

Min xatir ji kuçe û kolanên Qersê jî xwest ji ber ku wan şevên spî derfet da min ku ez bi kêfxweşî bimeşim.

Û herî dawî…

Ji havîna hênik û sivik.

Û zivistana sar û hişk.

Azad Dilgeş di Orkestra Heskifê de

Piştî jîyana zanîngehê nêzî 3 salan (2012-2015) li bajarê ku ez lê mezin bûm min di bin banê Navenda Çanda Mezoptamyayê de hem mamostetiya muzîkê kir û hem jî ez endamê Orkestra Heskifê bûm.

Herwiha min bi Mehmûd Berazî û Mizgîn Tahir re xebatên hevpar li ser muzîka kurdî kirin.

Ji sala 2016 an pê ve min tevî malbata xwe koçî Elmanya kir û em niha li wir dijîn.

De bi xatirê te Qers!
 
Rohat ALAKOM
 
Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *