Civîna şanda hevpar a teknîkî ya PDK û YNKê bidawî hat û vê heftiyê careke din jî dicivin.
Peyamnêrê K24ê Newres Ebdila got, “Nêzî seet 13:30 ê îro (Sêşem, 07.01.2025) civîna şanda hevpar a teknîkî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li bingeha Nivîsîngeha Siyasî ya YNKê li bajarê Hewlêrê bidawî hat.”
Newres Ebdila amaje jî da, “Encamê civîna îro ji bo şanda bilind a her du aliyan tê bilindkirin.”
Li dû zanyarên Peyamnêrê K24ê, li roja Pêncşema bê, 09.01.2025, careke din her du şandên bilind ên PDK û YNKê li bingeha Nivîsîngeha Siyasî ya YNKê li bajarê Hewlêrê dicivin.
Îro civîna sêyê ya her du şandên PDK û YNKê bû, ji bo pêkanîna Kabîneya Dehê. Civîna yekê li roja 30.11.2024ê li Silêmaniyê û ya duyê jî li roja 17.12.2024ê li Pîrmamê hat kirin.
Di hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê de, ku li roja 20.10.2024ê hatin kirin, PDKê 39 kursî û YNKê jî 23 kursî bi dest xistin.
K24