Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê koça ji bo derveyî welat roj bi roj zêdetir dibe.
Dêrsim rûbirûyî pêleke koçkirinê ye ku wekî sedem rewşa siyasî û aborî tê diyarkirin.
Welatî dibêjin ew ji siberoja xwe bê hêvî ne û yek ji sedema koçberiyê nasnameya Dêrsimê ye ku di her qadê de rûbirûyî cûdakariyê dibin.
“Xelk birçî ye li paşeroja xwe difikire”
Dîren Koçê got, “Ez çima dixwazim herim derveyî welat, ji ber ku îro li Tirkiyeyê aborî pir ber bi xerabiyê ve diçe.
Hejarî pir zêde bûye. Xelkê me paşeroja xwe difikire, nikare paşerojekê ji zarokên xwe re peyda bike.
Xelk birçî ye, eger derfeteke min hebûya ez dê jî biçûma lê derfeta min tine.
Ez li vêderê ji sibehê heta êvarê morîkan difiroşim lê têr nake ku ez pê debara xwe bikim.”
“Ji ber ku erdnîgariya Kurdan e û veberhênan tineye mirov derdikevin”
Bulent Yildiz sedema koça ji Dêrsimê wiha anî ziman:
“Mirov bi giranî ji ber hawîrdora civakî û hikûmetê derdikevin.
Milet di bin zextan de ye, misilmantî û dîndarî bi darê zorê tê ferzkirin.
Azadî tine ye, mirov nikare bi serbsetî tev bigere.
Ji ber ku erdnîgariya Kurdan e û veberhênan tineye mirov derdikevin.”
Di 2 salên dawî de zêdeyî 14 hezar kesan ji parêzgeha Dêrsimê koç kirine.
Bajarê ku nifûsa wê 85 hezar e ji ber koçê her diçe nifûsa xwe ya ciwan jî ji dest dide.
“Çûna kesên xwedî pîşeyên bi kalîte dê bibe pirsgirêkeke mezin”
Yelîz Gundoganê got, “Çûna her kesekî ji bo me windabûnek e.
Nifûsa ciwan kêm dibe û em çanda xwe ji dest didin.
Bijîşk, endezyar, perestyar û gelek kesên xwedî pîşeyên bi kalîte çûn û diçin.
Piştî demekê li Tirkiyeyê ev dê bibe pirsgirêkeke mezin.
Xwezî me karibûna li Tirkiyeyê, li ser axa xwe û li welatê xwe bijîn û me li vê derê kar bikira lê mixabin ji ber şert û mercên aborî û civakî ev nabe.”
Serokê Beşa Zanista Siyasetê û Rêvebirinê ya Zanîngeha Munzûrê Prof. Dr. Sabit Menteşe amaje bi wê yekê dide ku sedema koçberiyê tenê ne hejarî ye lê nîgeraniya siberojê sedemeke girîng a çûna welatiyan e.
“Sedema koçkirina ji Dêrsimê ne tûnebûn û hejarî ye”
Prof. Dr. Sabit Menteşe wiha anî ziman, “Bi taybetî piştî 12ê Îlonê ji Dêrsimê koçê dest pê kiriye.
Beriya wê nifûsa parêzgehê berdewam zêde bûye û li gel tiştên ku di 1938an de çêbûne mirov vegeriyane cih û warê xwe.
Sedema koçkirina ji Dêrsimê ne tûnebûn û hejarî ye.
Bandora wê heye lê eger dewleteke demokratîk, hiqûqî û civakî bê avakirin kesên xwendekar, xwedî pîşe û bi kalîte dê li welatê xwe bimînin.
Eger ev tişt nebin kes naxwaze li vê derê bijî.”
Li gorî amarên TUIKê di sala 2023yan de hejmara kesên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê koç kirine li gor sala 2022yan ji sedî 53 zêde bûye û gehiştiye 714 hezar û 579 kesan.
Herwiha li gorî pênc salên borî îsal rêjeya koçê ji sedî 243 zêde bûye.
Rûdaw