Êzidî yek ji mexdûrtirîn şerê DAIŞ, Îraq û Sûriyeyê ne. Yek jî mexdûrtirîn ol û civaka Rojhilata Navîn û Îslamîstên tundrev in.
Lê bê şik, bi mexdûriyetê tenê meriv nabe xwediyê maf û rûmeta xwe.
Rewşa Sûriyeyê ya bi Bihara Erebî dest pê kiribû, bi demê re aktorên şer afirandin û çareserî di şer de dihate dîtin.
Ji Artêşa Azad, Cebhet El Nusra, Dewleta Îslamê-DAIŞ, helbet ji aliyê Kurdan jî YPG, YPJ, Pêşmergeyên Rojê, tevî ku ew ji bilî şerê Kobaniyê di qadê ne xuyayî bûn.
Helbet bi hebûna herêma Rojavayê Kurdistanê re, Rêveberiya Xweser dikarî rêya sêyem hilbijêre. Bêyî ku tevî Opozisyona Sûriyeyê, yan Artêşa Azad bibin ku ev hêz ketiye bin bandora Tirkiyeyê. Helbet ev hemû hêz, alî û dewlet jî di nava Sûriyeyê de xwedî alî û hêzên xwe, yan ên nêzîkî xwe bûn.
Lê rasterast wekî dewlet Tirkiye bi hêzên xwe û hêzên paramîlîtar ên nêzîkî xwe ket nava axa Sûriyeyê. Îsraîl piştî hatina Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ketiye herema Durziyan. Bi wî şerî re Efrîn û Serê Kaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine desteserkirin.
Helbet bajarên din jî hene lê li Efrîn û Serê Kaniyê hejmareke girîng a Êzidiyan hebû. Niha jî ew erd, zevî, gundên Êzidiyan di destê xelkê din de ne.
Heta niha jî çareseriyeke berbiçav nîne
Helbet koçberên Efrînê yên li Kampa Şehbayê, bi hatina HTŞyê re dîsa koçber bûne li herêma xweser. Yên Serê Kaniyê jî berê koçber bûbûn.
Mijara koçberên Efrîn û Serê Kaniyê zêde nabe mijar lê ya xirab, Êzidî bi xwe jî nakin mijara gotinê.
Belê, bi rûxandina rejîma Beasê ya Sûriyeyê re rewş bi giştî guherî. Şam, Almanya jî di nav de bûye navenda hevdîtinên dewletan, Yekîtiya Ewropayê û gelek rêkxistinên cuda û aliyên olî û neteweyî. Her alî êdî neçar e rûbirûyî desthilata nû û Sûriyeya nû bibe. Sûriyeya nû dê bibe dewleta federal, an a şerîetê yan jî ya Ereb.
Em dizanin li Sûriyeyê ne tenê Êzidî weke ol hene. Helbet Xiristiyan, Durzî û Elewî jî hene. Sûriyeya nû dê karibe ol û pêkhateyên din hembêz bike û çarçoveyên yasayî û civakî saz bike yan na? Ew mijareke girîng e. Ger nikaribe dê aloziyên nû û tundrevî bidomin û navên din.
Ji aliyekî ve metirsiya DAIŞê û ji aliyê din gefa êrişê ya Dewleta Tirk û hêzên girêdayî wan heye û hewldanên bêrawestan hene ji bo rêlibergirtina dagirkirina Rojavayê.
Weke me gotibû, li Rojava Rêveberiya Xweser di nîvê opozisyonê û rêjîmê de bû lê ENKS hevalbend û endamê opozisyona Sûriyeyê bû. Lewma jî gelek ji endamên wan neçar bûn ji Rojavayê Kudistanê derkevin û yan nekarîn bikevin nav sînorên Rêveberiya Xweser. Îro ev her du aliyên siyasî yên Kurd, hewl didin şandeyeke hevbeş çêkin û pê biçin Şamê.
Lê kesayet û saziyan Êzidiyan ên Rojava heta niha ne xwedî konsepteke hevbeş û şandeyeke hevbeş in.
Şandeya Rojava dê çi qasî mafê Êzidiyan misoger bike?
Helbet barê wan têra xwe giran e.
Ji bo Êzidî bi navê xwe di Sûriyeya nû de cih bigirin, pêwîstî bi hişmendî û kesayetiyên Êzidî heye ku biçin Şamê, yan daxwazên xwe bigihînin Dewletên Ewropî, Almanya û Fransa di nav de, her wiha Amerîka û Rûsya jî.
Helbet ne tenê Êzidiyên Rojava hemû dezgeh, kesayetên Êzidî divê li çar aliyên cîhanê dengê xwe bigihînin desthilata welatê xwe û li Sûriyeya nû parastina mafê Êzidiyan bikin.
Yên li ser maseya çareseriyê nebin mafê wan di siberoja welatan de nîne, hebe jî ne zelal e.
Em ber bi saleke nû û Sûriyeyeke nû ve diçin, bi hêviya ku em karibin arîşe û teşqeleyên xwe li paş xwe bihêlin û siberojê bi rûmeta xwe bijîn.
Rûdaw