Îbrahîm GÜÇLÜ
CHP, çend roj berê derbarê Sûriyeyê de konferansekenavneteweyî li darxist.
Ji bona ku em CHPê baş nas dikin ku heta nûha nêrînên wêyên di derbarê Suriyeyê, rejîma Sûriyeyê, partiya baasê, Rojavayê Kurdistanê de aniyê ser zimên jî diyar in; ji aliyê din de beşdariya konferansê, mijarên dihatin niqaşe kirin, diyar dikir ku dê çi encam derkevin holê.
Rastî jî bi beşdaran û naveroka konferansê derket holê kuCHP, li ser navê Partiya Baasê û rejîma Sûriyeyê konferansêli dar dixe.
Lewra di konferansê de banga mixalîfan nehatibû kirin. Bitaybetî jî bangî berpirsiyarên kurdan nehatibû kirin. PKK/PYD nehat gazî kirin. Ev yeka dihat fahm kirin. Lewra jialiyê dewletê de terorîst dihat nas kirin. Ji aliyê kurdan de jîwan temsîla kurdan nedikir. Lê ji bona ku PKK/PYD eciznebe, ENKSê jî ji bona konferansê nehat vexwendin.
Lê tê zanîn ku li Sûriyeyê neteweya kurd û Kurdistanê mijarêngelek girîng û bingeh in. Bê kurdan jî, pirsa Sûriyeyê çaresernabe.
Lê dîsa jî her kes li hêviyê bû ku CHPê dikare tiştên nû bibêje. Lê dema min Serokê Giştî yê CHPê guhdarî kir, min derbarêaxevtina serokê giştî yê CHPê de çend nêrînên bingehînivîsand, bi raya giştî re parva kir.
Konferansê ev nêrînên min, neguhert, eqisê wê konferansênêrînên min “erê” kir.
Dema ku axevtina Serokê Giştî yê CHPê, axevtinên di konferansêde, encamnameya konferansê bê şirove kirin û analîz kirin tê dîtinku:
1-Konferansê, di derbarê felaketa li Sûriyeyê di derheqêberpirsiyariya Rejîma Baasê û Dîktatoriya wê de hîç tişteknegot. Konferansê dewletên li Suriyeyê û hêzên mixalîf yên liSûriyeyê ji rewşê berpirsiyar îlan kir.
Wek tê zanîn Rejîma Baasê jî heman tiştî dibêje.
Lê tê zanîn ku dema di sala 2011an de encama Bihara Ereban liSûriyeyê li Derayê serhildana sivîl dest pê kir, rejîmê daxwazêngel neda ber çav. Bersîva serhildana siwîl, bir şidet û bi leşkerîbersîv kir.
Rejîmê însan kûşt. Wê demê gel jî mecbûr bû ku li hemberî rejîmêçek bigre destê xwe, xwe biparêze.
Di nav demê de li Sûriyeyê şerê hûndir dest pê kir.
Ji wê rojê heta îro, di 8 salan de rejîm bû sedem bû ku 700 hezarkes bên kûştin, deh mîlyon însan ji Suriyeyê koçber bin, bajar jiholê rabin.
Rejîm nûha jî daxwazên gel nade ber çav. Dixwaze bi zorê û bipiştgiriya Rûsyayê û Îran û Tirkiyeyê desthilatdariya xwe dombike.
2-Konferansê, ji bona guhertina Rejîma Baasê pêşniyarekpêşkêş nekir û helwestek diyar nekir.
Gelek aşkere ye ku rejîma Sûriyeyê, ne demokrat e; faşîst û otorîter û mezhebî ye.
Loma jî di sala 2011an de gel serhildana siwîl li darxist. Ewserhildana di vê qonaxê de bi şerê çekdarî û bi şerê hûndirdidomîne.
Kurd, ereb, hemû kêmnetewe dixwazin ku rejîm bê guhertin. Rejîmbibe rejîmeke demokrat, plural, parlameteriya rasteqî ne.
Dewlet, unîter û kolonyalîst e. Wek dewleta ereba xuya dike. Lêdewlet, dewleta ereban jî nîne. Bes grûbekî biçûk û mezhebî yêereb xwediyê dewletê ne.
Lİ Sûriyeyê xwediyê dewletê bûrokrasiya siwîl û leşkerî ye. Ew jîbi baas tê bin av kirin.
Dewleta Sûriyeyê, bi her qerekter û taybetiyên xwe dişibeDewleta Kolonyalîst ya Kemalîstan.
Lewra Dewleta Kemalîst jî dewleta burokrasiya siwîl û leşkerî ye.
Divê li Sûriyeyê dewlet jî bê guhertin. Dema dewlet nayêguhertin, rejîma faşîst ya nedemokrat jî nayê guhertin.
Dewlet, divê bibe dewleta neteweya kurd, ereb, kêm neteweyan.
Ew dewleta jî, dewleta federal e.
3-Konferansê, di derbarê kurdan û Kurdistanê de tiştek negot. Siyaseta heyî ya dagirkerî û neyênî “erê” kir.
Li Sûriyeyê mijar û pirsa bingehî, mijar û pirsa neteweya kurd û Kurdistanê ye. Neteweya kurd heger hemû mafên xwe yênneteweyî, civakî, siyasî qezenç neke; neteweya kurd li Kurdistanêdesthilatdar û serwer nebe, rejîma faşîst nabe rejîmeke demokrat;dewlet jî, ji unîterîzmê rizgar nabe, nabe dewleta hemûneteweyan û kêmneteweyan.
4-Konferansê dizanî ku ji bona ku dewleta Sûriyeyê bibedewleta herêmên ozerk/xweser, dewleta federal, pêşniyarên cidîhene. Li hemberî van pêşniyaran konferansê tiştek negot.
Vê yekê jî diyar kir ku konferans piştgirê dewleta unîter û kolonyalîst a Suriyeyê ye.
5- Konferansê gelek aşkere diyar kir ku ji têkoşîna dewleta Tirkya di nav sînorên Sûriyeyê de tê meşandin re, piştgirî bike.
Konferans û CHPê bi vê tespît û siyaseta xwe, gelek aşkere ye kuji siyaseta Hikûmetê re bû dûvik. Ferqa siyaseta wan û hikûmetêtune ye.
6- Piştgiriya Konferansê û CHPê ji vê siyasetê re, îşgalaDewleta Tirk ya li axa kurdan Efrînê û ereban jî taswîp dike. Jiîşgala nû ya Kurdistanê û erebkirina Kurdistanê re jî piştgirî ye.
Konferansa CHPê û CHP bi vê yekê jî siyaseta klasîk ya nîjadperest ya Kemalîst û kolonyalîst ku li Sûriyeyê bi awayekîdom dike re bû alîkar..
Amed, 05. 10. 2019