Çêbûn û şikilsitandina însên. Qonaxên zarûkatî û kamilbûnê ku li ser geşbûna şexsîyetê dikin -1

    Siddik BOZARSLAN        

 

                BEŞ: I

             Mem û Zîn 

                    I 

Sernivîsara pirtûkê, navê Xwedê

Bê navê wî ew nîvçe ye bi Xwedê 

 

Ey ê ku rindîya evînê ji te dest pê kir û rû da

Evandîyê evîna rastîn û evandîyê evîna di rû da

 

Navê te ye lewha nameya evînê

Navê te ye nexşê qelema evînê   

 

Bê nexşê te, nexşê qelemê xam e 

Bê navê te, pirtûk jî ne temam e  

 

Beyta bijare ya daxwaza hozanan, navê te ye                

Têdayîya nivîsarên pîroz jî dîsa navê te ye 

 

Navê te ye naveroka hinartîyên ”bê guman”                 

Tiştên nedîtî yên ku tên zanîn, navê te dixuye ji wan   

 

Ey evandîyê dilên xwedîdilan  

Tu yî ku dikişînî bi alîyê xwe ve dilan   

 

Evandî tu yî, qedirbilind û nazdar î 

Evîndar jî tu yî, lê tu ne lavakar î

 

Her û her tu yî yê ku fêde dide û jê fêde tê dîtin                                      

Bê guman tu yî yê ku hem dixwaze, hem jî tê xwestin   

 

Tu yî ronayîya di rindîya rûyên yarên nazdar da 

Tu yî agirê di dilên evîndarên jar da  

 

Find î tu, lê belê tu ne ji celeba ronayîyê û agir î   

Roj î tu, lê ji ber xuyabûnê tu di perdeyan da veşirî

 

Xezîne yî tu, di nava tilîsma alemê da yî            

Defîne yî tu, ji navê mirov eşkera yî 

 

Ev alem û mirov û her tiştê xuyayî                                    

Ev hemî mimkun û masîwayên heyî

 

Bi te ye abûrî û kargêrîya wan hemîyan                                                                          

ey ê ku dide baxçeyê afirandinê, feyz û ferman  

 

Bi peyvika ”bibe”, du alem afirandin fermana te 

Lê amanc çi bû? Mirov bû amanca wê fermana te

 

Mirov bi xwe ji her du aleman yek e 

Afirîye ji fermana ”bibe” û ji wê fermanê tîpek e 

 

Ew tîp e rastîya bêguman a hemin (bê şik)       

Hem ferman e bi qudreta te, hem jî afirandin 

 

Herçî ku laş in, ayînkirî (resimkirî) ne ji alema dinyayî 

Herçî ku gîyan in, nîşankirî ne bi nîşana Xwedayî 

 

Ev gîyan û laş, bê daxwaza xwe, bi zor 

hatin zewicandin bi fermana Xwedê ya ku hatibû ji jor 

 

Gerçi rûmetketî ye alema dinyayî   

lê belê şewqa rindîyê ye alema Xwedayî 

 

Tîpa ku me got, ew nexşekî hûr e   

 lê amanc û maneya wê gelek kûr e 

 

Gerçi te ew biçûk nîşan daye, bi çavdîtin       

lê di eslê xwe da ew e nexşê qelema tewr mezin (mezintirîn)

 

Di wê da ne, tiştên dîyar (xuyayî) û nedîyar

Serfirazî jî, neng (tiştê şermê) jî ji wê dibin dîyar  

 

Mirov bi xwe hem tarîtî ye, hem jî nûr e  

Adem ji te hem nêzîk e, hem jî dûr e   

 

Herçî tiştên ku di vê alemê da hene 

ew peyrewên me mirovan in, li ser karê me ne 

 

Ev felekên weha hemî gewre û bilind 

ew qas firîşte (milyaket), hemî mezin û qedirbilind  

 

Ev kargeha (cîyê kar, dinya) gewre û zivirok 

ev bargeha (meqamê gewre) xweşik û gerok 

 

Ev qas ax, digel van unsuran (çar unsur: ax, av, agir û hewa)    

ev erezên (hebûna tiştek ku girêdayê maddeyekê dî ye) ha, digel van cewheran 

 

Ev qas nîmet û ev qas tiştên giranbuha

ev xurekên ha û ev cilên weha   

 

Ev qas tiştên dozkirî û ev qas daxwaz

ev tiştên dilbijîyayî, ev evandîyên xwedînaz  

 

lawir, hemî maden û her tiştê resîyayî (şînbûyî) 

daxwaz, hemî amanc û miradên bijîyayî (dixwaze ku wî bi destê xwe bixe) 

 

bi giştî jibo me ra di kar da ne

û hemî pêkve jibo me di binê kar da ne 

 

Bi rastî, ev dûzeneka xweş û ronî ye 

ku te jibo me saz kirîye û jibo me danîye

 

Em bêhay, gunehkar, bêkar û belengaz 

girêdayî mane bi benê nefsa xirabîxwaz                             

 

Di dilê me da tune bîranînek û fikrek                                                                                                               

Em bi zimanê xwe jî nakin hemdek û şikrek 

 

Xanî, ku bi dilê xwe nayne bîra xwe, te

Xwedê, bide wî zimanek ku bike şikrê te”                                                                                    

(Mem û Zîn, W. Deng, 1995 Swed, kurdîya xwerû, M. Emîn Bozarslan)

Jêrenotek: Min nivîsarên xwe li gora 60 beşên Mem û Zînê rêz kir da ku xwendoxên cuwan, ewil beşek ji Kitêba Muqaddes ya kurdevînî û welatevînîyê bixwînin û paşê dest bi xwendina nivîsarên min ên curecure bikin û di dawîya wan nivîsaran da jî hin gotinên pêşîyan bixwînin û li ser wan piçek bifikirin. Ev metoda pedagojik bo xwendoxan dê hêsatir  bibe.

Însên, hebûneke civatî ye. Însên, ji çêbûnê (zayînê) heta mirinê, her tim di nav têkilîyên hawirdorên xwe da ye; loma di serî da dê û bav, xwişk û bira, paşê ew ber bi hevser (mêr û jin) û xisim, mamoste û kar, tv, radyo, rojname û çapemenî bi giştî û wd. ve bi gelek kesan ve di nav têkilîyan da ye. Ev jî jibo însên çi heyînî (pozitif) û çi neyînî (negatif) bi xwe ra tecrubeyan bi dest dixe. Yanî hemî tecrube tesîrên mezin li ser însên dikin.

Însanek ku heta hatibe temenê kamilbûnê, ji tecrube û tesîrên hawirdorê cudatir nikare şikil bigre û ew hebûneke serbixwe nîne. Yanî ew bi kirinên xwe, bi dîtinên  xwe, eynikeka demên buhurînê ye. Bi awayeke dî ew, timî bi xwe ra û bi jîyana xwe ra di nav têkoşînek da ye. Ew  gelşên (şolên) wê ku paşê kifş kirîye, di eslê xwe da şolên ku berê nehatine çareserkirin (safîkirin) ango neyînî mane, bixwe ne.    

Zarûkek ku nû ji dayîk bûye, muhtacê hezkirin û xwedîkirinê ye. Ew nasîna xwe ya ewil jibo dinyayê (cîhanê) bi awayeke kêfxweş divê derbas bike ku hê di mehên ewilîn ên jîyanê da tê da tirs û ji însên nefretkirin çênebe. Zarûkek ku digirî, pêdivîya wî / wê bi mezinek heye ku derdê wê / wî fam bike, çiçik (memik-şîr) bide pê, wê / wî bixe xew, paqij bike û germ bigre / ji sermayê biparêze.

Mezinên ku herî nêzîkê zarûkê ne, dê û bav in. Ew jibo zarûkek kevirên pireyek in ku jibo gafavêtina ewil a jîyanê tînin şûnê. Pêdivîya zarûkek, qasê xwarin û vexwarinê, heta ji wan jî zêdetir muhtacê hezkirinê ye. Zarûk dixwaze were hembêzkirin, maçîkirin, hîsên daxwazkirî were standin û dema wan hemîyan bigire, ew xwe di nav huzurê da hîs dike. Ew hîsên ku ”ez têm hezkirin- ez têm xwestin, ez ne tenê me û wd.”, tê da bixwe dîjî. Ew, heta dema dibistanê, dê û bav ji xwe ra wek du hêzên herî bi qewet, ji her tiştî ra muqtedir dibîne û hewcedarîya wan jibo hezkirinê, xwedîkirinê, rênîşandanê û wd. hîs dike û loma di wê demê da zêdetir girêdayê wan dimîne.

Zarûkên ku bi hezkirinê, xweşbînîyê mezin bûne; di pêşedema xwe da ew bi xwe xweşbînî û hezkirinê nîşan dane. Zarûkên ku bi kêmayîya wan şertan mezin bûne, em berewajê wê di wan da dibînin. Zarûkên ku hîs dikin ku ew nayên hezkirin û qebûlkirin; ew kesên dî bi hêsayî hez nakin û di eslê xwe da ji xwe jî hez nakin. Xwebiçûkdîtin, hîsên sûcdarîyê di hewildanên wan da wek reaksiyon (acizbûn) xwe nîşan didin. Numûneyeke herî balkêş bo van tipan ev e:

Bêinisiyatifî, bêdengî, di nav qalikeke teng da xwedîtin, hîskirina sûcdarîyê, bêbawerîtî, tirs, reva ji însanan, bi çu kesek ra têkilîyên nêzîk nikarin daynin. Lê hin zarûk van hîsên xwe rasterast bi awayeke pasif nîşan nadin. Berewajê wê, ew bi êrîşkarîyeke tundrew (dijwar) dixwazin li ser (li jor) bimînin, jibo derve xwe wek donkişot nîşan didin.

Ev zarûkên ku xwe wek ”tune” (hiç) hîs dikin; dema mezin (kamil) dibin, pirî caran wek rîya çareserîyê kesên dervayê xwe sûcdar dibînin, wan biçûk dibînin û her weha hîsên xwe yên sûcdarîyê tetmin dikin. Rîya çareserîyê jibo tetminkirina hîsên xwe yên mezinatîyê, dixwazin kesên dî pipelixînin/bipelçiqînin, wan biçûk û sûcdar bibînin. Di esasê xwe da ev, maskeyeke sexte ye ku tirsê, jixwebêbawerîyê, şupheyê û tetmînkirina hîsên xwe nikarin bidin derve.

Hemî demên zarûkatîyê – dema balixbûnê- dema kamilbûnê, derenceyên silimêk in ku şikil dane şexsîyetên me. Eger di derenceyeke silimê da geşbûna me ya azad hatibe astengkirin, di têkilîyên me da tecrubeyên neyînî mohra xwe lêxistibe; ev tê wê manayê ku di wê derenceyê da li geşbûna şexsîyetê derbeyeke neyînî hatîye lêxistin. Îmkan tune  ku şopên wê darbeyê di derenceyên geşbûnê da neyê dîtin û jîyandin. Heta ku bi alîkarîya me û hawirdorê ve were nirxandin û ji wan hîsan were dûrxistin. Ev jî berewajê çêbûyînên neyînî,  bi girêdayê têkilî û tecrubeyên heyînî çêdibe.

Li gora lêkolînên ku di welatên cuda da hatine çêkirin, di zarûkên gruba 4-5 salî da zanîn û têgihîştina dê, bav, mamoste û polês (li Kurdistanê divê cendirme an esker jî lê bê zêdekirin) di serî da wek çar nûnerên otoriter hatine dîtin û qebûlkirin. Li vir nuqteya balkêş ew e ku li dervayê sînorê malê- ku li hundûrê malê dê û bav e- wek mamoste û polês û esker- nûnerên dewletê ji alîyê zarûkên wê grubê ve tên zanîn; ev tê wê manayê ku hêz û qewet û otoriteya dê û bav bi sînorkirî ye û ne zêde ye û ev jî di temenên zu da hatîye têgîhîştin. Ev dibe pîvan jibo zarûkan ku di wê temenê da dikevin nav siyasiya civatî. Ev dîtina ku berîya despêka dibistanê di zarûkan da çêdibe; bi despêkirina dibistanê ve geş dibe, pêşta diçe, xurt dibe û dikeve pîleya zanyarîyê.

Dîsa li gora lêkolînên ku di welatên cuda da hatine kirin, zarûkên ku di sefên (sinifên) sisêyan-pêncan ên dibistanê da dixwînin; zanîn û hewildanên di derbarê hilbijartinên giştî, partiyên siyasi, serokên partiyên siyasi, ray (deng) dayîn, xwendina nûçeyan, rojname, radyo, televizyon û wd. da di çarçoveyeka fireh da geş û xurt dibe. Bi tabîreka dî ew zarûkên ku di 4-5 salîya xwe da otoriteyên wek dê, bav, mamoste û polês- esker naskiribûn û têgîhîştibûn; di temenên 11-13 salî da geşbûna wan a soyut (ne liber çav) jibo têgîhîştin û zanînê despêdike û dîtinên siyasi şikil distîne. Sînorê 13 salî, li dijî tesîrstandinê, qonaxeka herî vekirî û xesas nîşan dide. Qonaxa temenê 15 salî jî, jibo têgîhîştin û şikilstandina zarûkan merhaleya dawîyê ye.   (Türker Alkan, Siyasal Bilinç ve Toplumsal Değişim, Gündoğan Y. 1989 Ankara )

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *