Piştî nêzî 10 salan, careke din Kobanî bûye xaleke werçerxana siyasî û leşkerî; sala 2014an Amerîka, hêzên Pêşmerge û tewra Tirkiyeyê jî alîkariya YPGyê kirin da ku bajar nekeve destê DAIŞê. Niha jî di van rojên dawiyê yên 2024an de, gengeşeyeke mezin di navbera HSD û Tirkiyeyê û komên opozîsyonê yên alîgirên Enqereyê de li ser rûbera 7 kîlometre çargoşe ya vî bajarî heye ku xuya ye bandora wê dê berfirehiya sînorên wê derbas bike.
Dibe ku ev yek jî bibe xaleke werçerxanê ji bo paşeroja Sûriyeyê, pirsa Kurd, siyaseta Tirkiyeyê û gelek dewletên kartêker li meydana nû ya siyasetê li Şamê. Niha nedilniyayiyeke siyasî û leşkerî li holê ye û dîmeneke hevdij derbarê rewşa meydanî ya qewxe û pevçûnan heye. Ji aliyekî helwestên pragmatîk ên girîng ji her du aliyan têne dîtin û ji aliyê din ve jî, her du aliyan çend caran ew agirbestên lerzok ku bi zexta Amerîka û hevalbendên navdewletî hatibûn ragihandin, binpê kir.
Rewşa Kobaniyê ji Tirkiyeyê re wekî mamikeke siyasî lê hatiye lê HSDyê jî aniye ser xaçerêyeke dîrokî. Dibe ku ev nezelalî heta destbikarbûna Trump û bicihbûna texmînî ya bingehên desthilata Colanî li Şamê berdewam be.
Tirkiye û mamika Kobaniyê
Piştî ketina Esed, vekişîna HSDyê ji Tilrefet, Minbic û taxên Kurdî yên Helebê, ew hêvî li ba Tirkiyeyê çêkir ku dibe bikare bi gefan an şerekî sînordar HSDyê ji Kobaniyê derxe û tewra wê hilweşîne jî, lê ev yek bi ser neket û vêga jî girtina Kobaniyê bi şerekî mezin, ji Enqereyê re wek şûrekî dudevî lê hatiye.
Di koka xwe de, nezelaliyek di xwesteka rasteqîn a Tirkiyeyê de derbarê HSD û paşeroja Rêveberiya Xweser heye. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan roja 8ê kanûna pêşîn li Dohayê di bersiva rojnamevanekî Rûdawê de gotibû eger HSDyê xwe neguhere, cihê wê namîne û bi vî awayî jî deriyek ji HSDyê re vekirî hiştibû.
Di rojên paşê de jî, daxwaza hilweşandina HSDyê û derxistina serkirdeyên wê rêxistinê ji Sûriyeyê kiribû. Lê paşê kêmtir navê HSDyê bi kar anî û zêdetir behsa PKK û YPGyê kir û pirsa hilweşandina HSDyê jî bi awayekî veguhêzî Colanî kir. Ev jî li gorî axaftinên wî yên berê, nermiyekê di helwesta Tirkiyeyê de nîşan dide ku dibe ku vekirîhiştina deriyekî ji bo danûstandineke texmînî be jî.
Ji ber ku HSD di dema Esed de jî dixwest bibe beşek ji artêşa Sûriyeyê helbet bi hêlana rewşa xwe ya taybet. Ev ji bilî wê yekê ku rêxistinên nerîtî yên YPG û PKKyê ezmûneke wan a zêde di guherandina navan de heye.
Bi egereke zêde Tirkiye di dawiyê de razî dibe bi qebûlkirina HSDyê eger bi kiryar ji Qendîlê veqete û çekên giran di destê wê de nebin. Ev jî tê wê wateyê ku dibe ku Tirkiye ramana guherandina HSDyê ji bo hêzeke herêmî yan wekî beşek ji artêşa Sûriyeyê bi tevahî red neke.
Bi liberçavgirtina ezmûna dema operasyonên berê yên Tirkiyeyê li hêla Cerablus-Bab, Efrîn û Serê Kaniyê ku yek ji wan nêzî du mehan, yeka din heşt rojan û ya din jî nêzî 7 mehan dom kiriye, her wiha bi liberçavgirtina ku niha sê aliyên Kobaniyê hatine girtin û rûbera wê jî sînordar e, em dikarin bibêjin eger Tirkiye bixwaze dikare bajêr di demeke kin de bigire.
Dibe ku ji ber amadekariyên berevaniyê yên HSDyê wekî tûnêl û rêkarên din ên berevaniyê û bikaranîna dronan, karê Tirkiyeyê ne hêsan be lê di dawiyê de dikare bigire lê xuya ye naxwaze vê yekê bike, ji ber ku:
Berî her tiştî, hêzên Ewropî yên wekî Almanya û Fransayê li dijî vê yekê ne û Amerîka jî şer naxwaze. Tirkiye ji bo hiştina hikûmeta Şamê li ser lingan bihêle, çiqas hewcedarî pereyên Kendavê be, ewqas jî hewcedarî Amerîka û Ewropayê ye.
Rûsya nola yek ji garantorên agirbesta Tirkiye – HSDyê, di rojên borî de ji bingeha esmanî ya Qamişloyê jî vekişiya û bi vê yekê, niha Amerîka wek kilîda sereke ya paşeroja bûyerên bakurrojhilatê Sûriyeyê lê hatiye. Bi texmîneke zêde, Amerîka jî heta ku piştrast nebe ka rêveberiya Colanî li Sûriyeyê dê bi çi rengî be, heta ku dilniya nebe ka dê şerekî navxweyî di 2025an de biqewime yan na, naxwaze HSD hilweşe.
Qet nebe xuya ye dixwaze heke ev yek biqewime jî, bi rêkeftin be û demekê dirêj bike jî. Ev ji bilî wê yekê ku dixwaze têkildarî bandora rewşa Sûriyeyê li ser pirsên şerê DAIŞê û mijarên girêdayî ewlehiya Îsraîl û Urdinê piştrast bibe.
Gefa hejmarek endamên Kongresê ya cezakirina Tirkiyeyê eger êrişî Kobaniyê bike, her wiha daxuyaniya Pentagonê derbarê zêdebûna hejmara leşkerên wê li herêma di bin desthilata HSDyê de ji 900î bo zêdetirî 2000 leşkeran û çûna hejmarek leşkerên hevpeymaniya navdewletî bo Kobaniyê, zexteke siyasî ye li ser Tirkiyeyê.
Xuya ye Tirkiyeyê nekariye îdareya Biden bi êrişa Kobaniyê û pirsa hilweşandina HSDyê qayîl bike. Lewra bi texmîneke zêde bendewar e bizane ka dikare mîna 2019an, sala bê Trump ji bo vekişîna ji Sûriyeyê qayîl bike yan na, lê di vê navberê de jî hewl dide heta ji destê wê were ketwara rewşa meydanî li qezenca xwe biguhere.
Wekî Wezîra Karên Derve ya Almanyayê jî behs kiriye; Kobaniyê navekî sembolîk e di mijara şerê li dijî DAIŞê de. Êrişeke texmînî ya Tirkiyeyê li ser Kobaniyê, ku tê çaverêkirin xelkekî zêde awarê bike û qurbaniyên zêde jî li pey xwe bihêle, dikare bertekên raya giştî ya cîhanê li pey xwe bîne.
Piştî daxuyaniyên Mezlûm Ebdî jî ji bo liberçavgirtina nîgeraniyên Tirkiyeyê û pêşniyarên wî ji bo avakirina herêmeke neleşkerî, çûna şervanên biyanî yên nav HSDyê ku dikare wekî PKK were wergerandin, her wisa hewlên wî ji bo rêkeftina li gel aliyên din ên Kurdî (ENKS), şerê Kobaniyê dikare ji aliyê rewabûnê ve ziyanê bigihîne Tirkiyeyê. Dibe ku ev yek di raya giştî ya hundir a Tirkiyeyê de jî aloziyê çêke, weke ku berî 10 salan jî çêbû.
Berdewamiya şer dikare bi awayekî paradoksî bala Îsraîl, Îran, Misir û welatên din jî ku serkeftina projeya Tirkiyeyê ne li qezenca wan e, bikişîne ser pirsa Kurd li Sûriyeyê. Ji ber Hemasê pirsgirêka Îsraîlê li gel Tirkiyeyê heye û wezîrê derve yê wî welatî jî tenê di vê mehê de du caran dabaşa têkiliyên welatê xwe li gel Kurdên Sûriyeyê dike.
Rêberê Îranê Elî Xamneyî jî du caran bêyî ku navê wê hilde, Tirkiyeyê rexne dike û behsa derketina şoreşa ciwanên Sûrî li dijî wan dike ku wî bi xwe ew fena “pîlangêr” bi nav kirine.
Hêj ne diyar e ka dê çi biqewime, lê eger şerekî berfireh derkeve, zemîneke guncav ji bo HSDyê heye ji bo wergirtina alîkariya derve ji bo berdewamkirina şerekî partîzanî, tewra eger rêveberiya xwe ya xweser jî ji dest bide. Haya Tirkiyeyê ji bandora bûyerên Rojhilata Navîn li ser pirsa Kurd heye, lewra zûtirkê Serokê MHPyê Dewlet Bahçelî, vekirina xwe ya navdar bi rûyê Ocelan de kir û got ‘bila were li parlementoyê biaxive.’
Bê guman Abdullah Ocalanê ku temenê wî 76 sal e û eger di girtîgehê de koça dawî bike, wê demê kelemeke ewlehî ya nû ji Tirkiyeyê re çêdibe, dewlet jî naxwaze Ocalan careke din bibe pirseke ewlehî.
Ev ji bilî wê yekê ku hesabên din ên têkildarî siyaseta hundir li pişt vebûna Bahçelî de hebûn, lê sedema sereke, ew nîgeranî ne ku ji egera dayîna alîkariyê bi PKKyê ji aliyê hêzên Tirkiye yên rikber li ba Tirkiyeyê hene. Şerekî dirêjdem li Sûriyeyê jî, dikare vê nîgeraniya Tirkiyeyê zêdetir bike.
Xaçerêya HSDyê di rewşa nû ya Sûriyeyê de
Di rastiyê de, bingehên avakirin HSDyê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ne tenê girêdayî dînamîka hundir a Kurdî bû, lê du bûyerên girîng di vê yekê de bibandor bûn; rêkeftina Esed – PKK piştî bûyerên Bihara Erebî û vekişîna artêşa Sûriyeyê ji herêmên Kurdî, ya din jî şerê li dijî DAIŞê bû.
Ji bo rêgirtina li ber belavbûna xwepêşandanan li seranserî welêt, her wiha ji bo rêgirtina li Tirkiyeyê ku piştgiriyeke bihêz li opozîsyona Sûrî dikir, Esed serê pêşîn ji partiyên Kurdî xwest ku werin Şamê û pê re li hev bikin, lê wê demê hewa bi awayekî bû ku dihate texmînkirin ku Esed di şeş mehan de dê bikeve, lewra jî partiyên Kurdî daxwaza Beşar red kir.
Di vê navberê de, PKKyê bi sedema têkiliyên xwe yên dîrokî li gel malbata Esed, ev yek wek derfet dît ji bo xurtkirina pêgeha xwe û nûkirina têkiliyên xwe li gel Şamê ku piştî derxistina Ocalan di 1999an de arîşe di wan têkiliyan de çêbûbû.
Şerê li dijî DAIŞê jî derfeteke mezintir ji HSDyê re çêkir da ku bi alîkariya Amerîka û hevpeymaniya navdewletî, pêgeha xwe xurt bike û bi awayekî pragmatîk di heman demê de têkiliyên xwe li gel Esed, Îran, Rûsya û Amerîka û hevpeymaniya navdewletî bidomîne.
Piştî ketina Esed, ev her du bingeh jî ber bi guherînê ve diçin, lewra bi awayekî xwezayî rewşa HSDyê jî wekî qonaxa berî 27ê Çiriya Paşîn namîne; berî her tiştî mayîna PKKyê bi şêweya berê li Sûriyeyê karekî dijwar dibe.
Çiku dewletên nola Îran û Sûriyeyê, aktorên nedewletî yên wekî Hizbulah û komên çekdar ên Îraqê nekarîn xwe li Sûriyeya piştî Esed bigirin, bêyî rêkeftina li gel Tirkiyeyê, mayîna PKKyê jî li wir karekî hêsan nabe ji bilî ku şerekî berfireh û dirêjdem derkeve.
Heta berî çend rojan jî berpirsên PKKyê hebûna şervanên xwe li Rojavayê Kurdistanê înkar dikir, lê di dawiyê de Mezlûm Ebdî bi xwe li wê yekê mikur hat ku şervanên biyanî li wir hene û eger agirbesteke payedar çêbibe, şervanên biyanî dê ji Sûriyeyê derkevin. Piştperdeya vê daxuyaniya Ebdî, hişyarbûnek bû ji metirsiya ku li ser Rêveberiya Xweser û HSDyê peyda bûye.
Her wiha dibe ku tevgereke pragmatîk be ji bo rizgarkirina tiştê ku di destê wî de maye. Ji bilî wê jî encama zexteke hevpeymaniya navdewletî bi taybetî Amerîka ji bo nêzîkkirina Kobanî û Tirkiyeyê ji hev e. Li gorî sê çavkaniyên agahdar, di rojên borî de Amerîkî pir “bi tundî” axivîne û guvaş li HSDyê kirine da ku nermiyekê ji bo rêkeftina li gel Tirkiyeyê nîşan bide.
Rewşa nû ya Sûriyeyê pêwîstiya Amerîka bi HSDyê kêmtir kiriye, lê hîn jî ji nav nebiriye. Dibe ku her ev jî sedema zextên Washingtonê li ser HSDyê be. Bi gotina çend senatorên Amerîkî be, Tirkiyeyê pêşniyara herêmeke neleşkerî li dirêjahiya sînor red kiriye û hin daxwazên wê yên din hene. Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî jî pêşniyar kiribû ku bajarê wî bibe herêmeke neleşkerî.
Ji vê yekê xuya bû, ji aliyekî ve nêrîna Amerîkiyan û HSDyê li ser firehiya herêma neleşkerî û ji aliyekî din ve jî di navbera HSD – Amerîka û Tirkiyeyê de li ser tevahiya pêvajoyê, cudahî hebû û li gorî agahiyan Amerîka jî zexteke mezin kiriye da ku HSD, di her du xalên sereke yên ne leşkerîkirina herêmên sînor bi dirêjahiya 30 km ku Serokkomarê Tirkiyeyê ji 2019an ve daxwaz dike, her wiha nemana PKKyê li Rojavayê Kurdistanê amadebûna gavên pratîk nîşan bide.
Mezlûm Ebdî ji bo agirbesteke payedar pêşniyara ne leşkerîkirina Kobaniyê kiribû lê senatorên Amerîkî ji Kobaniyê bêtir dabaşa ne leşkerîkirina hemû sînor dikin. Ev ji bilî wê yekê ku Amerîka berdewam behsa wê yekê kiriye ku nîgeraniyên ewlehî yên Tirkiyeyê hene ku dikare wekî nerazîbûna wan ji hebûna PKKyê were wergerandin jî.
Xaleke din ew e ku ji ber rewşa nû ya Sûriyeyê, pêdiviya Amerîkayê ji berê zêdetir bi Tirkiyeyê dibe, xasma ji bo ewlehiya Îsraîlê, ev jî di demekê de ku Şam li bendê ye ku dewleteke Îslamî – Sunî li keviya sînorên Îsraîlê aram bibe.
Ji bilî wê, niha namzetên din hene ji bo ku li ser erdê şerê DAIŞê ji bo Amerîkayê bike: Tirkiye û HTŞê! Diyar e ku ev şer bingeheke sereke bû ji bo hevkariya di navbera HSD û Amerîkayê de. Ramana şerê DAIŞê bi kevne cîhadiyên Sûriyeyê, ji Amerîkayê re balkêş e.
Di heyama 15 rojên borî de Amerîka li gel hêzên Ereb ên nav HSDyê bi kêmanî du êriş li ser DAIŞê li Dêrezorê pêk anîn û dibe ku ev jî mînakeke kêmpeyda ya hevkariya rasterast a Amerîka û komên Ereb ên nav HSDyê be ku di dema borî de hin ji wan jî cuda bûn û xwe dan kêleka hikûmeta nû li Şamê.
Xaleke din a girîng ku HSDyê aniye ser xaçerêyeke hecer, hewlên Amerîka û Fransayê ji bo nêzîkkirina HSD û baskê wê yê siyasî li gel ENKSyê ne.
Ev çiqas di dirêjdemê de alîkariya Amerîka, Fransa û Rojavayê bi giştî bike ku faktoreke wan a hevsengiya hêzê li Şamê hebe, ewqas jî ji aliyên din re girîng e. Ji bo HSD û Rêveberiya Xweser ev hewldanek e ji bo bicihkirina xwe di sîstema nû ya Sûriyeyê de, ji ber ku ENKS li ba desthilatdarên niha yên Şamê xwedî rewatiyeke zêdetir e. Şansek ji bo dûrketina ji şer e jî.
Dibe ku ji ENKSyê re jî were wateya ku bikare bi destekî tijî danûstandinê li Şamê bike, ji ber ku yê hêza wî li ser erdê nebe di danûstandinê de jî bi ser nakeve. Di dawiyê de dibe ku Tirkiye eger bi neçarî be jî, zêdebûna rola ENKSyê bi dilê wê be, ji ber ku di dawiyê de bi kêmkirina rola PKKyê li Rojava tê wergerandin.
Çi diqewime?
Di texmînekê de, Colanî heta bihara sala bê hemû Sûriyeyê kontrol dike, komên çekdar di bin siya Wezareta Berevaniyê de rêk dixe û welat ber bi hilbijartinan ve dibe û destûreke nû amade dike ku mafên kêmîneyên wekî Kurd tê de hatibe parastin, şervanên biyanî jî ji Sûriyeyê derdikevin û ew welat dikeve ser rêça xwe! Lê di rastiyê de ev xeyalek e ku bi hêsanî pêk nayê.
Rast e vêga bi çep û rast desthilata defakto ya Colanî qebûl kirine lê kes ne piştrast e ji wê yekê ka rêveberiya nû ya Sûriyeyê dê bi çi rengî be. Ji bilî ku ji bihara 2025an ve ku rejîma nû hino hino bingehên desthilata xwe xurt dike, wê demê nakokiyên li ser dabeşkirina desthilatê jî zêdetir dibin. Lewra bi texmîneke zêde şerekî navxweyî tewra eger dema wî kurt be jî li benda wî welatî ye.
Ji Efxanistanê bigire heta Îraq û Lîbyayê, di dema zêdetirî 20 salên borî de hemû guherînên rejîman li Rojhilata Navîn, şerekî navxweyî li pey wan hatiye û xuya nake Sûriye jî ji derveyî vê yekê be. Ji bilî faktorên dînamîka navxweyî, gelek welatên din ên herêmê jî hene ku bi rewşa nû ya Sûriyeyê ne razî ne, ev jî dikare agir bi fitîla aloziyên navxweyî yên Sûriyeya Ehmed Şeri bixe.
Du rê li ber HSD û Rêveberiya Xweser jî hene; ya yekem ew e ku xwe li gel rewşa nû ya Sûriyeyê biguncînin û bi alîkariya ENKS-Hewlêrê li gel Colanî danûstandinê bikin, her wiha bi alîkariya Amerîka, Fransa, Hewlêr û dibe ku Ocalan jî, deriyekî bi Tirkiyeyê re vekin. Ev jî pêwîstî bi kêmanî bi veqetandineke nerm a HSDyê ji “şervanên wê yên biyanî” heye.
Ya duyem jî ew e ku wiha berdewam be û li bendê be şerek derkeve ku zû yan dereng dorfirehtir bibe. Di vê rewşê de jî, bi texmîneke zêde rêveberî û saziyên xwe yên birêvebirinê di heyama 6 mehan de ji dest dide, lê dibe ku piştgiriya derveyî ji bo şerekî partîzanî yê demdirêj misoger bike.
Ziryan Rojhilatî
Rûdaw