Biryara di derbarê rêxistinên PKKê de rast û erênî ye….

Îbrahîm GUÇLU

PKKê, piştî Rejîma Baasê ya Faşîst a Sûriyeyê ket bin bandor û kontrola Rejîma Baasê ya Faşîst a Iraqê. PKKê dema ket bin bandora Rejîma Baasê ya Iraqê, li hemberî Tevgera Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê û rêxistinên Başûrê Kurdistanê PDKê û YNKê tevgeriya.

Rejîma Baasê, dema ku Başûrê Kurdistanê bû Herêma Azad, PDKê û YNKê li beşekî mezin yê Herêma Başûrê Kurdistanê bûn desthilatdar û ji bona ku di bin bandora Emerîka û hevalbendên wê de bû, nedikarî  li hemberî Başûrê Kurdistanê şer bimeşîne, PKKê bi kar anî. PKKê li hemberî Desthilatdareiya Başûrê Kurdistanê, PDKê û YNKê şer domand. Li hemberî Kurdistanê, PDKê û YNKê ŞERÊ WEKALETÊ meşand. Bi hezaran pêşmergeyên Kurdistanê di wan şeran de hatin şehîd kirin. Hîç şik tune ye ku gelek ciwanên Kurdistanê yên ji aliye PKKê de dihatin bi kar anîn jî hatin kûştin.

Rejîma Baasê Iraqê gelek gûndên Kurdistanê yên di bin kontrola wê de bûn jî da PKKê. PKKê li wan gûndan ji Rejîma Baasê re wekîlî kir.

PKKê li gûndên Kurdistanê siyaseta Baasê meşand. Izin neda ku gûndî çandiniyê bikin. Ji gûndan bi zorê xeraç girtin. Zarokên gûndiyan bi zorê revandin, kirin leşker; dan kuştin an jî wan bi xwe kûştin.

PKKê, di sala 2003-an de piştî ku Rejîma Baasê li Iraqê têk çû jî li Başûrê Kurdistanê hebûn û dagirkeriya xwe meşand. Piştî ku DAEŞ ji Şengalê jî hat derxistin û li Şengalê komkûjî ji aliyê DAEŞê ve hat lidarexistin, PKKê li Şengalê bi cîh bû. Li Şengalê zûlma xwe bi Haşdî Şabî re domand.

Piştî ku Iraq bû dewleteke federal ya neteweya Kurd û Neteweya Ereb û hemû kêmneteweyên din jî, PKKê hebûn û dagirkeriya xwe li Dewleta Federe ya Kurdistanê domand.

PKKê berê jî  partî û rêxistinên Kurdistanê, serokên Kurdistanê, Herêma Azad ya Kurdistanê rewa nedîtin, li hemberî wan şer kir. 

Di hemandem de Dewleta Federe ya Kurdistanê rewa qebûl nekir. Xirakirina û ji holêrakirina Dewleta Federe ya Kurdistanê ji bona xwe kir stratejiyeke mayinde.

Ev stratejiya PKKê  di vê qonaxê de jî didomîne.

                                   &&&&&

PKKê ji bona ku dagirkerî û hebûna xwe ya nehiqûqî û nerewa li Iraqê û li Başûrê Kurdistanê didomand, Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi domdarî operasyon meşandin. PKKê bû sedem ku gelek herêmên Kurdistanê bikeve bin bandor û dagirkeriya Dewleta Tirk.,

PKKê dev ji dagirkeriya xwe berneda, Dewleta Tirk jî daîmî operasyon meşandin. Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Federe ya Kurdistanê bi hev re ev pirsgirêke çareser nekirin, PKKê bi Haşdî Şabî û Hêzên din yên Terorîst û bi nîjadperestên Ereban ve, li Iraqê û li Kurdistanê helwesta xwe ya xirakirinê domand.                          

Dewleta Federal ya Iraqê ji tirsa Îranê, nedikarî di derbarê PKKê de biryar bigre. Lê di dawî de û di enmcamê de bi zora Dewleta Tirk mecbur bû ku di derbarê PKKê de biryara nehiqûqîbûnê bigre.

Ev biryara di berjewendiya Dewleta Federal ya Iraqê û Dewlete Federe ya Kurdistanê de bû.

Biryareke erênî bû.

                              &&&&&

Dewleta Federal ya Iraqê girêdayî ev biryara xwe ya derengmayî di van rojên dawî de bi riya dadgeha bilind, biryara nehiqûqîbûna rêxistinên PKKê da. Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê biryara hilweşandina grub û partiyên bi navê Êzidiyan ên ser bi PKKê daxist.

Biryar gelek vekirî û zelal e. Bi  giştî wûsa ye:

“Desteya Dadweriya helbijartinên ser bi Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê bersiva daxwazên fermangeha karûbarên partî û rêxistinên siyasî ya derbarê hilweşandina çend partiyekî bi navên ‘’Partiya Azadî û Demokrastî ya Êzidî, Partiya Eniya Tekoşîna Demokrasî û Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî)’’ da. Li gel daxistina binkeyên wan û dest bi ser da girtina mulk û malên wan jî dê bê kirin û ev yek piştî gilî û dozeke taybet a derbarê asayîşa netewî ya derbarê wan partiyên ser bi PKKê li Iraqê ku PKK wek partiyekî qedexe hate nasandin şûnde û sedem jî wekî metirsî li ser asayîşa niştimaniya Iraqê hate diyar kirin.

Herwaha di bersiv û biryara hatiye dayîn de hat aşkera kirin, encûmenê piştî lêkolînê geheştiye encamê ku ew partiyên ser bi PKKê qedexe ne û çalakiyên qedexe li Komara Iraqê pêktînin.

Hat aşkera kirin ku lêkolîn ji aliyê fermangeha karûbarên partî û rêxistinên siyasî ve hatine kirin, herwaha nivîsa saziya îstixbarata niştimaniya Iraqê û nivîsa ofîsa Serokwezîrê Iraqê û sekreterê taybet ê fermandariya giştî ya hêzên çekdarên Iraqê geheştiye desteyê û diyar dikin ku ew zanyariyên ku derbarê wan partiyan de hatine behs kirin rast in. Li gor yasaya partiyên siyasî sala 2015ê ya Iraqê, li ser wan partiyan tê ferzkirin ku karê xwe yên siyasî bê ku girêdayî rêxistin û darayiya her aliyekî din ê derveyî Iraqê bikin, yan jî ferman ji çi partiyekî din yan ji welateke din û dawiyê de jî hatiye diyar kirin ku, ‘’Ji ber wan sedemane û li gor madeya 32 ya partiyên siyasî Dadgehê (Desteya Dadwerî) biryar daye ku hemû wan partiyan hilweşîne û binkeyên wan dabixe û dest dayne ser mulk û malên wan.’’ (Basnews)

                                  &&&&&

Serokê Dewleta Federa yê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî jî di salvegera komkujiya Şengalê diyar kir ku divê gor Peymana Şengalê PKKê û hêzên din yên neqanûnî ji Şengalê derkevin. Ev jî biryara Dadgeha Bilind ya Dewleta Federe ya Kurdistanê rast derdixe.

Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê dibêje ku  “Xizmetkirina gelê Şengalê û pêkhateya êzidî divê karê me hemûyan yê pêşîn be. Werin em hemû bi hev ra bixebitin ku êdî Şengal û Êzîdî nebin ajandaya hizbî û siyasî û dîl nebin destê hêzên herêmî da. Divê gelê Şengalê bi xwe karûbarên xwe birêve bibe û êdî nebin esîrê hêzên derveyî tixûban. Ji ber vê yekê divê PKK û her hêzeke neqanûnî ji Şengalê derkeve da ku em hemû bi hev ra bikarin ewlehî, jiyan, avadanî, umêd û hêviya jiyanê ji Şengalê ra vegerînin. Li Iraqeke pir olî û pirneteweyî da, hebûna bi bandor a saziyan û cîbicîkirina destûrê garantiya parastina hemû pêkhateyan û mafên wan yên niha û paşerojê dike,  klîta aştî, aramî û pêşketina welat e, ji ber wê jî divê em hemû ji bo cîbicîkirina destûra herdemî ya Iraqê kar bikin.” (Rojevakurd)

Tetwan, 07. 08. 2024

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *