Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ragihand ku ji bo betalkirina Rêziknameya Nû ya Bijîşkên Malbatê, li 81 parêzgehan 5 rojan bijîşkên malbatan dê kar nekin.
Baskê Bijîşkên Malbatê ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk cara sêyemîn dê di navbera 6 û 10ê Kanûna Paşîn 2025an de dest ji kar berdin.
Herwiha roja çarşemê jî hemû karmendên tenduristiyê yên dereceya wan 2 û 3 ye dê rojekê kar nekin.
Beriya niha jî bijîşkên malbatê destpêkê 5,6 û 7ê Çiriya Paşîn 2024ê 3 rojan û piştre jî di navbera 2 û 6ê Kanûna Pêşîn 2024ab de 5 rojan ketibûn grevê û kar rawestandibûn.
Rûdaw