Kemal Tolan
Gelek xwandevanên birêz jî dizanin ku, min di gotara xwe ya bi navê BAWERİYA ÊZÎDİYA YE Bİ XWEDÊ(*1) de jî daye xwanê kirin û vêga hêjî di ilmê me Êzdiyan de tê gotin, Xweda yê me hemû giyanderên li seran serê cîhanê yek e. Hemû civak, ol û netewên ku li ser ruyê vê dinya yê hene, li gorî çande û baweriya xwe hebûna Xwedê nasdikin û her yekê jî bi zarave an jî zimanê xwe ji Xwedê ra dibêje najî gotine : Hurmuz, Aton, Marduk, Şamaş, Bal, El, Hadad, Xuda, Padişa, Xwedî, Rab, Temuz, Dumuzî, Adonis, Yezdan, Yazad, Xaliq, Tanrı, Allah, Gott, Xwudah, Xwedê û whd.*
Lê ez bawer nakim ku, tu civak anjî netew bêkaribe mîna bawerî û çanda me Êzdî(Kurd-Ezdahî) an peyeyva Xwedê di nav zargotina xwe de bikarbînen.
Ji bona mînakan, ezê niha dîsa li goriya derfetên kesayetiya xwe hinek hevok(cûmley)ên ku peyeyva Xwedê têde tên anjî hatine bikaranîn ji we rêzdaran ra birêzbikim.
Belê, ji bo fahmkirin û xwandinê divê hûn jî di dewsa nuxtan(….) de piro(şûn)navekî bikarbînin. Her weha her kes li goriya bikaranîna xwe, divê di dawiya hevokê de jî nîşana rêzgirtin(!), ferman, pirsê ûhwd. deyne. Mînak: ji Xwedê ne ditirsiya … = Ez ji Xwedê ne ditirsiya ma !.. .. ji Xwedê ne tirsiya … |
.. berxê Xwedê ye |
… bela xwe ji Xwedê bivînî |
… bi wî Xweda yê bêşirîk kim |
… ji Xwedayê dilovan dixwazim |
… xwe ji Xwedayê xwe naki.. |
… Xwedê ditirsim |
…. bi qedrê Xwedê bik… |
…ê çewa here huzûra Xwedê |
Baweriya …. bi Xwedê hebe |
Bê qeweta Xwedê |
Bêy hukumê Xwedê pel jî li ser darê naheje |
Bi destûra Xwedê |
Bi helaliya Xwedê |
Bi îzna Xwedê |
Bi navê Xwedê |
Bi navê Xwedê sûnd bixwi.. |
Bi saya Xwedê |
Bi xatirê Xwedê k.. |
Bi Xwedê |
Bide xatirê Xwedê |
Bidin xatirê navê Xwedê |
Bila nura Xwedê li ser —-be |
Bila Xwedê rahma xwe bavêje dilê ….. |
Dahin û standina Xwedê xweşe |
Derewîn dijminê Xwedê ne |
Destê xwe ji Xwedê nekin |
Dewlet serê Xwedê û serê …. |
Di rêya Xwedê de b…. |
Dilovaniya Xwedê |
Dinya ji pêxemberên Xwedê re nema ye |
Divê Xwedê li hev bîne |
Dîwana Xwedê |
Dua bo Xwedê |
Eger Xwedê yar be, bela şûr dar be |
Emî kêmin Xwedê yî temame |
Emrê Xwedê xweş e |
Emrê Xwedê ye |
Evdê-a Xwedê |
Ez Rastiya Xwedê me |
Êzdî bi Xwedê ra bi kurdî dipeyiven |
Êzdî jî navekî Xwedê ye |
Êzdî Xwedê pererestin |
Fermanê Xwedê |
Gazî Xwedê bi….. |
Gazina ji Xwedê nek… |
Gaziya xwe bigîne Xwedê |
Hawara Xwedê |
Hebandina Xwedê |
Heq navê Xwedê ye |
Her ji Xwedê û çiqas xasên Xwedê hene bawer bikin |
Her tenê Xwedê heye |
Her tim Xwedê li bîra xwe bînin |
Her tişt ji Xwedê ve eyan e |
Her Xwedê tenê zane |
Hey Xwedê ….. hîşto |
Hey Xwedê ….. kuşto |
Hey Xwedê malik avakir.. |
Hey Xwedê malik xeravkir…. |
Heyiya Xwedê |
Hezar û yek navên Xwedê hene |
Ji bo meznaya Xwedê |
Ji bo navê Xwedê |
Ji evda tê veşartin, lê ji Xwedê nayê veşartin |
Ji vir û heta ba mala Xwedê |
ji Xwedê dilovan hêvî dikim |
Ji Xwedê natirs… |
Ji Xwedê teala bitirs.. |
Kî bo Xwedê be, Xwedê jî bo wan e |
Kîjan xêr be bila Xwedê wê bike |
Ku Xwedê bejê erê |
Kula Xwedê bikeve nav mala paşveruya |
Li jor Xwedê heye |
Li rêya Xwedê nebin xerfê |
Mala Xwedê ava , |
Meriv gereke ya Xwedê bêje |
Mêvan mêvanên Xwedê ne |
Milyaket ferwara Xwedê bi ch tînin |
Milyaket ji nûra Xwedê hatine efrandin |
Miradê xwe ji Xwedê bixwaze |
Muhbeta Xwedê gelekî şirîn e |
Na bi Xwedê ez …….. |
Nûra Xwedê li we bibar e |
Pepûka Xwedê |
Pesnê Xwedê bidin |
Qencî û xiravî herdû jî ji dergê Xwedê ten |
Qenciya Xwedê înkar neke |
Qewlê Xwedê |
Qirar qirara Xwedê ye |
Rahma Xwedê li dê û bavê …. be |
Rastî mala Xwedê ye |
Rebenê Xwedê |
Rebenê Xwedê …. |
Rizqê …… li Xwedê ye |
Roj nûra Xwedê ye |
Roja Xwedê dayîna … pîroz be |
Rojên Xwedê gelekin |
Şikir ji Xwedê ra |
Şikir ji Xwedê re em Êzdî ne |
Şikriya xwe ji Xwedê bike |
Silava Xwedê li … be |
Standina Xwedê ye |
Stara Xwedê li ser ….. be |
Tawisî-Melek emînê Xwedê ye |
Teslîmî Xwedê dib….. |
Tîra Xwedê lê ket….. |
Tiştê Xwedê kiriye betal nabe |
Topa Xwedê li ….. keve |
Tû bi xatirê Xwedê kî |
Tu evdî Xwedê nedîtîye |
Tu kes nikare ji qirara Xwedê bireve |
Wê Xwedê çêke |
Weleh navê Xwedê ye |
Wey Xwedê ruhê ….. bistîne |
Wey Xwedê yo |
Xas û Qelenderên bo Xwedê |
Xasên Xwedê gelekin |
Xêra Xwedê li ….. be |
Xezeva Xwedê li …. Be |
Xweda dizane |
Xweda yê xwe nasnakin |
Xwedayê dilovan |
Xwedê Xwedanê şev û rojê ye |
Xwedê … bê aqilê …. Neke |
Xwedê … rûsipî bike |
Xwedê …. bihêle |
Xwedê …. biparêze |
Xwedê …. bistrîne |
Xwedê …. şaş neke |
Xwedê …… xweyîke |
Xwedê bê şirîk û heval e |
Xwedê bela xwe bide …. |
Xwedê bext bide ….. |
Xwedê bi …. re ye |
Xwedê bi oxira ….. ra be |
Xwedê bi tenê dikare |
Xwedê bihebînî |
Xwedê bike tu gelekî sax bî |
Xwedê bike tu hazar salî bî |
Xwedê birayê …. bihêle |
Xwedê çavên ….. xweyîke |
Xwedê çêtir dizane |
Xwedê cîhan sêwirand |
Xwedê da û stand |
Xwedê daye te ….. |
Xwedê deriyekî digre, hezarî vedike |
Xwedê emrê …. dirêj bike |
Xwedê emrê …. dirêj neke |
Xwedê heqê ……. ji ….. nehêle |
Xwedê hezkirina me zêde bike |
Xwedê hîştê |
Xwedê hîşto |
Xwedê hurmetê bide … |
Xwedê îmanê bide …. |
Xwedê îmanê ji …. bistîne |
Xwedê îşê …. rast bike |
Xwedê ji …. razî be |
Xwedê ji …. standiye |
Xwedê ji ….. na tirse |
Xwedê ji ….. xweşbe |
Xwedê ji kesî nestî ne |
Xwedê ji neheqan ra ne hêle |
Xwedê kerem e |
Xwedê kurekî bide … |
Xwedê li … bixe |
Xwedê li …. şefa bike |
Xwedê li …. were rahmê |
Xwedê li bîra xwe bîne.. |
Xwedê li heftêûdû mileta bêye rahme û me jî |
Xwedê li hev anî |
Xwedê li hev ne anî |
Xwedê li pişta …. Ye |
Xwedê li raserî …ye |
Xwedê mala … xirab nekiro |
Xwedê mala …. ava bike |
Xwedê mala bavê …. ava bike |
Xwedê mala bavê …. xira bike |
Xwedê mala nezana xira ke |
Xwedê merazê… bike |
Xwedê meriv ji bela û teşqelan bistirîne |
Xwedê mezin e |
Xwedê miradê …. bike |
Xwedê mizgîna xêrê bide ….. |
Xwedê mizgîniyê bide …. |
Xwedê nasîna me Êzdiyan ji qedîm heta îro heye |
Xwedê ne hîştê |
Xwedê ne hîşto |
Xwedê ne nas… |
Xwedê neke gidî |
Xwedê nekî |
Xwedê nur e |
Xwedê pesnê xwe na de |
Xwedê qahra xwe li ….. bike |
Xwedê qebûl nake |
Xwedê qebûl neke |
Xwedê rehetiyê bide …. e |
Xwedê rehma xwe li …. bike |
Xwedê roja … reşke |
Xwedê ruha dide û distîne |
Xwedê rûyê …. spî bike |
Xwedê şade ye |
Xwedê şade ye |
Xwedê serê … nexîne belayê |
Xwedê şikriyê bi de …. |
Xwedê temenê …. dirêj bike |
Xwedê tenê pê dizane |
Xwedê tû bidî xatirê navê xwe |
Xwedê tu derdan nede …. |
Xwedê tu êşê nede …. |
Xwedê tu ruhê ….. bistînî |
Xwedê warê …. korbike |
Xwedê weke dilê …. bike |
Xwedê xêra …. binivsîne |
Xwedê xêra …. qebûlbike |
Xwedê xêrabike |
Xwedê xêrê bide ….. |
Xwedê xêrke |
Xwedê xirab bike destengiya dinya yê |
Xwedê xizmeta …. qebul bike |
Xwedê xweda ye! |
Xwedê xwedanê ins û cins e |
Xwedê xwediyên xêran bê par nahêle |
Xwedê yek e |
Xwedê yeke û lı seranserî hemû xwedana ye |
Xwedê yekî cebar e |
Xwedê zanî be |
Xwedê zarokên …. bihêle |
Xwedê zêde bike |
Xwedêo |
Xwezla xêra mala Xwedê ra |
Ya Xwedê |
Ya Xwedê bêjin |
Ya Xwedê her tû yî û her tû yê hey û her dê hebî |
Ya Xwedê riya te rastî ye |
Ya Xwedê tû derê xêra veke, derê era wergerîn |
Bi dîtina min, di van hevokan de jî xwanê dibe ku olperestiya me ya xwezayî û dilpaqij qet cûdetiyê naxe nava tu civak, nijad û olnên li ser ruyê cîhanê hene û li ser vê bingehê ye vêga hêjî di sebeqeyeke Qewl me de tê gotin ku,
„Siltan Êzî bi xwe Pedşa ye,
Hezar û yek nav li xwe dana ye,
Navê mezin her Xweda ye”(*2)
Êdî, ez hew dizanim ka ev peyeyva Xwedê hê di kuderin din de û bi kîjan rengî tê bikaranîn.
Hêvîdarim ku qewlbêj, koçek, micêwir, bav, kal, ilîmdar, rewşenbîr, zane, berpirsyarên tv, rojnaman, kovaran, dezgeh, înstîtut, malper û rêxistinên Kurdî/Êzdiyatiyê jî bikaribin yên li cem xwe hene jî bi ser vê xizna ferhenga Kurdî ve zêdebikin. Em tevde hêjî gelekî zahmet bidine xwe van sedemên nakokî, kêmasî, nezanî, belangazî û pirsgirêkên ku di nava civak û olên Kurdî de hene, ji me hemwelatî û niştîmanperwerên Kurdistanê ra zelal bikin. Her weha her yekê ji me li goriya derfetên xwe ji van kêmasiyên ku xwefiroş û dagirkerên Kurdistanê bi hemd û bi zilma asîmlekirna xwe, xistine nav civak, çande, perwerde, raman, nêrîn û bawriya me Kurdan re xwedî derkevin.
Kemal Tolan 16.04.10
Çavkanî :*1 Kemal Tolan – http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/baweriya-ezdiyan-bi-xweda.html
*2 Kemal Tolan -Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Weşanên Perî- Çileyêpêşîn 2006 Stenbol, rûpel :15-38.