Şerîf Felah
BasNews – Li gundê Zerdûîy yê navçeya Baygan a ser bi bajarê Pawe ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê, her sal nav bax û bostanan de Cejna Çileya Havînê tê pîroz kirin.
Ev kevneşope ji ber derbasbûna nîvê havînê û destpêka daketina pileyên germê û destpêka demsala berhemê rez û baxên meyve û fêkî birêve diçe, ku tê de ‘’Bi daholê, herwaha jenîna amûrên din ên wek defê û stran gotinê ve keç û xort dîlan û gowendê girêdidin,’’ berhemên baxan tên dabeş kirin. Ew merasîm û kevneşopiye bi sedan sale maye û birêve diçe û wek merasîmekî çandî tê dîtin.