Bi dîtina min, em Êzdî nikarin bi serê xwe tenê bibine netewek û dewletên cîhanê jî daxwaza ku, herêmeke Êzdîxana me bibe dewleteke serbixwe qebûlnakin

Divê hemû Êzdî van taybetmendiyên netewe yî bûnê bizanibin;

1             Xwîna me yekbû-lê niha tevlîhev buye..

2             Dîroka me ya hevpar , ji xenî ….. fermanan pêve tineye

3             Yekîtiya baweriya me ya hevpar hebû, lê niha tineye

4             Zimanê me yê hevpar-hebû lê  mixabin niha belakirine.

5             Erdnigariya me Êzdiyan, ya ku tenê Êzdî lêdijîn û sînorên wê diyarin tineye,

6             Nifûsekî me yê ku di herêmekê de aboriya me biserbixwe birêvebibe tineye

7             Serweriyeke me, ya ku me ji bo bûyerên kolektîf bi hawayekî  wekhevî birêvebibe- biparêze û me li ser bingehên olî anjî neteweyetiyê seferber bike tineye.

Û hwd.*

Vêca  ez ne huquqnas û xwediyê terfiya dr., prof., pispor., civaknasî û hwd.ê me û dêjim,  hişên xwe bidine serê xwe, dewlet û pisporên neteweyên li cîhanê ji xeynî hebûna baweriya Êzdiyatiyê pêve, dîrok, çande, ziman û erdnîgariya Êzdiyan qet ji ya neteweya Kurdî cûde û serbixwe hebe nabînin û nasnakin.

Lewma divê em tev bi hev ra bibêjin, welatê cidê me Kurdistan, baweriya me Êzdîtî, dîrok, ziman û neteweya me Kurdiye .

* Nivîskar Kemal Tolan- Nasîna baweriya Tawisî Melek û Êzdiyatiyê-Çarpel Medya :

https://www.facebook.com/carpelmedya/videos/320433327204726

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *