BI ÇAND Û ZIMANÊ XWE BIJÎN!

Cano AMEDÎ

Milletê Kurd ji deh hezar salan zêdetir e ku li ser vê axê dijî û niştîcîhê vê erdnîgarîyê ye.

Împaratorîyên hov û talanker; dewletên dagirker di heman deman de xwestine  ku miletê Kurd li ser vê erdnîgarîyê tune bikin. Herweha armanc û stratejîya hêzên dagirker her ew bûye ku bi kodên civatê, bi gen û çanda civatê bileyizin, civatê dîl bigirin û armanc û planên xwe bi cîh bînin. Sîyaseta înkar û tunekirinê li ser van bingehan hatîye meşandin.

Dagirkerî û şer, bi giranî li ser zemîna kuştin, darve kirin, talan kirin, zîndankirin, nefî kirin û hwd. meşîyaye û dimeşe; ev siyaset bi rêya çek û sîlahan pêkhatîye, pêktê. Lê belê, sîlehek gelek bi bandor û xirab heye ku di heman deman de rê li ber sîyaseta asîmlasyon û entergasîyonê xweştir dike. Ew çeka bi bandor û dijwartir jî lîstokên li ser tevna civatê tên meşandin bixwe ye. Gava ku tevna civatê xirab bibe; ew çand û kevneşopîyên hezar salan bin pê dibin, tecrube û rastîyên civatê serûbin dibin. Dewletên dagirker û hêzên desthilatdar bi rêya endazyarîya civakî bi kodên civatê dileyizin. Tevna civatê, li gorî armancên xwe ji nû ve dizayn dikin. Çand û dîroka xwe bi cîh dikin. Fikir û hişmendîya netewî bi  teorî û amûrên xapînok pûç dikin.

Berîya her tiştî çanda xwe, zimanê xwe û şêweyên jiyana xwe li ser civatê ferz dikin. Çand û dîroka xwe ya li ser derewan hatîye ava kirin di hemû qadên jiyanê de bi cîh dikin. Îro wê çand û dîroka miletê Kurd a qedîm, kevnar û dergûşa şaristanîyê ye, hêdî hêdî bi destên alîgerên “kurmê darê”  di bin xeterîyeke mezin de ye. Di bin navê “biratîya gelan û ummetê” de, çand û dîroka ji rastî û hişmendîya neteweyî dûr, li ser civata Kurd tê ferz kirin an tê pîne kirin.

Lîstok û sîyaseta dejenerasyonê, li ser bingeha dijberîya navxweyî tê meşandin. Bi rêya dijberîyê, rê li ber derizandinên mezin vedikin û di nav civatê de hişmendîya netewî lawaz dikin. Ev alîyên îdeolojîk, îro dixwazin hînbûnên xwe, îdeolojî û şêweyên jiyana xwe li ser civatê ferz bikin. Di kolanan de, di bazarê û nav civatê de nexweşî û şaşîyên xwe pîne dikin. Weke paleyên xirabîyê, civatê ji exlaq,  ji hestên ûjdanî û edeletê dûr dixin. Em dibînin ku roj bi roj exleq dejenere dibe, ûjdan difetise, hiqûq kor, lal û ker dibe. Ev pêvajo rê li ber rizîbûnê xweş dike, tevna civatê xirab dike û bingeha pîvanên civakî, dîrokî û berdewamîya çandî ya Kurdî serûbin dike. Civat ji alîyê sîstemeke narko-brokratîk ve, hatîye dîl girtin û pîvanên mirovahîyê têne binpê kirin. Bêrêxistinî weke qeder bi civatê hatîye qebûl kirin. Sîstem, bi pêwendî û şaxên narkotikê  li ser hemû beşên  civatê xwedî bandor e. Ev têkilî û pergala zulmê, tesîrek giran li ser tevna civatê dike.

Lê mixabin, ev nexweşî, ev xirabîyên hanê, di dîroka me ya nêzîk de, zêdetir desthilatdar bûye û weke lehîyên payîzê ji bilî xirabîyê tiştekî bi xwe re nayne. Nîrxên civatê dirizîne, urf û adetên civatê, di aşê îdeolojîk de dimehîne û  ev pêvajo her diçe çanda şîn û şahîyan jî  bi çandeke  bejî û arabesk ve cîh diguherîne.

Ev metirsî û talûkeya mezin di hemû warên jîyanê de berdewam e. Pirî caran gelek kes bi nezanî an bi zanîn, dibin piştgirê van hewl û projeyan. Pirî caran em bi destê xwe rê li ber karesatên civakî vedikin. Weke mînak, ez dikarim du numûneyên girîng nîşan bidim: Şîn û şahî! Weke em hemû dizanin di çanda kurdî de şîn û şahî bi gelemperî dîmenên (panoromaya) jiyanê ne. Ev ji bo hemû netew û civatan derbas dibe.

Êdî dawet û dîlanên me ji usulû derketine. Çanda dawet û dîlanên Kurdî, êdî di salonan de, bûye bingeha “paketên” ticaretê. Tu însîyatîfa malbatan an jî ya xwedîyên dawetan tune ye. Xwedîyên salonan û simsarên muzîkê, li gorî bernameya xwe kokteylekê amade dikin, bernama xwe bi cîh tînin.

Xaleke din jî, rewşa cîhê şînê û çanda şînê ye. Di dîroka milletê me de çanda şînê, usûl û qeîdeyên civakî gelek eşkera û diyar in. Şîn girtin, parve kirina êş û tengasîyan, pîvaneke civakî, exlaqî û mirovahî ye. Lê mixabin ev kevneşopî, ev çand jî hêdî hêdî av digire û her diçe, civatê ji çand û dîroka xwe dûr dixe. Ev demeke dirêj e, du grûbên îdeolojîk (beşeke seküleran û beşeke oldaran) hînbûn û karekterên îdeolojîyên xwe li ser civatê ferz dikin, bi rêya çavsorîyê tevna civatê serûbin dikin, bi mudaxale û bertekên xwe, destê desthilatdarên xwe xurt dikin. Keç û xortên ne kamil, bi hestên îdeolojîk li dijî çanda xwe, dibin peyayê çandeke din. Pirî caran em rastî tewlihevîyên bi vî rengî dibin. Bê destura xwedîyê şînê, cîhê şînê dikin qada propagandayên îdeolojîk. An jî dikin qada cîhadê! Keç û xort, jin û mêr bi hevre, cîhê şînê weke cihê xwepêşandinê bi kar tînin; lê ev ne rast e û ne li gorî usûle ye.

Divê em bi çand û kevneşopîyên xwe, bi nîrxên xwe yên civakî û mirovahî, bi ziman û hişmendîya milî tevbigerin, li çand û dîroka xwe xwedî derkevin. Ferqa me û ya dagirkeran  divê li hemû qadên jîyanê bê nîşandin. Ev jî encax bi rêya ziman, çand û hunerê ku di jîyanê de bi bandor be pêk  tê.  Desthilatdarîya zimanê bazarê û kolanan rewşa çanda civakê nîşan dide. Em bi hişmendîyeke netewî dikarin di hemû qadên jîyanê de derzandinek civakî, veqetandinek sîyasî bi honandina rêxistinî pêk bînin û bixin rojeva xwe. Çand û zimanê me xwedî dîrokeke kevnar e, divê em rê nedin ku kes pê bileyize û bifetisîne… Ziman mifta çand û jîyaneke kurdewarîye. Divê nifşê nû, li ser koka xwe bi çand û dîroka xwe, bi ziman û hişmendîya netewa xwe, li dijberî pêlên asîmlasyon û entergasîyonê raweste, hewl bide, têbikoşe û li nîrxên xwe xwedî derkeve.

Bi hêvîya desthilatdarî û jîyaneke bi Kurdî, ku êdî bi zimanê xwe bijîn…   

25.06.2024 

Cano Amedî /Diyarbekir

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *