Behice Feride Demir: Silavek Ji Kafka Re

Franz Kafka mantalîte û hestewariya vê sedsalê ye. Ruhê edebiyata wî wek îstasyona fezayê ji her alî û bi her awayî xwedî pêşbînî û şopgerandineke ber bi karekterên sedsala me ye. Îro keseke/î ku Kafka nas neke tuneye. Îro kesekî raman û nakokiyeke Kafkaesk li xwe nebîne tuneye. Îro jiyaneke bê îzahat û encamên Kafkaesk jî tuneye.
 
Û îro edebiyat û edebînûsên wekî Kafka jî tunene. Lê jiyan, analîz û psîkolojiya Kafkaesk pêl û pencereyeke global e. Lewma jî Kafka ne tenê nivîskarek e, Kafka; psîkolojî, hestewarî, hişyarî û cûreyek ji hebûnê ye. Îsal em sed saliya mirina wî bi bîr tînîn yanî sed sal berê Kafka koç kir lê ew zêdetir bû ruhekî edebî. Kafka bi kronolojiya jiyana xwe jî ecêb e. 3yê Tîrmeha 1883an de tê dinyayê û di 3yê Hezîrana 1924a de dimire. 

Helbet ew jî wek gelek hemçax û hevkarê xwe piştî mirina xwe tê nasîn. Lê bi ya min tişta ku Kafka bide pênasekirin nasname ye. Kafka nasnameyek e û bi tevahî jî nasnameya sedsalê bi xwe ye. 

 Nivîskarê Kurd û serokê PEN a navneteweyî Burhan Sönmez îsal romaneke bi navê Hezkirîyên Franz K. nivîsand. Pirtuka Sönmez yekem pirtuka wî ya bi kurdî ye. Sonmez, Kafka bi kurdî da naskirin û biyanîbûna xwe ya li ser zimanê kurdî bi alîkariya Kafka şikand. Silavek da Kafka û kurdî. 

Burhan Sönmez ji bona festîvaleke edebiyatê li Berlînê bû. Lê dîsa jî pirsên min bersivand.

Ji bona 100emîn bibîranîna Kafka ev diyardeyeke edebî û kurdî ye di navbera Kurdistan û Kierling û Pragê de. 

Belê Franz Kafka,

Silav ji te re.  

 1- Romana we ya dawî, Evîndarên Franz K. bi honaka (fiction) xwe ve jî balkêş e. Ew behsên der barê Dante, Kafka û Max Brod bi jiyana karakteran va di nava pêwendiyeke xurt da ne, her wisa jiyana Ferdy Kaplan, we ev karekter çawa li hev anîn? Ferdy Kaplan wekî ew sûcê ku dikire stûyê Max Brod nekira, bêyî ew lêpirsîna polîsiye, gelo nikaribû li pey edebiyata Kafka bigeriya?  

 Li vir ew ne li pey edebiyata Kafka ne, ji bo parastina kesayeta wî ne. Ew bawer dikin ku mirov di ser her tiştî re, heta ji ser afirandinên xwe ne jî. Ji ber vê yekê dema ku tê ser fikra parastina Kafka, pir tund û radîkal in. Min hewce dikir ku ez hişê Ferdy Kaplan fehm bikim. Ji bo wê min paşzemîna edebî û civakî ya demên wî bi kar anî. Ev tê wê wateyê ku gelek navên cuda bi çîrokê ve hatine girêdan.

 2- Evîndarên Franz K. di navbera çîrok û jiyanan de diçe û tê. Heger ew diyalogên di nava Komîser Muller û Ferdy Kaplan da, û ew lêpirsînên dozger ên li dadgehê nebin, piraniya dengên di romanê da kêm dibin û hinek jiyanên din, wek mînak ya malbata Ferdy Kaplan, ya Amalya û yên din hinekî flû dimînin, gelo ev tercîha nivîskar e yan rêwîtiya lehengên romanê ye?   

Ew girîng e. Spas ji bo îşaretkirina we. Hûn nikarin her qatê çîrokê bi heman deng û siyê bidin. Di romanan de hin tişt rasterast, lê yên din nerasterast têne dayîn. Ji ber vê yekê em hinek beşan, bi dîtin û pêwendiya hinekên din fehm dikin. Ew hemû di diyalogeke tevlihev de ne. Di romanê de ya sereke dîtina vê kompleksiyê û hevsengiyê ye.

 3- Wekî tê zanîn di serdema me da torên medya sosyal tesîrdar in, wekî fenomen karakter tên îcad kirin. Di vê pêwendiyê da, wekî di romana we da tê nîşandan ku mafê îradeya Franz were dîtin, gelo Kafka dikare bibe Franzê girseyan êdî?  

 Ez bawer nakim ku êdî navê Kafka vegere û bibe Franz’ekî asayî. Li ser vê mijarê lê fikra min ne girîng e, ji ber ku lehengên romana min xwedî ramanên cuda ne. Min xwest li şûna ku fikr û teza xwe binivîsim, wan nêrînên cuda nîşan bidim.

 4- Berlîn, Prag û Parîs, sê bajarên tê de qedera sedsale hate guherandin. Komîser Muller wek neferê guherandina wê demê tê xuyan, lê di dawiyê da him Max Brod ji lêpirsîna wî xilas dibe û him jî Ferdy Kaplan ji destê wî direve? Ev tiştekî der barê sîstemê da ye gelo yan tercîha honaka romanê bû? 

Ev yek bi pergala ku ji hêla romanê ve hatî afirandin ve girêdayî ye. Sîstemeke mutleq tuneye. Sîstemên herî baş jî pêdiviya pêşketin û guhertinê di demê de heye. Çimkî jiyan û xweza li ser esasê guherînê ye. 

5- Komîser Muller hin îddiayên îronîk jî tîne pêş. Wek mînak, Jean Seberg, jinên fransî û jinên por-kin bi wateyeke anarşîst yan pir serbixwe nîşan dide. Ev hêz û serbixwebûn bi jineke Berlînî ra çima tunebû?  

 Dibe ku sedemên cuda hebin. Belkî ji ber wê demê bû ku Almanya nû ji wêranên şer derketibû. An jî, belkî, ew awayek gelemperî ya xebata hişê me ye. Mînak bi îngilîzî dibêjin, “Giya li aliyê din ê sînor her tim hêşîntir e.”

 6- Ferdy Kaplan, dibêje: “Dîktatorê Îranê dê li operaya Almanî ya Bilûra Efsûnî ya Mozart guhdarî bike û hûn ê jî xizmeta wî bikin.” Heman tişt çend roj berê dîsa bû, dîktatorê Îranê di qezayekê da mir û li celseyeke Neteweyên Yekbûyî jê ra rêz hate girtin. Rêveberên cîhanê çima durûtiyan didomînin gelo?  

 Ew pirsegirêka siyaseta hukimraniyê ye. Em vê pirsê ji xwe bikin: wek welatiyên vê dinyayê, em ê çi bikin? Edebiyat ji bo me girîng e. Divê nivîskar û rewşenbîr helwesta xwe ya serbixwe biparêzin û her tim zimanê xwe yê rexnekirinê bi kar bînin.

 7- Bi ya min, hûn li dora ruhê Max Brod bi zanetî diçin û tên. Her hal ev mesele wekî we di romanê da jî baştir bi kar aniye, ew nîqaşên edebî yên di Stylo Noir da jî hatiye behs kirin. Hûn ne dixazin wî piçûk bixin, ne jî wî pîroz bikin. Max Brodê îroyîn çawa ye? Meseleya întihalê, kopîkirin û midaxileyên edîtoriyal qedera berhemekî dikarin biguherînin?

Ew mijarek krîtîk e. Heman pirs îro jî vekirî ye, çawa ku bi sedan sal berê di dema Dante de vekirî bû. Weşanxane pirtûkên nivîskarên mirî diguherînin, wek mînak pirtûka Roald Dahl. An jî kur destnivîsên bavê xwe diweşînin, tevî ku bav li ber mirina xwe nîşan kiribû ku nivîs hîn neçê ye, mînaka romana dawîn a Marquez, bi navê “Heta Tebaxê” hat çapkirin. Divê em xwendevan hişyar bin û her dem pirsên pêwîst bikin.

8- Yekem berhema we ya bi kurdî ev e. Berhemên we yên din jî dizanim. Lê bi qasî rastî rexneya xwîneran jî têm ku di tirkiya wê da behsa wergerê nake yanî behsa kurdîbûna wê nake. Ji bo kurdî romanên bi ev cûre mijarên cîhanî çiqasî girîng in? Bi ya min Kurd êdî ji vir waha wê li hêviya kitabên we yên bi kurdî jî bin. Çima wergera Evîndarên Franz K. ji bo tirkî ewqasî ecele kirin? Di hevpeyvîneke we de, we gotibû ku nivîs ji bo weşanxaneyê hatiye şandin ku ev kitêb ji kurdî hatiye wergerandin. Çima ev tişta han nehatiye kirin?

 Dema ku min ev roman bi kurdî çap kir, min di hevpeyvînên xwe de eşkere kir ku min versiyona wê ya tirkî jî nivîsiye. Ji ber ku ez bikaribim bi her du zimanan biaxifim, min xwest bi her du zimanan binivîsim. Ji ber vê yekê hewcedariya min bi werger tunebû. Zimanê min ê sereke di jiyana rojane de îngilîzî ye. Ez li Brîtanyayê dijîm, ez li wir dixebitim û hemû axaftinên xwe bi îngilîzî dikim. Xeyala min ev e ku ez romana xwe ya nû bi sê zimanan; kurdî, tirkî û îngilîzî binivîsim. Bo nimûne Samuel Beckett, xwediyê Xelata Nobelê, çend pirtûkên xwe bi her du zimanan, îngilîzî û frensî nivîsandine. Li vir mijara sereke çi ye? Ji bo min mijara sereke, vegera malê, vegera zimanê dayîkê bû. Ez bi wî awayî li vî salê xwe vedigerim zimanê zikmakî, lê belkî nivîskarên din ên Kurd dikarin ji vegerê re rêyeke din tercîh bikin. Ferq nake. Mebest ew e ku, hûn li kîjan rêyê bimeşin jî di dawiyê de bigihîjin malê, zimanê zikmakî, ku ew ji bo min zimanê Kurdî ye.

Nûpel

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *