Lavedikim, rêvebîr û oldarên hemû mal û komelên Êzdiyên li Almaniyayê hene, ji bo navbênkariya avakirina hevgirtina Êzdiyatiyê bi hevûdinê re kombibin.
Weke xemxwarekî Êzdiyatiyê, yê bi dehên salan ji bo berhevkirin û danasîna dîrok, çande û zargotina Êzdiyatiyê xebatdikim, dizanim û dilxweş im ku, me Êzdiyên beriya 50 salî hatine Almaniyayê, bi xêra çanede û Êzdînasîna ji dê û bavan girtibûn xwe parast.
Gava me çend kesan di sala 1976 de li bajarê Celle yê dest bi berxwedana xwenasîn û rêxistbûna civaka Êzdî kir, hingê kêm kesan ji Êzdiyan bingehên dîroka ola Êzdiyatiyê û neteweya xwe nasdikir. Lê gelek şikir ji Xwedê û Tawisî Melek re , îro zêdeyî 100 mal û komelên me ji bo parastin û pêşxistina çande, ziman, nasîna netewe û ola civaka Êzdî kardikin hene.
Lê mixabin, hêjî navbênkariya ku, ev 100 mal û komelên Êzdiyan bi hevûdinê re yekbûna hevgirtina Êzdiyatiyê bigihînine nifşên me yên tûn e!
Ji bo ku ev yekbûna hevgirtina Êzdiyatiyê jî destpêbike, hêvî ji rêvebir û oldarên hemû mal û komelên Êzdiyên li Almaniyayê hene dikim, ew êdî ji bo navbênkariya avakirina hevgirtina Êzdiyatiyê û ne ji bona zêde alîkariyê ji dewleta Almaniyayê bigrin bi hevûdinê re kombibin!
Ez ê gelekî dilxweş bibûma ku, rêvebir û oldarên hemû mal û komelên me Êzdiyên li Almaniyayê , vêga di vî wextê rojî û îdên me yên pîroz de ji bona bikaribin bi hevûdinê re karbikin kombibûna!
Ji Xwedê, Tawisî Melek û ji cenabê we hêvê dikim ku, hûn vê daxwaz û lava min binîne cîh!*
Spas ji bo van nesîhet , şîretan û xilmet qebûl be rêzdar şêx Sebhi Nabo *!
*https://www.facebook.com/KemTolan/videos/3982139005398448