Bakuya paytexta Azerbeycanê dê mazûvaniya Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) bike.
Baku bajarekî geştyariyê ye û di heman demê de sîmaya wî ya Rojhilatî û Rojavayî heye.
Bajarê Bakuyê ji ber sîmaya Rojhilatî û Rojavayî bala geştyaran dikişîne.
Pispora dîrokê Wefa Gulî Yeva li ser bajarê Bakuyê got:
“Gelek ji avahiyên dîrokî yên Bakuyê ji aliyê avahîsazên Polonyayî û Îtalyayî ve hatine lêkirin.
Ew jî di destpêka sedsala 21ê û destpêka pîşesaziya petrol û gazê de bû ku rê li ser geşbûna aborî ya Azerbeycanê vekir.”
Beşa kevn a Bakuyê li navenda bajêr, sîmayeke wî ya bi giştî dîrokî ye ku vedigere sedsalên navîn.
Ji sedî 40-50ê aboriya 80 milyar dolarî ya Azerbeycanê ji dahata petrol û gazê tê lê ev yek nebûye sedema paşguhkirina sektora geştyariyê.
Rêberê geştyariyê Seyid Teqiyev anî ziman:
“Karê me yê sereke ew e ku em çawa mêvanan pêşwazî bikin û zanyariyên gelekî pêwîst bidine wan.
Li gorî nerînên dîrokî em rastiyan ji wan re dibêjin, ne ku em wan efsane û çîrokan ji wan re bibêjin.”
Sala 2023yan nêzîkî 2 milyon geştyar çûn Azerbeycanê lê tê pêşbînîkirin ji bo Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) hejmara geştyaran îsal bi rêjeya ji sedî 30 bilind bibe.
Derhênerê şanoya Bûkên Pêlîstok Terlan Qurçû jî da zanîn:
“Geştyarên Amerîkî, Ewropî, Rûs û Rojhilata Navîn li vê şanoyê temaşe dikin.
Ev şano bi muzîk û dîlanê tê kirin. Jîngeheke wê ya Rojhilatî heye, ew jî bala geştyarên biyanî dikişîne.”
Tê pêşbînîkirin ku li seranserî cîhanê 32 hezar kes beşdarî konferansê bikin ku dê sibe dest pê dike û heta 24ê mehê bidome.