Weşanên Avestayê ku îsal bi boneya 30 saliya xwe lez daye xebatên xwe yên weşandina pirtûkan, hemû berhemên pexşanî yên Kamiran Alî Bedirxan civandin bi navê “Kulîlkên Ezêb” bi du çapên cuda belav kir.
“Kulîlkên Ezêb” ya Kamiran Alî Bedirxan ku 9 berhemên pexşanî li xwe digire û ji 496 rûpelan pêk tê.
Weşanên Avestayê di vê barê de di danasîna pirtûkê de balê dikêşe ser rola binemala Bedirxaniyan ku Kamiran Alî Bedirxan jê û her weha taybetmendiyên Kamiran Alî Bedirxan ên wekî “prensî, zimanzanî, şairtî, wêjekarî, romannûsî, gerînendetiya kovar û rojnameyan, mamostetiya kurdî li dibistanan û dîplomatiya wî ya di radyoyan de.”
“Kulîlkên Ezêb” van berheman li xwe digire: Destpêk (Bîranîn), Dilê Kurên Min, Kulîlkên Ezêb, Strana Kurdî, Stranwarî, Dûrik, Qewil û Ayîn, Destnivîs û Çarînên Xeyam.