Amêdî – Ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê bi hezaran donim zevî şewitîn – Video

Ji ber şerê gerîlayên PKKyê û Artêşa Tirkiyeyê top li dorûberê gundên navçeya Amêdiyê dikevin û bi hezaran donim zevî, rez û bîstanên xelkê şewitîn.

Li herêma Amediyê nêzîkî 2 hefteyan e şer û pevçûnên dijwar di navbera PKK û Tirkiyeyê de hene.

Ji ber şer agir bi daristanên herêmê ketiye û agir derbasî nava zeviyên cotkarên herêmê jî bûye.

Tahîr Sadiq xelkê gundê Kevinemjê ye û bi çavekî tije hêsir wiha got:

“Ez mafdar im yan na? 10 şehîdên min hene. Tevî vê jî kes nizane bê aniha mala min li kû derê ye. Ez mafdar im yan na?”

Çend gundên dorûberê yên wekî Mijê, Dêreşê, Girgaşê, Sipîndarê û Kevinemjê ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê dişewitin.

Muxtarê gundê Mijê Azad Hemzu eşkere kir nêzîkî 2 hezar û 500 kes li 4-5 gundên herêmê hene.

“Gundî xwedî zevî û rez in”

Muxtar Azad Hemzû behsa şewatê kir û wiha got:

“Her kes xwediyê mal û milk û zeviyan in. Hin kes xwediyê 10, 20 yan 30 donim zeviyên in. Hinek kesan simaq çandiye.

Hinek kesan fistiq çandiye hinek kesan darên wan ên behîvan hene.”

Li gorî zanyariyên Rûdawê, her çend metirsî li ser jiyana xelkê hebe jî gundiyên herêmê ji bo vemirandina agir çûne nava rez û zeviyên xwe.

Ter û hişk çi dikeve ber agir dişewitîne, topbaran û şerê berdewam wisa kiriye ku agir her li herêmê berdewam bike.

Li gundê Dêreşê 3 mal mane û yek ji wan jî ya Xurşîd Şêro ye.

“Her tişt şewitî çi tiştek nema”

Xurşîd Şêro behsa behsa jiyana xwe ya li gund kir û wiha got:

“Em nikarin karekî bikin û em nikarin ji malên derkevin nikarin ti tiştekî bikin.

Li aliyekî agir e li aliyê din gulebaran e û li aliyê din topbaran e û vê yekê wisa kiriye ku em di malê de asê bimînin.

Ti berhemeke me ya cotkariyê nemaye hemû şewitiye bîstanên me rêzên me şewitîn. Ne giwîj û kizwan maye ne jî tiştekî din ti tiştekî me nemaye.”

Li çiyayên Metîn û Gareyê yên Amêdiyê nêzîkî 2 hefteyan e şer û pevçûnên dijwar di navbera PKK û Artêşa Tirkiyeyê de heye.

Ji ber şer 162 gund vala bûne

Ji ber şerê li herêmê bi hezaran donim zevî şewîtine û şewat li nava hin zeviyan berdewam dike û dûxan ji herêmê bilind dibe.

Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Usman îro ji Rûdawê re eşkere kir ku ji ber şerê Tirkiye û gerîlayên PKKyê 162 gundên li ser sînor ên Herêma Kurdistanê hatine valakirin.

Li gorî gotina Kameran Usman, metirsî heye 602 gundên din ên li herêmê jî vala bibin.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *