Bêrîvan Aymaz ku Kurdeke ji Bakurê Kurdistanê yê û niha Cîgira Serokê Parlamentoya Eyaleta Nordrhein-Westfalenê ye, ji Partiya Keskan bû namzeda serokatiya şaredariya bajarê herî mezin vê eyaletê ya Almanyayê.
Bêrîvan Aymazê ji Rûdawê re got ku divê Kurdên eyaletê sûdê ji dengên xwe wergirin.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Nordrhein-Westfalenê û namzeda Hevpeymaniya Keskan a ji bo Şaredariya Kolnê Bêrîvan Aymazê derbarê namzedbûna xwe de ji nûçegihana Rûdawê Ala Şalîyê re axivî û got:
“Koln ne tenê ji bo min ku paşxaneke min a Kurdî heye lê ji bo gelek kesên ji Kurdistanê bûye mal. Ez gelekî kêfxweş dibim eger bikaribim bi rêya karê xwe îlhamê bidim wan da ku beşdarî siyaseta navxweyî bibin.”
Her wiha Bêrîvan Aymazê got, “Bêguman ev yek ji wan dest pê dike, eger mafê wan ê dengdanê hebe û ez dizanim ku niha gelek kes xwedî mafê dengdanê ne bi bikaranîna dengê xwe û dengdana bi awayekî demokratîk em dikarin gelek tiştan bi dest bixin.”
Li herêma Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê Partiya Kesk yek ji partiyên herî mezin e. Ji 115 kursiyên parlamentoya herêmê 39 kursî yên Partiya Kesk in û bi Partiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) re hikûmeta herêmê ava kirine.
Koln bajarê herî mezin ê herêma Nordrhein-Westfalenê ye û çaremîn bajarê mezin ê Almanyayê ye. Milyon û 87 hezar kes li wî bajarî dijîn.
Hilbijartinên şaredariyê dê 14ê Îlona 2025an bên lidarxistin
Rûdaw: Îro piştgiriyeke zêde ji te re hat kirin û tu hatî hilbijartin ji bo namzediya seroka şaredariya bajarê Kolonê, tu çi hest dikî?
Bêrîvan Aymaz: Bi rastî rewşeke pir xweş e. Ez gelekî spasdar im ku bi encameke ewqas bihêz hatim hilbijartin. Xelkekî zêde li vir amade bûn, çi ji Partiya Keskan û çi jî yên din. Gelek kes ji civaka bajêr li vir amade ne, ji çîn û tebeqeyên cuda yên çalak, bi xwe re ruhê geşbîniyê anîne. Ez jî vî ruhê geşbîniyê bi xwe re dibim nav bangeşeya hilbijartinê û piştî hilbijartinê jî, ji ber ku ev bajar hewcedarî wê ye. Bajarê Kolnê hewcedarî vî ruhî ye. Wekî hûn dizanin bajarê me di rewşeke baş de nîne. Budceya wî vala ye û em jî wekî şaredarî, wekî şaredariya herî mezin a vê herêmê û çaremîn şaredariya herî mezin a Komara Federal a Almanyayê, erkên pir pir mezin li pêşiya me ne. Lewma bi taybetî girîng e ku em bi ruhê geşbîniyê, bi dil û can bi hev re guherînan çêbikin û hest bi wî ruhî bikin.
Rûdaw: Baş e Bêrîvan, li vê derê li bajarê Kolnê hejmareke zêde Kurd lê dijîn, ji bo wan çi qasî girîng e ku dibe Kurdek bibe serokê şaredariya vî bajarî?”
Bêrîvan Aymaz: Koln ne tenê ji bo min ku xwedî paşxaneke Kurdî me lê ji bo gelek kesên ji Kurdistanê bûye mal. Ez gelekî kêfxweş dibim eger bikaribim bi rêya karê xwe îlhamê bidim wan da ku beşdarî siyaseta navxweyî bibin. Bêguman ev yek ji wan dest pê dike, eger mafê wan ê dengdanê hebe û ez dizanim ku niha gelek kes xwedî mafê dengdanê ne bi bikaranîna dengê xwe û dengdana bi awayekî demokratîk em dikarin gelek tiştan bi dest bixin.
Rûdaw