Îro li Amed, Riha, Êlih, Îdir, Enqere û Stenbolê, li dijî HEVBENDÎyê (Tifaqa Neteweyî ya Kurdistanê) operasyoneke berfireh a binçavkirinê hate lidarxistin.
Heta niha zêdetirî 10 hevalên me yên ji HEVBENDÎyê hatine binçavkirin. Operasyon berdewam dike.
Ez piştî Konferansa HEVBENDÎyê ji ber karê xwe yê taybet derbasî Başûrê Kurdistanê, Hewlêrê bûm.
Polîsên Stenbolê sibê zû saet di 06.00an de bi qelebalixî serdegirtinek li navnîşana mala me ya li Stenbolê kiriye. Di malê de tenê dîya min hebû.
Polîsan gotine, ‘’Der barê Mustafa Ozçelik de biryara binçavkirinê heye. Li ku ye? Divê bê xwe teslîm bike.’’
Dîya min jî gotiye ku ew li Hewlêrê ye û li parêzerê min gerîyaye. Ji ber ku parêzerê min li nêzîkî wê derê rûdinişt, tavilê çûye mala dîya min.
Piştî ku di malê de lêgerîn hatîye kirin, tutanak hatîye girtin, bi dîya min û parêzer dane îmzekirin û polîsan mal terk kirine.
Piştî ku HEVBENDÎyê di 9ê Mijdara 2026an de li Amedê avabûna xwe îlan kir, beşeke berfireh a nîjadperest û faşîstên li Tirkiyeyê, êrîşeke mezin li dijî HEVBENDÎyê dabûn destpêkirin, gef xwaribûn û em hedef nîşan dabûn.
Her çend van cure îxbar û êrîşan di vê operasyonê de roleke mezin lîstibin jî, ev operasyon di rastiyê de nîşaneya bêtehamulîya Dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî têkoşîna azadîyê ya miletê Kurd e, bêtehamulîya pejirandina me ya têkoşîna bi rêyên siyasî ye.
Konferansa HEVBENDÎyê li Amedê hate lidarxistin û bi civîneke çapemeniyê re bi raya giştî re hate parvekirin. Ne konferanseke veşartîbû.
Heger dozgerîyê organîzatorên konferansê vexwendibûya ji bo îfadeye, dê hemû hevalên me biçûna. Lê bele, bi vî rengî serdegirtina malan di navbera saet 03.00 û 06.00an de rêbazeke ku nayê qebûlkirin e.
Em van binçavkirinan şermezar dikin. Divê hevalên me tavilê werin berdan.
Em dixwazin bi raya giştî re parve bikin ku em ê li hemû qadên jiyanê xwedî li hemû biryarên ku di Konferansa HEVBENDÎyê de hatine girtin, bername û hiqûqa navxweyî ya ku hatiye qebûlkirin derkevin.
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)


