CENTCOMê destnîşan kir ku ev êriş piştî wê yekê hatine kirin ku Îranê droneke Amerîkayê ya cureyê MQ-1 “di dema li ser avên navneteweyî de difiriya” xistiye xwarê.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Balafirên şer ên Amerîkayê bi lez bersiv da. Wan parastina asmanî ya Îranê, stasyoneke kontrolê ya li ser erdê û 2 dronên ku ji bo keştiyên di avên herêmî re derbas dibûn metirsî bûn pûç kirin.”
“Ti leşker nemirine”
Her wiha hat eşkerekirin ku di van êrişên li ser Îranê de ti leşkerên Amerîkayê nemirine.
CENTCOMê ragihand ku wan bi van êrişan metirsiyên li ser keştiyên bazirganiyê kêm kirine. (Rûdaw)


