Di dema navbera Pakistanê û Hindistanê de li ser şerê navbera wan de Tirkiye terefdariya Pakistanê kir û Pakistan bi sîstema dronên Tirkiyê li Hindistanê xist, navbera wan nexweş bû. Hindistanê bi temamê şîrket û zankoyên Tirkiyê re têkiliyên xwe birî.
Hindistan her weha berhemên li Tirkiyê çêdibin boykot dike û boykota malên Tirkiyê her diçe li Hindistanê belav dibe. Bi sedema ewlehiya Hindistanê, Hindistanê peymana navbera şîrketên Tirkiyê yên ku di karên hewageriya Hindistanê de dixebitin, peymanên wan fesix kir.
Wezareta hewageriya sîvîl ya Hindistanê di peyama xwe de got:
“Wezareta hewageriya Hindistanê îzna şîrketa Tirkiyê ya ewlehiyê betal kiriye.”
Şîrketa navborî ya bi navê Çelebi ye. Şîrketê jî ragihand ku çiqas rêyên qanûnî hene wê di mijarê de bikarbîne. Kesên medya civakî li Hindistanê bikartînin, di ser hesabên xwe de navên şîrketên Tirkiyê û malên wan belav kirin û xwestin Tirkiyê boykot bikin.
Serokê rêxistina rizgariya Belûcistanê ku li Hindistanê dimîne, li ser bûyerên dawiyê serxwebûna Belûcistanê ragihand û got ku wê Belûcistan ji Pakistanê veqete.
Belûcistan, di nav Pakistan, Îran û Afganistanê de perçe kirine û weka eyaletan tên binavkirin. Lê her cara ku behsa serxwebûna Belûcistanê bibe, dewletên navborî dibin yek da Belûcistan ji wan welatan veneqete.