Birget Olsen: Bi hewlên Serok Barzanî, Kurdistan rêzlêgirtî ye

Şêwirmenda Payebilind a Hevpeymaniya Navneteweyî Birget Olsen ragihand ku Herêma Kurdistanê, ji ber çanda hevjiyana olî û neteweyî û rola wê ya sereke di pêşxistina aştiyê de, xwedî cihekî girîng e li Rojhilata Navîn.

Birget Olsenê di hevpeyivînekê got:

“Herêma Kurdistanê di nav rewşeke aloz de ye, lê di warê parastina mafan de gaveke mezin avêtiye. Serok Barzanî bingeha jiyana hevbeş li herêmê daniye û bi vê yekê rêz û pesnê civaka navneteweyî wergirtiye.”

Wê her weha tekez kir ku ezmûna Herêma Kurdistanê ji bo Iraq û Rojhilata Navîn pir watedar e, ji ber ku aqilmendî û hevsengiya Serok Barzanî di danûstandinên siyasî de, bi hêzên herêmî û navneteweyî re, hêzeke xurt dide herêmê.

Olsenê destnîşan kir ku hebûna Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina aştiyê li Rojhilata Navîn pêwîstiyeke bingehîn e. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *