Di nav pelên dîrokê yên Kurdistanê de, Kela Dimdimê wekî stêrkeke geş dibiriqe; ne tenê kelek ji kevir û axê lê sembola serbilindî, berxwedan û xeyalên azadiyê ye. Ev destana lehengiyê ku di navbera salên 1609-1610an de li hemberî hêza Sefewiyan bi serokatiya Şah Ebasê Yekem hatiye nivîsandin, ne tenê çîrokeke şer e lê vegotineke wêjeyî ye ku ruhê gelê Kurd bi hêz û bedewî dihewîne.
Dîroka Kurdan bi du awayan hatiye nivîsandin. Dîroka nivîsandin pir qesl maye. Li hemberî vê qelsbûnê dîroka gotinî pir bi hêz hatiye gotin. Kurdan mêrxasî, jan, hêvî û berxwedanên xwe bi hêza gotinê herdem ragihandine nifşên nû.
1. Serpêhatiya Emir Xanê Lepzêrîn
Di sedsala 16 de Kurdistan û Kurd dibin serweriya Osmaniyan û Sefewiyan de bûn. Van her du hêzan li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî pêwendî li gel Kurdan didanin. Mîrekên Kurdan li hemberî hevdû şer dibirin û li hevdû dikirin dijmin. Siyaseteke durû, fêlbaz, sitemkar, direwîn, bêbext û xwinrêj li ser erdnigariya Kurdan dida meşandin.
Mîrekên Kurdan ji li gorî berjewendiyên xwe yên desthildariyê hevkarî li gel her du hêzan dikir. Desthildar û Mîrekên Kurdan li ser xaka xwe ji bo her du dewletan bûbûn birc, kel û eniyên parastinê. Ji aliyekê piştgirî, harikarî û dostaniya Mîrekên Kurd dikirin. Gava karê wan bi Mîrekan nemabûya, derfet ji bo wan peyda bibûya bi hinceteke sivik komkujî bi deste Mîrekî di Kurdan pêk dianî.
Bi vî awayî siyaseteke tund û neyarî li hemberî Kurdan digêrand. Dema nehatiba karê Osmanî û Sefewiyan şerê Kurd-Kurd dida destpêkirin. Ji her du alî ji Kurd dihat kuşt. Her du aliyan Kurd dikuştin û Kurdan ji hevdû dikuşt. Mîrekên Kurdan av dikêşand aşê dagirkerên axa xwe.
Di 1590ê de Osmanî û Sefewiyan lihevkirin û bi peyama Ferhad Paşayî, Têrgewer û Mêrgewer gihiştin Osmaniyan. Osmanî li vê herêmê bûn serdest. Mihemed Beg ku ji Mîrzadên Soma û Biradost bû ji aliye Osmaniyan ve bû desthildarê deverê. Emir Beg ji jî hoza Soma Biradost bû, bi vê biryarê qayil nebû. Rabû çû gihişt Omer Begê Mîre Soran. Bi mêrxasî, dilwêrekî beşdarî şer li gel neyarên Omer Begê dikirin. Di şerekî de alikariyê dide Omer Begê Soran û di vî şerê dijwar de destekî wî tê birin. Piştî vê cenga giran navê wî dibe Emir Begê Yekdest.
Eskender Begê Munşî wisa dibêjê: “Dema Şah Ebas di sala 1604ê berev girtina Êrivan û Nexcevanê diçû, Emir Beg gihişt xizmeta wî. Bi egerê mêrxasî û zîrekatiya wî di şerên li gel Osmaniyan de, Şah Ebas ji bo rakêşana mîr û hozên Têrgewer û Mêrgewerê destekî zêrê sor jê re çêkir û bi gewheran arast û xist zenda wî û nasnavê xanî ji ku mezintirîn pileya wê serdemê bû daye, lewra bi Emirxanê Lepzêrîn yan Zêrînzend hat niyasîn û Urmiye û Şino êxistin di bin desthilata wî ve.”
Piştî Şah Ebas Azerbeycan xist bin deste xwe, Emir Beg pir ji Tirkan aciz bûbû û hat gihişte Şah Ebas. Şah Ebas gel siyaneta wî girt, li cihê destebiratiyê da rûniştandin. Unvana xanîtiyê daye û Mîrketiya Têrgewer, Mêrgewer, Urmiye, Şino û mezintiya Eşira Biradostî jê re hat dayîn û vegeriya welatê xwe (Dîroka Kurd û Kurdistanê, Mihemed Emîn Zekî Beg, r.133).
Di efsaneya de Emirxanê Lepzêrîn wisa deste xwe winda dike. Rojekê şêrek dikeve ser riya gundiyên şah Ebas hatin û çûn nabe û gundî serî li Şahî didin ku çarekê peyda bikin. Şah dibêje kî here guhên vî şêrî ji min re bîne, ez dê bidime keça xwe Sitiye. Xanê Kurdan radibe dibêje şahî ez ê herim guhên şêrî binim, tu dê keça xwe bidî Kurê min Xan Ebdal. Şah û xanê Kurdan li hev dikin.
Qesta rêkê wî kiriye
Xanê Kurdan dîtiye
Wî li şîhêna dayiye
Xanuyî dest da metaliye
Dabû ber sîngê şêriye
Sê car bi Tirkî lê xuriye
Şêrî deste wî girtiye
Deste wî nê kirandiye
Xanuyî destê dî rakiriye
Li guhê şêrî dayî ye
Di vir de tê dîtin ku Xan li gel şêrî dikeve cengê û deste xwe winda dike. Li efsaneyeke din ji ku ev efsane li aliye Serhedê tê gotin (Heciyê Cindî tomar kiriye) tên reviya hespên Şahî dibin û Xan dide pê wan talankeran. Li vir şer dike, deste wî di şer de tê birin û reviya hespên xan tîne.
Şahî rabû çend nojdar û hekim kom kirin ku çareyekê li deste Xanuyî bikin, naçar bûn deste wî birîn. Şah radibe destekî zêrîn ji bo Xanî çêdike û dibêje dua bike belkî Xweda ruh bide deste te. Xanê Kurdan dua dike ji Xweda re û Xweda duayen wî dipejirîne û ruh da deste wî. Xan bû kesekî gelek nêzî şahî.
2. Di Efsaneya Kurdan de pêwendiyên Emir Xanê Lepzêrîn û Şah Ebasê Sefewî
Xanê Kurdan, xelkê gundê Hizarcutî bû, piştî peydabûna xwûndariyê di navbera wî û hinek gundiyên wî da, rabû û qesta şahê Îranê kir.
Xanek rabû ji hezar cotî
Milk û malê xwe firotî
Xwe bo xulamîniyê gotî
Xwe bo xulamîniya şahî gotî
Li gorî efsaneyê Mîrê Kurdan radibe û diçe ba şahê Îranî lê şah wî nake xulam û li cihê siyanetê dide daniştin. Dibêje çi karî meke li ordîgehê birune. Şah qedir li xanî digire. Li dîwana xwe dide rûniştin. Rojekê dîwana şah hatiye runiştin û Xanê Kurdan ji li dîwanê runiştiye. Kesek hatiye def şahî û gotiye şahê mezin, şêrek ê ketiye di rêyekê de û kes li wî cihî neşet hatin û çûnê bike, eger te çareyek lê kiriba:
Şahî got:
Şahî li dîwanê gotiye
Çiyê biçite şêrî ye
Bi min binit guhên wî ye
Dê deme kiça xwe sitiye
Xanê Kurdan rabiye
Erê şahî erê şahî
Ez ê çime şêrî ye
Bo te înim guhên wî ye
Dê de ye kurê min sitî ye
Şahî got:
Erê Xane erê Xane
Tu here şêrê li bişan e
Dê deme kurê te sitiya baban e
Xanê kurdan diçe ji bo kuştina şêrî lê kurê wî Ebdal Beg ji bi wî re diçe. Li gel şêrî şer dikin û guhê şêrî dibirîn. Şêrî li wir nakujin, li şêrî siwar dibin tên ber deriye qesra şahî. Şah çawa wî şêrê biheybet dibîne, ditirse dibêje Xanê Kurdan, ev çi lawir e bikuje. Kurê wî Ebdal Beg şêrî dikuje û keça xwe dide kurê Xanê Kurdan Ebdal Beg. Pêwendiyên navbera Xan û Şahî de pir xurt dibin. Şah baweriyeke mezin dide Xan.
3. Şûnwarên Kela Dimdimê li kû derê ne?
Kela Dimdimê ji şûnwarên Sasaniyan mabûye, wan li ser çiyayekî bilind û asê çêkiribû. Ev kele 18 kilometreyan li başurê rojavayê Urmiyeyê ye. Ji bo şûnwarên Kela Dimdimê gelek kêşe hene, heta niha ji bo cihê wê yê durist tiştek nehatibû gotin. Hinek dîrokvanan digot ya li başurê rojavayê Urmiyeyê, geliyê Qasimloyî û hinekan jî digot nêzikî gundê Balazcê ne. Lê Eskender Begê Munşî li gel Şah Ebas beşdarî vî şerê Kela Dimdimê bûye û dibêje ku ev kela dikeve devera Têrgewer êli rojava yan bakurrojavayê Urmiyeyê bi dûriya 18 kîlometreyan li bajêrê Urmiyeyê.
Dimdim yan Dimdime weku peyv ji bo navdarî û navûdengê û her wesa dihol û neqara ku di deme şerî da lê didan û ji bo lêdan û ji navbirina kela jî dihêt. Her wesa navê wan bircane ku ji dar û qûrê dihate çêkirin û di danîne nêzik kelan û top û tiveng tê de diavêtin li ser kelan.
4. Kela Dimdimê çawa hat avakirin û mîtolojiya Kela Dimdimê
Emîrxanê Lepzêrîn beşdarî şerê li dijî Sinan Paşayê Osmanî nebûbû û xwe negihandibû Qizilbaşan, giro kiribû. Gava şah gihişte bajarê Selmasê, Emîrxanê Lepzêrîn çû pêşiya wî û hinceta egera direnggihiştin û pişkdarînanekirina xwe di şerî da înan û Şah Ebas ji bo kehîkirina dile “hov ê Kurdan’” ji kêmasiya wî borî. Lê kina wî kirî dile xwe. Emîrxan daxwaz ji şah kir ji bo stare, parastinê kela nû çê bike ku bikare pêşi li êrişên akinciyên Osmaniya bigire. Lewra Kela Urmiyeyê ji axê hatibû çêkirin. Keleyeke ne bihêz bû ku bikarin bersîngiya Osmaniya bigirin, parastina axa xwe bikin. Eskender Begê Munşî dinivîse ku hizra “serbixweyî û îstibdadê” li cem Emîrxan peyda bûbû’’ (Emîrxanê Lepzêrîn û Kela Dimdim, Elî Teter Nêrweyî, r.72).
Kela Dimdimê ji bermahiyên Sasaniyan mabû. Ji du kela dihat navê wan Dimdim û Cimcim bû. “Dimdim yan Dimdime weku peyv ji bo navdarî û navûdengê û her wesa dihol û neqara ku di deme şerî da lê didan û ji bo lêdan û ji navbirina kela jî dihêt. Her wesa navê wan burcan e ku ji dar û qûrê dihate çêkirin û di danîne nêzik kelan û top û tiveng tê da diavêtin li ser kelan” )Emîrxanê Lepzêrîn û Lela Dimdim, Elî Teter Nêrweyî, r.73).
Li gorî zanyariyên ku Eskeder Begê Munşî dide, dibêjê şah hê destûra çêkirina kele nedab ,Emîrxan dest bi avakirina Kela Dimdimê kiribû. Nemabû li benda destura dayîna şahî. Veşartî dest bi çêkirina kele kiribû. Lê li aliyê din ji Mihemed Emîn Zekî beg ji dibe ku Şah Ebas destura çêkirina kele dabû Emîrxanê Lepzêrîn. Emirên Şiî ji ber sedemên mezhebî û qewmiyetî neyarî li hemberî Kurdan dikirin û bêbextî li ba şah kiribûn ku şah destûra avakirinê nede.
Pîr Budaq Begê hakimê Azerbeycanê mil dabû Emîrên Şiî û ku şah ji bîryara xwe poşman bibe, li hemberî Emirxan dijminiyetiyê bike. Nehê ku kela parastinê ava bike. Bi vî awayî şah ji bîryara dayî poşman kir kiribûn dijmînê Emirxanê Lepzêrîn. Emîrxanê Lepzêrîn ji vê bîryarê nerehet bû, guh nedayê û kela xwe tamam kir. Di mîtolojî û efsaneya Kela Dimdimê jî de Emîrxan guh neda şah û bi veşartî, hinceta mal çêkirinekê kela xwe tamam dike. Şah her çi qasî wî hişyar bike jî, ew li gorî bîryara xwe diçe kelê ava dike.
5. Efsane û Mîtolojiya Kela Dimdimê
Efsane û mîtolojiyên Kurdan mêrxasî û xiyanet û bûyerên hatine serê wan bi awazek cûda şirove dikin û radigihin nifşên nû. Wekî dîrokekê di hizir û mêjûyê netewa xwe de zindî digirin. Heke ev bi awayekî efsanevî nehatiba gotin, ev bûyera lehengî dibû berze bûba. Em vegerîn efsana çêkirina Kela Dimdimê. Ka Emîrxanê lepzêrîn bi çi awayî Kela Dimdimê ava kiriye.
Rojekê ji rojan Xan û şah çûne çiyan. Şah nivistiye. Xanuyî nobet lê girtiye. Xanuyî bi çavên xwe dîtiye. Pêşî reşkek ji kelekê derketiye. Hat xwe li difna şahî dayîye. Careke dî ya ziviriye li dewsa xwe çûyiye. Nê li kelekê nû hiştiye. Şahî ji xewê rabiye. Gotê herê Xanu, min xewneke ecêb dîtiye. Pêşî reşkek ji kelekê derketiye li behreke xwûne derbas bûye. Hat û xwe li difna min dayiye. Ewê mejiyê min sotiye. Te’bîre eve çî ye?
Xanuyî got: Xewn nîne lê xeyal e. Xeyala li xezîna mal e. Xewna te nê ne kanunî ye. Çi esara wê qet niye.
Li gorî destan û efsaneyan piştî vê xewnê fikirên serxwebûn û azadbûnê dikevin aqilê Emirxan. Ew û şah ji wir radibin tên ji bo qesrê. Lê Emirxan bihinceta kiskê xwe dizivire wê dere. Xizîne dibine, planên avakirina kelê di mejiyê wî da ava dibin. Ramanên cudabûn û welatekî serbixwe serwerî Xan dibin. Ji ber vê yeke bi hostahî diçe şah ku bixapîne. Destûrê jê bistine biçe kelê ava bike. Ew ji wisa di destana esfanevî de derbas dibe.
Çi êvar e direng e
Xanê Kurda rabî ye
Kîsk û qelîn hilgirtiye
Qesta urdiyê kiriye
Li def şahî rûniştiye
Erê şahî erê şahî
Dê tu bide min erdî
Temet çermekê gayî
Dê keme (bikim) xanî û manî û nû avahî
Şah gumanê bi vê bîryara Xanê Kurdan dibe. Dibêje ava meke çi kela dile min xwe ji yek nehêle. Tu çi bixwazî ez dê bidim te. Şah li ber digere ku xanî ji vê bîryarê poşman bike lê xanu ji biryara xwe poşman nabe û bibîryar fikirê xwe dispêrte şahî û şahî qayîl dike. Esas armanca xanê Kurdan ew e ku kelekê ava bike , welatek azad û serbixxwe ava bike.
Şahî got:
Bê teşqele û bê dûmahî
Tu xan nînî tu bira yî
Min erd da te bi timamî
Nê ji temet çermê gayî
Xanu rabû çû zozanan, îna kevlekê hêwana. Ev kevle nê li avê dayî. Nê heft roja şunî înayî. Xanuyî got. Ey dê bînin, hoşta û berhosta bo min bînin. Çermê gayî zirav bihelînin. Ewan çermê xwe zirav kirî. Weku dava dezî kirî. Nê li hidudî derbaskirî dora gire Hîzarê hemî girtî. Gilulkekê zêde kirî. Nê bo şahî firekirî.
Şahî got: bere xwe bidine min û xanê Kurdan. Çendê bi fêl e. Çerme gayî kir divêle, pê girtin heft bask û heft kur û heft nihêle.
Xanê Kurdan bi fêl û siyaset şah xapandibû, Kela Dimdimê ava kiribû.
TÊBÎNÎ: Ev nivîs dê ji beşa “Berxwedana Kela Dimdimê” berdewam bike. (Rûdaw)