Nezîr Akad
Barîqada dagîrkerîyê genetîka miletê Kurd tevlihev kirîye. Dîyardeya dagîrkerîyê di hucreyên
xuna Kurdan de vîrusa barîqadîyê afirandîye. Di afirandina vê vîrûsa barîqada dagîrkerîyê de
“Xwe kêm dîtin“ di hafizeya miletê Kurd de, bûye beşekî mezin ya çanda neteweyî. Ev
fenomen li Bakurê Kurdistanê bûye quretîya lixekirina kirasê biyanî. Bêgûman ev jî nîşaneya
dagîrkirina welatê me ye.
Neyar agahdare û dizane ku heger tu xwe li himber neyarê xwe kêm bibîne, dê tu nikaribe
pişta neyarê xwe dayne erdê. Lewra tu neyarê xwe ji xwe mezintir, zanatir û têgihiştîtir
dibîne. Neyar; bi navekî din dagîrker tevaya hêzên xwe yên agahdarî, rewşenbîrî û
perwerdeyîyê dixe xizmeta te ku tu bi rewşenbîrî û çanda wî perwerde bibe. Navê vê
dîyardeyê asîmîlasyon e. Lê dagîrker kirasekî din li vê dîyardeyê kirîye; Entegrasyon.
Neyar bi kirasê entegrasyonê dixwaze te ji şiûra te ya neteweyî bidûr bixe. Dagîrker bi vê
dîyardeya bêyî tundrewîya xuyayî, te tecrube dike. Raste rast nabêje ez te dikirrim lê, nirxa
entegreya te bilind dike. Bi awayekî din neyar bêyî ku tu pê bihise û bêyî ku tu ji bo xwe wek
heqaret bibîne, te dike berdevkê xwe. Tu êdî bi zimanê neyar diaxife. Ken, şahî û girîyê te êdî
li gor çanda neyar birêve diçe. Dagîrker bi vê dîyardeyê tenê nayê ser, bi teorîyên
manîpulasyonî hemû nerînên te bi harmonîyek “serdemî” dihûne ku nahêle ne tu û nejî
derdora te ji van manîpulasyonan agahdar bibin. Tu tê nagihêje ku tu li pêşîya geşepêdana
hemwelatîyên xwe ku bi doza neteweyî binav dibe, bûye barîqad. Tu êdî bendeyê helwesta
xwe ye. Xefika neyarî te ji xwebûna te bidûr xistîye û êdî tu ne tu ye. Tu bîyanîyê xwe yê
serbilindê çanda bîyanî ye.
Bi van kiryaran êdî lingên te erd nagire. Lewra tu xwe ji endamên hemmiletî/hemwelatîya
xwe pêşdetir, medenîtir û zanatir rêdide. Tu xwe ji hemwelatîyên xwe mezintir lê ji neyarê
xwe, xwe kêmtir dibîne. Li vir tu serçavka ser rûyê xwe radike û tu dixwaze bi navê
entegrasyon û pêşketinê, bibe rêberê/rêbera asîmîlekirina hemwelatîyên xwe. Tu bi têgehên
bobelata alozkirina şiûra neteweyî “Em giş însanin, em birayê hev in, bi şêweyekî din, tu û
derdora te bi enternasyonalîya ku dibêje herkes bira nin û bi îslamîya ku dibêje ummet yek e
“ miletê xwe dixapîne.
Neyar êdî bi te serbilinde. Lewra tu pir bi hêsanî dikare ji raya giştî re bi zelalî bêje;” bi qasî
tu ji xwe hez dike, hewqasî jî ji neyarê xwe hez bike”. Bi bawerîya min ev têgeh ji bo
kesayetên xwenas, ne pêkan e û ji rastîya civata me bidûrketî ye. Yekî din ango dostê te yê
neyar, pir bi hêsanî dikre bêje” Binêre dozgerê rêzdar, navê min biçûke lê ez tiştên mezin
dikim. Ma ne xwena we bû ku çalakvanên xwe ragirên doza xwe yên Kurd, xwe bikin
cangorîyên demokrasîya we. Çalakvan êdî ne we, lê ew serkêşên doza xwe neyar dibînin.“ Li
Bakurê Kurdistanê bi gelemperî lê li beşên Kurdistanê bi taybetî hemwelatîyên ji xwe
bidûrketî, di vê gerîneka labîrenta demokrasîya neyaran de xwe wenda kirine. Li vir
demokrasî û aştî û medenîbûn dîyardeyên xapînokin. Divê neyê jibîrkirin; “hemû kes bira
nin”, derewek zanistî ye.
Tu bawer neke ku neyar ketîye xewa şêrîn. Ew dizane ku tu û ew ne bira nin. Yên qesda
tunekirina min dike nikare bibe birayê min. Ev bixwe dijî xwezayîya mirovahîyê ye. Tu
bizanibe ew, ango neyarê te sîya te ye. Dest ji te bernade. Roja ku tu li xwe verqile û xwe nas
bike ew dê te ji hemû qencîyên te bişo. Tu yê êdî bibe neyar.
Wexta dagîrker bi ziman û çanda xwe nebawer bû û neyar bixwe bi heman zimanî nediaxifîn,
bi komkujî, koçberî û zîndanîkirnê bawer bû. Lewra ji bo asîmîlasyonê pêwîstî bi astek ya
ziman û çanda neyarî heye. Wexta neyar ji van dîyardeyan bêpar bû, Wexta ku neyar
asîmîlasyona tundrewîya nehênî wek çareserî jibîr kiribû, ji bo tunekirinê rêya tek û tenha
tundrewîya eşkere ango şer û kuştinê wek çareserîya sereke di hişmendîya stratejîya xwe de
kiribû destûra domandina hebûnê. Dagîrker li gor rewş û mercên civata xwe û li gor
geşepêdanên navneteweyî di nav herdû çareserîyên bê dawî de, bi gereke “dîrokî” stratejîya
hebûna xwe bi reng û dengên cuda ve dixemilîne.
Nezir Akat/ nezirakat@gmail.com
(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)